Êrîşê çeteyan dom kirin

Her çend Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi boneya cejna remazanê bêçalakiyê îlan kiri bû jî êrîşên çeteyên Dewleta Îslam Iraq û Bîlad El Şam/Cephet El Nusra didomin. Hat zanîn li dora gundên Qurdînê, Qînê û Dugurmanê yên girêdayî Kobanê di encama şerê rûdane 18 endamên komên çete hatine kuştin. Ji aliyekî din ve pêr bi şev li gundê Yûsifiyê şerên dijwar rû dane û derbarî kuştî, birîndaran agahî nehat girtin.

Hat zanîn piştî YPG’ê bêçalakî îlan kiriye jî, êrîşên çeteyên Dewleta Îslam Iraq û Bîlad El Şam/Cephet El Nusra didomin. Hat zanîn li dora gundên Qurdînê, Qînê û Dugurmanê yên girêdayî Kobanê di encama şerê rûdane 18 endamên komên çete hatine kuştin. Ji aliyekî din ve pêr bi şev li gundê Yûsifiyê şerên dijwar hebûn.
KOBANÊ: Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, duh di saetên êvarê de komên Dewleta Îslamî/Cephet El-Nusra xwestin êrîşî gundê Qurdînê ku 30 kîlometre dikeve Rojavayê Kobanê bikin. Li ser bersivdayîna YPG’ê li derveyî gund pevçûn derketin. Di encama pevçûnan de 3 êrîşkar hatin kuştin. Di pevçûna li ber benzînxaneya dikeve rojavayê gundê Qinê ku li heman herêmê ye de jî,  11 çekdar hatin kuştin. Hat ragihandin ku li gundê Dugurmen ku 30 kîlometre li rojavayê Kobanê û kîlometreyekê dikeve başûrê bajaroya Şiyox jî 4 endamên komên çekdar hatine kuştin.
GIRKÊLEGÊ: Hat zanîn pêr şevêdin komên Dewleta Îslamî/ Cephet El Nusra êrîşî çeperên YPG’ê kirine û şerên dijwar derketine. Tê gotin komên çete çekên giran wek tank, panzêr û doçka bikar anîne û di encamê şerên hat duh sibê dewam kiriye de gelek endamê komên çeteyan hatine kuştin.
SERÊKANIYÊ: Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, komên Dewleta Îslamî/Cephet El Nusra saet derdora 00.30’an de li nêzî gundê Keşto yê li ser Til Xelef xwestin ber bi Serêkaniyê ve pêş bikevin û êrîş pêk anîn. Li ser vê yekê hêzên YPG’ê jî bersiv dan û pevçûn derketin. Hat ragihandin ku komên çekdar car caran topên hawanê jî di avêjin bajêr.
GIRÊ SPÎ: Nûçegiyanê ANHA ragiyand ku ji şevêdin ve bêdengiyek heye.
TIRBESPIYÊ: Hat zanîn duh şevêdin ve bêdengiyek li heremê heye.

ANHA/KOBANÊ


YPG: Me 3 tankên din bidest xistin

Fermandariya Giştî ya YPG’ê bi daxuyanikî nivîskî diyar kir ku, li ser agahiyên leşkerên dîl yên artêşa Sûriyeyê, di operasyonek lidarxistine de 3 tankên din jî bidest xiste. Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG)’ê berî niha ragihandibû ku, piştî Balefirgeha Minix ya di navbera Efrîn û Helebê keti destê Artêşa Azad, baskekî leşkerî yê artêşa Sûriyeyê ku ji nêzî 70 leşkeran pêk tê, bi 2 tangan dema direviyan ketine kemîna YPG’ê. YPG dabû zanîn ku, 70 leşker li gel herdu tangan dîl hatine girtin. Fermandariya Giştî ya YPG’ê bi daxuyanikî nivîskî diyar kir ku, li ser agahiyên leşkerên dîl yê artêşa Sûriyeyê, di operasyonek lidarxistine de 3 tankên din jî bidest xiste. 

EFRÎN



Ciwanên Ereb tevlî YPG’ê dibin

Ciwanên ji eşîra Cewadir a Ereb ên ji bajaroka Cerablus tevli YPG’ê bûn û li dijî êrîşên Deweta Îslamî ya Iraq û Şamê/Cebhet El-Nusra şer dikin. Yek ji wan ciwana bi navê Muhened El Cadirî dibêje El Nusra ji berjewendiye rejîma Baas tevdigere.
Li herêma Kobanê ku mîna deverên din ên rojavayê Kurdistanê rastî êrîşên çekdarên Dewleta Îslamî/ El-Nusra tên û ji hemû pêkhatiyên heremê li dijî wan komên çeteyan şer hene. Balkêşe di demek ku hinek partiyên nava ENKS’ê yê Kobanê xwe aliyê sêyem didin diyar kirin û komkujiya Kurdan li Til Ebyed, Til Eran, Til Hasil wek encamên şerê YPG û El Nusra didin nîşandan, ciwanên Ereb ji parastina Rojava şer dikin. YPG wek hêza parastina Rojavaya Kurdistan û Kurd, ereb, aşûr, ermen, tirkmen, çerkesane, hemû pêkhateyan cihê di nava YPG’ê digrin. Di nava şervanên YPG’ê gelek ciwanên ji eşîreya Cewadira yên ji herêma Cerablus, bersiva êrîşan didin. Yek ji wan ciwanan binavê Muhened El Cadirî yê ji eşîreya Cewadira di şerê Zor Mixer yê 40 km dikeve rojavaya Kobanê birîn biye dide diyar kirin ew li gel birayê xwe ye.
Şervanê YPG’ê Muhend Elcadirî diyar kir ku ew li kêleka birayê xwe yê Kurd di heman çeperî de li dijî êrîşên El-Nusra ku, dixwaze pêkhateyên Sûriyeyê ji hev qut bike şer dike. Muhened El Cadirî da zanîn ku gelê Kurd û ereb bi sedan salan di heremê de jiyan dikin û ev tişt got: “Ji eşîra me niha 20 kes di nava hêzên YPG’ê de ne û li dijî êrîşên El-Nusra şer dikin. Ji ber ku em YPG’ê hêza parastina hemû Erebane jî.” Ciwanê ji Eşîra El Cadira û şervanê YPG’ê Muhened Elcadirî da zanîn ku çekdarên El-Nusra mala wî talan kirine û malbata wî jî koçber kirin û wiha got: “Çekdarên El-Nusra êrîşî me kirin, malên me talan kirin.  Malbata min neçar ma koçber bibe û gelek kes ji eşîra me revandin.”
El  Cadir herî dawî ev tişt got: “El-Nusra ji bo berjewendiyên rêjîma Baas tevdige. Ez li Helebê di nava Artêşa Azad de bûm, me dixwest Dibistana Leşkerî ji rêjîmê rizgar bikin. Me li dijî rejîmê şer dikir. Lê El Nusra ji ber me li heremê rejîmê tengav kiri bû, fermandarê me Yûsif El Cadir (Ebû Firat) girtin û îşkence lê kirin heta şehîd ket. Piştre cenazeyê wî avêtin ser riyekî. Li wir jî diyar bû ku, El Nusra rejîmê diparêze. Muhened El Cewadirî bal kişand ku emîrê Cebhet El-Nusra yê herêma Cerablus ji Misrê ye, navê wî Ebû Hefse.”  

EL-BAZ UMER / ANHA/KOBANÊ

Yazarın diğer yazıları

    None Found