Ew kedkarekî çandê bû

Ew li Elmanya diçû dibistanê, li malê xwe fêrî tembûrê kir. Hîna pirr ciwan bû wî rêxistin nas kir û ket nava xebatên çandê.

Hozan ZOZAN

Wexta ez li welat bûm bavê min her evar li radyoya Êrîvane guhdarî dikir, wekî din ew dengbêjen me yên wek Şakiro, li aliyê din Meyremxan, Mihemed Arif hebûn, me herdem li wan guhdarî dikir. Lê bi rastî me bi nasnameya xwe nedizanî. Me qet nedizanî ku em Kurd in. Ez hîna pirr piçûk bûm, hatim Elmanyayê. Pişti sala 1977´an min zanî ku ez Kurd im. Ji ber ku hêzek li Kurdistanê derketibû, ew jî PKK bû. Bi rêya PKK´ê me xwe nas kir, lê di kar û xebata çand û hunerê de  deng û stranên Şivan li me gelek tesîr kir. Min beriya ku Şivan nas bikim, min xwe fêrî tembûrê dikir û stran digotin. Min Şivan sala 1978-1979´an nas kir. Li Ewrûpa gel kêm bû. Wê demê hunermend jî kêm bûn, Şivan tiştekî nû bû. Bi tesîra ya rastî ez ketim nav kar û barê xebata çandê. Kesekî zêde nebû. Me komeke koroyê ava kir ji çar kesan. Piştre hejmara me hêdî hêdî zêde dibû. Gulistan hat, Hozan Çiya bû, ez bûm; em yeko yêko derdiketin ser dikê, êdî hejmara me her diçû zêde dibû. Xwişka min Guler bû Seyidxan hat, Xemgîn Bîrhat, Hozan Serdar, şanogerê me Amele berpirsiyarê komê Muharem Aral, tekniksiyenê me kek Xelîl Soykut du sê salan wisa dewam kir. Sala 1982´yan Şivan û Gulistan ji me qetiyan çûn Swêdê. Şehîd Sefkan û Şehîd Mizgîn bi rêxistinî ji welat şandin, em bûbûn komeke her kesî, edî em dihatin naskirin; lê navê komê tine bû, me sala 1983´yan Hunerkom ava kir. Hingê bi rasti hemû hevalan bi salan bê menfaeta  şexsî bi ked û bi fedekariyên gelekî mezin bi hevalbendiyeke mezin bi duristî kar û xebat kir. Me kar hemû dabû ser milên xwe. Govend, şano û beşên din, yeko yeko bi deng û tembura xwe jî hejmarê me zêdetir dibû. Ji ber wê em hemû wek kom jî derdiketin. Me nav li komê kir; Koma Bexwedan. Bi îmkanên kêm, me karekî gelekî mezin meşand.

Çiya da dûv rêûesma Pîrên xwe

Hozan Çiya (Gazî Sayan), li gundê Şarog ê navçeya Çewlîkê Kanîreşê  2´yê Gulana sala 1962´yan hatiyê dinê. Çiya di nava malbatekê Elewî de mezin dibe. Çiya gelek ji çand û baweriya xwe hez dikir. Di çanda Elewîtiyê de tembûr xwedî cihekî taybet e. Dema Pîr dihatin nava gund û li saz û tembûrê didan, ev yek ji bo Çiya gelekî balkêş bûye. Ji lewma hîna di zarokatiya xwe de bi derfetên xwe, xwe fêrî sazê kiribû. Dayika Çiya ji bo wî digot, dema Çiya zarok bû, dixwest weke Pîrê xwe, xwe fêrî lêdana tembûrê bike. Ji ber ku ji bo Çiya fêrbûna lêxistina tembûrê nîşaneya Elewîtiyê bû.

Hozan Çiya tiyê min e, birayê hevjînê min e. Bavê Hozan Çiya li Elmanyayê karker bû.  Di sala 1974´an de gava Çiya 13 salî bû, wî Çiya aniye Elmanyayê. Ew li Elmanya diçû dibistanê, lê li malê xwe fêrî tembûrê kir. Hîna pirr ciwan bû wî rêxistin nas kir û ket nava xebatên çandê. Di şevên me yê ewil de, beriya me hemûyan Çiya bi tembûr û bi stiranên xwe derdiket bernamê. Stranên wî hemû, gotinên wan wî bixwe dinivîsandin. Axir bi tembûra xwe derdiket ser dikê, ji kar û xebata xwe gelekî hez dikir. Bi her kesî re gelekî bi espîrî û bi hurmet bû. Di demeke kurt de di warê siyasî de jî xwe gelekî bi peş ve bir û rexistinê ew şand mintqeyên din. Wî hem karê hunerî hem xebata gel dimeşand. Piştre çû Başûr. Çend salan li wê derê weke xebatên çandê û huner kirin. Piştre şehîd bû li Başûr sala 1996´an. Ez zêde bi hûrgiliyên şehadeta wî nizanim.

PDK´ê ew înfaz kir

Hevrêyê wî Muharem Aral, li ser şehadeta Hozan Çiya van agahiyan dide: “Herî dawî li Hewlêrê bû. Xelkê jê hez dikir. Wî hunermendên Başûrî dianîn cem hev, xebat dikirin. Lê belê 16´ê Gulana 1997´an komkujiya Hewlêrê çêbû. Hevalên li Heyva Sor, hevalên li NÇM´ê û saziyên çapemeniyê hatin qetilkirin. Heval Çiya jî li NÇM´ê bû. Hevalekî me ji çandê hebû, ew jî li wir şehîd bû. Em bi Çiya re diaxivîn. Hingê wî notek ji min re şandibû û gotibû, “Rewş pirr kirîtîk e.” Wî endîşaya komkujiyê îfade dikir. Di dema komkujiyê de wî xwe ji Hewlêrê xilas kir, lê PDK´ê ew girt, li hepsa Akrê ragirtî bû. Hingê hin nûçe dihatin ku ew dijî û li hepsê ye. Piştre nûçeyek hat, digotin, Çiya hatiye qetilkirin. Lê paşê wan di çapemeniya xwe de got, na, Hozan Çiya sax e. Hingê di rewşa şer a dijwar de, ji bo tolhildanê, wan ew qetil kir tevî 3 gerîla 6 welatparêzan; hema piştî şerekî dijwar, piştî komkujiya Hewlêrê bi 6 mehan.

Di komkujiya li Hewlêrê de PDK´ê 65 heval qetil kirin. Hingê wan di çapemeniya xwe de gotibû, “me 300 kes ji PKK´ê kuştine”. Ev jî nîşan dide ku wan gelek welatparêz jî qetil kirine. Heval Çiya jî gelekî li ber xwe da.  Em demekê li heman cihî man. Ez jî wî careke din bi bîr tînim û rêzê jê re digirim.

SERVÎSA POLÎTÎKART

Yazarın diğer yazıları

    None Found