Êşkence sîstematîk e

BARIŞ BALSEÇER / STRASBOURG

Parlementera HDP’ê Feleknas Ûca, nûnerê HDP’ê Fayîk Yagizay û parêzer Rêzan Sarica derbarê grevên birçîbûnê li Konseya Ewropayê civîneke çapemeniyê li dar xist. Di civînê de hate diyarkirin ku “Îmrali Gûantanamoya Ewropayê ye.”

Civîna çapemeniyê li Eywana Konferansa Konseya Ewrûpayê hate lidarxistin. Parlementera HDP´ê ya Êlihê Feleknas Ûca, nûnerê HDP’ê yê Konseya Ewrûpayê Fayîk Yagizay û parêzerê Ocalan Rêzan Sarica tevlî civînê bûn. Di civînê de bang li Konseya Ewrûpayê û CPT’ê hate kirin ku berpirsyariya xwe bi cih bînin.

Ûca got, “Îmrali Gûantanamoya Ewrûpayê ye. Ez bang li Konseya Ewrûpayê û CPT’ê dikim, divê peywira xwe bi cih bînin. Bi tecrîda li ser Ocalan re pêşiya aştî û demokrasiya li Tirkiyeyê hate girtin. Banga Ocalan a aştiyê ya di sala 2013’an de li cihanê deng veda û wê bangê pêşiya pêvajoya diyalogê vekir.”

CPT serdana Îmraliyê bike

Parêzerê Ocalan Rêzan Sarica jî, di civînê de got, “Ji sala 2011’an û heta niha parêzeran ji bo hevdîtinê 800 miracaet kirin. Nameyên ku ji Ocalan re tên şandin jî ji aliyê rêveberiya Îmraliyê û bi destê saziyên dadgehkirinê tên astengkirin. Ev jî diyar dike ku li Îmraliyê êşkenceyeke sîstematîk heye.”

Parêzer Rezan Sarica di axaftina xwe de bal kişand li ser şert û mercên xirab ên li Îmralî û got, CPT rapora xwe ya serdana sala 2016’an di sala 2018’an de eşkere kir; “Di vê raporê de binpêkirina madeya 3’an hate qebûlkirin. Astengkirina serdanên ji bo Ocalan ne hiqûqî lê siyasî ye. Vê jî di rapora CPT’yê de cih girt.”

Rezan Sarica got, divê dewleta Tirk li gorî pêşniyazên di rapora CPT de tevbigere û wiha jî peyivî; “Em daxwaz dikin ku CPT serdana Îmraliyê bike.”

Yazarın diğer yazıları

    None Found