Esilkurdbûna Necîb Mehfûz

Xwarzêyê Necîb Mehfûz ê Kurd sala 1998´an doz li kitêba wî ya bîranînan vekiriye ji ber ku “êriş” biriye ser malbata wî. Yek ji yên “êriş” çûyî ser jî bavê vî xwarzêyî ye ku Necîb Mehfûz wî weke Kurdê Se´îdî bi nav dike.

LUQMAN GULDIVÊ

Li Misrê, ji xwe di dema saxiya wî de, esilkurdbûna Necîb (Misrî dibêjin Negîb) Mehfûz dihat zanîn. Yanî ji agahiyên giştî yên li ser wî bû ku dayika wî tenê bi Kurdî dizanî. Wekî din jî diyar e ku bavê wî jî Kurd e. Li gorî nûçeyeke dozê ya li dijî weşanxaneyekê hatiye vekirin, em fêr dibin ku bavê wî jî “esilkurd” e. Kengî em li ser Necîb Mehfûz peyivîn, sohbetek kir, yan navê wî bir, mamoste Rêşad Sorgul, digot, gava wî li Qahîreyê dixwend, xelkê digot, ew Kurd e. Û bi saloxan wî jî gotiye ew Kurd e û dayika wî bi yek lefzê Erebî nezaniye, tenê bi Kurdî dizaniye.

Ji ber salvegera Mirina wî jî, lêkolîneke seresere min dixwest bikim. Ji ber Erebiya min a kêm û şikestî, min digot, ez ê negihim ti derî.

Dozeke ji bo rûmetê

Lê em li esilkurdbûna Necîb Mehfûz vegerin, ya rastî li Kurdbûna xwarzêyê wî. Em gava li nûçeyan dinihêrin, em dibînin ku 1´ê Îlona 1998´an rojnamevan Fethî Emer ji Qahîreyê nûçeyek çêkiriye û ev nûçe di rojnameya El-Beyanat de derçûye*.

Nûçe li ser dozeke hiqûqî ya lezgîn e ku muhendisê bi navê Mehmûd El-Kurdî li Ricae Neqqaş û li Weqfa El-Ehremê vekiriye. Mesele jî ew e ku kitêba bi navê Muzekeratên Necib Mehfûz (Bibîranînên Necîb Mehfûz) ji aliyê Ricae Neqqaş û li Weqfa El-Ehremê ve hatiye weşandin. Mehmûd El-Kurdî jî xwarziyê Necîb Mehfûz ê heq e. Bi qasî ku di kurtbûna nûçeyekê de diyar dibe, ji ber bibîranînên di kitêbê de Mehmûd el-Kurdî wisa hest pê dike ku heqaret û neheqî li malbata wî hatiye kirin û ew van neheqiyan weke “êriş” bi nav dike. Ji ber wê jî kurapê Necîb Mehfûz bi rêya dadgehê dixwaze ku kitêbên çapkirî bên desteserkirin, firotina kitêbê û wergerandina wê jî bên rawestandin.

Xwarzêyê wî yê Kurd

Necîb Mehfûz di kitêba bibîranînên xwe de di rûpelê 16an de dibêje, piştî mirina dayika wî, xwarzêyên wî çûne mala wî, û ji wir gelek ewraq û tiştên şexsî dizîne.

Di rûpel 21´ê de jî ew ji bo yekê ji xwişkên xwe Zeynebê dibêje, mêrê wê yê Se´îdî yê bi eslê xwe Kurd, zilamekî pirr xirab bûye.

Axir ne tenê ev bûyer, li dora kitêbê gelek bûyerên din jî digerin. Ji ber îdîayên li ser jineciwaneke bedew a ku bi bar bûye û paşê bi mutahidekî dewlemend re zewiciye jî, kiriye ku Rejae el- Neqqaş li şûna ku sala 1990´î vê kitêba bibîranînan biweşîne, 8 salan bisekine û hîna nû 1998´an biweşîne. Sedem jî ew bû ku weşanger nedixwest hema piştî bi du salan ku Necîb Mehfûz xelata Nobelê ya ji bo wêjeyê wergirt (1988), bi barên van bibîranînan re rûbirû bihêle.

Gelo dayika Necîb Mehfûz, weke gotinan tenê bi Kurdî dizanî? Çima ji zavê xwe (mêrê xaltîka xwe Zeyneb) re dibêje esilkurd? Diyar e ev ji wan pirsan in ku hêja ye lêkolerên Kurd ên bi Erebî baş dizanin ên wêjeyê dikarin bêhtir bi mijarê dakevin.

