Ev şer şerê rizgariya hemû bûkên çolê ne

Bi salan e ev xak di encama şerên talanê de wekî xenîmet hatiye dîtin û hatiye dagirkirin. Her sefera cengê ya împratoriyên mezin dihat wateya êş û kederên gelekî mezin. Para vê rastiyê jî herî zêde nesîbî jinan dibû. Jin di dema seferên cengên bêrehim de wek ku hespê zaliman pêlî sînga wan bike û derbas be, yan li pişt qafileyan bicih diman. Yan wek bûka derewîn ji bo têrkirina meylên cinsî yê mêrê serdest bi xeml û xêza xwe li pey karwanê şerê fetihê dihat xirikandin. Yan jî di pêşwaziya şer û talanê de rastî destdirêjiyê dihat, kole dibû yan jî dimir, xwe dikuşt û koletî nedipejirand. 

Belê rast e ev rastî heta astekî nehatiye guhertin û dîsa jin bi şêwazekî herî hovane mexdûrê vî şer û dagirkeriyê ne. Lê îro ew seferên ku xelîfeyan xeyalên wê dikirin, wek berê nameşe û wê nemeşe. Bila ti xelîfe jî êdî xeyalên wisa neke. Wek berê êdî jin li pişt qafileyê namîne. Jin êdî ne şerê talanê şerê rizgariyê dimeşîne. Ne li pey karwanan ji bo meylên cinsî yên mêr, ji bo wan meylên har û serkêş li ser bedena xwe ya pîroz rake, li pêş karwanên şerê azadiyê dimeşe jin. Ew jî jina Kurd îro vê yekê dike. Jina Kurd dîroka salên dirêj a koletî, talan û xenîmetê da aliyekî û di pêşiya qafileya şerê azadî û rizgariya xwe û hemû jinên vê xakê de dimeşe. Ya rast min nivîsek berê niha de behsa keça Êzîdî ya bi navê Dua kiribû ku DAIŞ’ê qaşo ji bo tola wê rake, navê Beşîqa guhertibû û kiribû Dua! Na qet nabe, mêrê hîlebaz û bihêz nikare tola Duayan rake. Jin tenê wê bikarin tola xwe ya hezarê salan rakin. Jin wê jinê rizgar bike, çawa ku vê pergala xayîn bi sedê salan jin kirin gurê jinan. 

Îro berê jinan li Bûka Çolê, Mala Evîndaran û Deşta Mûsilê ye. Di van rêkan de hema di van rêkan de, li ser heman şîverêyan, li ser bedena zuha ya heman çolê, em gelek dûr neçin, hema duh jinan dîsa tama tal a toza vê çola hatiye herimandin, temijandin. Ew xweliya sor a li bejna vê çolê ji mêjve reş û tarî bibû mixabin. Lê îro çolên tarî û reş pêçaye, xweliya sor li xwe pêçaye. Ji ber jinên şerker, keçên xama û zana yên serdema azadî û rizgariyê lingê xwe danîne ser toza vê çolê. Bûka Çolê û warê evîna Edûleyan di vê tarîtiyê de ronahî û şewqa keçên rojê li ber çavê xwe dibîne. Tişt nabe van çolan gelek êş kişandin, gelek têhnî man lê îro keçên şervan di destê xwe de ava sar bi ser vê kul û birînê de direşînin. Hem destpêkirina operasyona Xezeba Firatê û hem jî operasyona Tolhildana Jinên Êzîdî ji aliyê jinan ve hat ragihandin. Ev mijarek wisa ji rêzê ku mirov bi hêsanî di ber de derbas be nîne. Bi pêşengiya jina Kurd bêhn û nefesa qirêj û kotîbûyî ya vê pergala zalim a mêrê hîlebaz di qirika wî de dimîne, difetise di çolên bê ser û binî de. Êdî jin diçin tola xwe rakin. Ev rojên hesabpirsînê ne, rojên tolhildana mezin a xwedawenda azadiyê ji xwedayên zalim e. Ew jî tam di naveresta çolên ku ji bo cara yekê beden, ruh û hebûna jinan ji wan hate stendin. Ev şerê li van çolan dimeşin, ne şerê xenîmetê şerê rizgarkirina xaka jin-dayika pîroz e. Şer şerê jinan e, şerê başî û xirabiyê ye. Şerê rizgariya hemû bûkên çolê ji tarîtiyê ye. 

Yazarın diğer yazıları