Erka avakirinê dan Mesrûr Barzanî

Doh li Parlamentoya Herêma Kurdistanê civînek pêk hat û di civînê de Mesrur Barzanî ji bo avakirina hikûmetê hate erkdarkirin.

Civîna Parlamentoya Herêma Kurdistanê bi beşdarbûna 97 endaman pêk hat. Di civînê de Mesrûr Barzanî bi piraniya dengan ji bo avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê hate erkdarkirin.

Piştî ku Nêçîrvan Barzanî doh weke serokê Herêma Kurdistanê sonda yasayî xwar,  Mesrûr Barzanî ji bo avakirina hikûmetê hate erkdarkirin. Parlamenterên Tevgera Goran û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) jî deng dan  namzetê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mesrur Barzanî.

Hêjayi gotinê ye, Nêçîrvan Barzanî doh weke serokê Herêma Kurdistanê sond xwar. Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê jî beşdarî merasîma sondxwarinê bû û li gel Nêçîrvan Barzanî, Serokkomarê Iraqê Berhem Salih, namzetê PDK’ê yê ji bo serokwezîrtiya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî civiya.

ROJNEWS/HEWLÊR 

Yazarın diğer yazıları

    None Found