Ev şerê man û nemanê ye

ERSÎN CAKSÛ / RÛKEN CEMAL / SERÊKANIYÊ

Li ser propagandaya dewleta Tirk a dagirker ku digot, ‘’navenda bajêr a Serêkaniyê hatiye bidestxistin’’ rojnamevanê me Ersîn Caksû bi fermandarên di nava berxwedanê de axivî.

Şervana YPJ’ê Nûdem a li eniya Til Xelef wiha got: ‘’Ev pênc roj in em li vir in. Êrişê tînin lê êrîşên wan ti caran em neşikandine. Ji ber ku em xwedî vîneke qeyîm in. Serêkaniyê di dest me de ye, berxwedana hevalê me didome. Ti tiştek nikare moralê me xira bike. Em bi raman û felsefeya Rêbertiya xwe, xwe xurt dikin. Vîna me xurt e, ji ber vê teknîk bi me nikare. Morala me zehf baş e, moralên hevalên me jî zehf baş e, û şer bi moralê didome.

Ji fermandaran Sîdar Qamişlo jî got, ‘’Serêkaniyê di kontrola hevalên me de ye’’ û domand, ‘’Morala me zehf baş e. Ji ber ku serfirazî ya me ye. Me serfirazî daniye ber xwe, têkçûnê qebûl nakin. Şervanên me yên QSD’ê pir bi coş tevlî nava operasyona Serêkaniyê dibin.’’

Qamişlo herî dawî wiha bang li gel Kurd kir û got: ‘’Divê Kurd hemû rabin ser piyan û li dijî êrîşên dewleta Tirk a faşîst û êrîşên Erdogan rawestin. Çi kesê ku ji xwe re dibêje ez Kurd im divê rabe ser piyan. Ev şer ji bo Kurdan şerê manûnemanê ye.’’

Yazarın diğer yazıları

    None Found