* Binihêre li nivîsa ji arşîva wê ya li ser vê malperê: https://www.albayan.ae/five-senses/1998-09-01-1.1010405


Piştî bi 13 salan muzexaneyek

Îsal ji bo rûmet û şabaşa Necîb Mehfûz li Misrê muzexaneyek hat vekirin.

Muzexane avahiyeke du qatî ye li taxa Cemaliye ya Qahîreyê. Ev dever nêzîkî cihê ku nivîskar lê bûyî û karakter û çîrokên di berhemên wî de jî ji vê dever û derdora wê ne. Ev muzexane Tîrmeha bihurî qederê 13 salan piştî mirina nivîskarî hat vekirin.

Navê muzexaneyê Muzexaneya Necîb Mehfûz û Navenda Afirîneriyê ye. Li muzexaneyê tiştên şexsî yên Necîb Mehfûz û kitêbxaneya wî ya şexsî jî li wir e. Avahî bi xwe ji sala 1774´an maye. Hîna beriya niha hatibû plankirin ku muzexane bê vekirin, lê ji ber zehmetiyên malî, dereng mabû. Di nava tiştên şexsî de çend ji destnivîsên nivîskarî jî hene.


Piştî mirina wî destnivîsên neweşandî

Kanûna bihurî ji destnivîseke wenda ya Necîb Mehfûz qederê bêhtirî 12 salan piştî mirina wî di rojbûna wî ya 107´an de weke kitêb hat weşandin.

Weşangerê Misrî Muhamed Şuair demeke dirêj li destnivîsên Mehfûz geriyabû. Di dawiya dawî de, wî li ser agahiyên keça Mehfûzî, qutiyek dît, ku dayika Mehfûz ew kilît kiribû. Ha di wê qutiyê de, wî destnivîsên Mehfûz ên pirtûkê weşandî nedîtin. Wî destnivîs û ceribandinên destnivîskî dîtin. Piştre ew pê hisiya ku ev kurteçîrok in ku ji bo weşandina sala 1994´an hatine nivîsandin, lê hinek ji wan jî berê hîç nehatine nivîsandin. Hejmara wan kurteçîrokan jî 18 bû. Ev 18 çîrok bi navê Destnivîsên Necîb Mehfûz hatin weşandin. Şuair wekî din heman wextê weşandina van çîrokan, li ser hesabê xwe yê Twîtterê got, wê di demeke nêzîk de surprîzke mezintir hebe.


Necîb Mehfûz

Necîb Mehfûz‎ ji navdartirîn nivîskarên Erebînivîs e, û bêşik û goman ew meşhûrtirê nivsîkarên Misrê ye. Ew 11’ê Kanûna 1911´an li Qahîreyê hat dinê û 30´ê Tebaxa 2006´an dîsa li Qahîreyê wefat kir. Ev nivîskarê Misrî, yekemîn nivîskar e ku di beşa wêjeyê de ji alema Erebînivîs, xelata wêjeyê wergirtiye. Wî sala 1988´an xelata Nobelê girtibe jî, ew ji Qahîreyê ji bo wergirtina xelatê jî veneqetiya. Wî 35 roman û bêhtirî 350 kurteçîrokan nivîsîn, û mijara pirraniya wan Qahîre, jiyana rojane ya karakterên Qahîreya kevin û hawîrdora wê bûn. Yek ji navdartirîn romanên wî, Zarokên Cebelawî (Weke “Zarokên Alley” jî tê nasîn) ye ya ku 1959´an hat weşandin; ew tê de behsa patrîarkekî bi navê Cebelawî dike, ka çawa li çolekê koşkekê çêdike, û ka çawa ew koşk dibe cihê xwînîbûna di nava malbatê bi xwe de ku gelek nifşan dewam dike.  Piştî salên 1960´î wî di romanên xwe yên eksîstensiyalîst de behsa wê yekê dikir ka çawa mirovahî her bêhtir dûrî xwedê dibe.  Axir terz û stîla wî ya realîst a vegotinê, gelek caran bi ya Dickens li ber hev hatiye girtin, tenê li şûna Londonê terîf yên Qahîreyê ne.

“Çîrokên taxa me” jî navdartirîn çîrokên wî ne ku sala 1975´an li Qahîreyê derçûye.

Heta niha yek pirtka wî hatiye wergerandinî Kurmanciyê, û ew jî Evîn Şikakî wergerandiye. Ev kitêba hanê romana Necîb Mehfûz a bi navê “Roja ku serok hat kuştin (Yewm el-qetele el-ze´îm)” e ya ku di destpêka salên 1980´yî de hatibû weşandin.

Yazarın diğer yazıları

    None Found