Ew ê mêtingeriyê aciz bike

Şanoya Bajêr a Amedê bi lîstikên xwe yên dawî bala civaka Kurd kişand ser xwe û şanogerên paytexta dilan a Kurdistabê bi lîstikên wekî “Dawiya Dawî” û “Qirix” li ser rêya Îzmîrê ne. Lîstikvana jin Berfîn Emektar da zanîn ku ew ê lîstikên xwe pêşkêş bikin û wiha axivî: “Em dixwazin hişmendiya mêtingeriyê aciz bikin.”
Piştî ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi rêya qeyûm hat desteserkirin, û dewleta Tirk ew jî dagir kir, şanogerên Kurd ên Şanoya Bajêr a Amedê ava kirin. Niha ev şanogerên Şanoya Bajêr a Amedê tûrneyekê dikin û bajar bi bajar digerin. Di çarçoveya turneya Izmîrê de, şanogerên Şanoya Bajêr a Amedê wê di navbera 6 û 7’ê Tîrmehê de li Izmîrê hunerê xwe pêşkêş bikin. Şanoger dê li Navenda Pêşangeh û Kongreyê ya Tepekuleyê bi lîstikên “Dawiya Dawî” û “Qirix” derkevin pêşberî temaşevanan. Piştî kar û xebatên li Izmîrê, şanoger xwe ji bo Enqere û Edeneyê amade dikin.



Li pişta wan barê tecrûbe û keda 27 salan 


Lîstikvan Berfîn Emektar eşkere kir ku ew li hemberî temaşevanên li Izmîrê ji nû ve di nav kelecanê de ne û got: “Piştî me birayarên xwe bi xwe girtin, xebatên me hêj dewlementir bûn. Em xwedî kedeke 27 salan in û roja ku ev xebat hatiye destpêkirin û heta niha, yekane saziya şanoyê ya gelê Kurd e li Bakurê Kurdistanê.” Emektar da zanîn ku bi şagirtên xwe re hejmara wan gihiştiye 23 kesan û ew ê wekî civaka şanoyê xebatên xwe xurtir bikin.
Emektar der barê naveroka lîstika bi navê “Dawiya Dawî” û ya “Qirix” de jî hin agahî dan temaşevanan û wiha pê de çû: “Lîstika Qirix balê dikişîne ser çanda Kurdî. Bi mijara xwe kulhanbegê Amedê vedibêje û ev çandeke taybet a Amedê ye. Ev lîstik zêdetir çanda polîtîk a salên 90’î vedibêje, piştî ku ji hêla karîkatûrîst Dogan Guzel ve hat xêzkirin, adapteyî şanoyê hat kirin.”



Mêtînger aciz dibin

Emektar destnîşan kir ku xebata wan, bandorê li çand, huner û zimanê mirovan dike û wiha dirêjî da axaftina xwe, “Şanoya Bajêr a Amedê ev 8 sal in şanoya Kurdî dike. Em bandora wê ya li ser zimanê bajêr dizanin. Salê 2-3 lîstikên Kurdî yên zarokan tên pêşkêşkirin. Piştî Şanoya Bajêr a Amedê hat avakirin, xebateke rast dertê holê. Heke lîstikên me êrîşên faşîzan wêder bikin, wê demê em karekî baş dikin. Heta niha xebatên me ew aciz kirin. Em jî dixwazin vê bikin û mêtingeriyê aciz bikin.” 

 DÎHABER / IZMÎR

Yazarın diğer yazıları

    None Found