Ew Kurd e, lê….

Gotinên ji ser zimanê mirovan dişeqitin, bi giranî niyet û tiştên di giyana mirovan de veşartî, sevya têgîhîştin û kemilandina mirovan dide der. Hele kesên xwe li ser her tiştî re dibînin, hê bêtir xiniziya derûniya xwe bi gotinên bikartîne re diteyîsîne. Her wisa berteka mirovan ya li hemberê wan teyisandinan jî rastiya rawestana mirovan li ber çavan radixine. Mînak; kesên giyankole bi şabûn û pesin dibêje: Axa, serbaz û û ji min re “Kurê kerê got!” Ew ti car nikane vê çêrkirinê wek rencîdekirina anor û şerefa xwe bibîne.

Em werin mijarê: “Belê ew Kurd e, lê ew ji bo gelê me bendekarekî mezin e!” Erdoganê dîktator ev gotin ji bo Omer Çelîk gotibû. Yek; mirovekî mirovbûna xwe wendanekirî, lê edeba mirovbûnê hebe, bi kêmasî li gor payeya xwe jî be, ji bo mirovekî ji rêzê re jî gotineke wiha bikarnayne. Du; eger li mirovekî anor û şerm hebe, li hember vê gotina anora mirovan dişkêne, yan bi bersiveke têr wê gotinê wek sileyekê li rûçikê wî dida, yan jî ew welata li cih dihîşt û diçû. Lê xuyaye ku herduyan jî rûçikên xwe bi ava tirşiyê şuştine, ne di wê asta têgihîştina mirovî de ne. Mixabin ku bi deh hezaran mirovên anor û mirovbûna wan xesandî di bin çengê dîktator û şovenîstan de ne. Ev helwesta wek nexweşiyeke kironîk jî her diçe wek saweke bê derman di nava civaka xesandî de belev dibe.

Me bi sedan caran ji kes û komên şovenîst û nijadperest gotinên wekî: “Belê ew kurd e, lê… ew misliman e, demokrat e, sosyalîst e, kemalîst e, ji me ye. Ew ne ji wan Kurdan e, ew kurdê baqil e, aleviyê me ye, sûniyê me ye.. lê..” bihîstiye. Ev gotinên wiha ne gotinên mirovên ji rêzê ne! Bi aliyê psikolog û zanyarên dagirkeriyê ve hatine amadekirin. Tev de ji bo bi anora gelê me, hebûna me, têgihîştina me, netewa me, şoreşgeriya me, baweriya me, tekoşîn û armanca me lîstinê bi zanistî hatine afirandin. Lê mixabin ku ev bi kesên xwe di postên nava baweri, demoqrat û sosyalîstî de ne, xweş tê, bi bişirîn gotinên wiha bi anor û şerefa mirovan tê lîstin dadiqurtînin.

Bêguman şoreşger, mirovhez û demokratên xwedan wîjdan, kesayetiyên ji bo jiyaneke wek hev li gel hev, xwerû di çarçoveya her gel û kesayetî xwedan mafê xwe yê kesî û netewîbûnê nêzîk dibin, heta ji bo vê canê xwe didin, di bîzavên li ser vê bingehî pêkhatine de cihê xwe digirin, hene. Her kes ji kesayetiyên wiha re rez digire, nirxeke bê hempa dide kesayetiyên wiha.

Dagirkeran di dirokê de, xwerû jî di dema kujeriyan de, her dem cehş, xwefiroş bikaranîne, xwerû jî çeka dîn. Piştî di salên heftêyî de ji nû ve şîyarbûn bi awayê nûjen xwe birêkxistina kurdan dagirkerên tirk tirsand. Dema cunta leşkerî ya heştêyî li hember hêza Kurdan bi ser neket, ji bo ku bikanin vê şiyarbûn, xwedî bîzav û hêzbûna kurdan bişkênin, vê carê kemalîstên laîq dan aliyekê çeka dîn û tarîqatên wekî afyon û tiryakê li hundir û dervayî welêt derxistin pêşberî Kurdan. Hem jî bi rêberiyeke herî dekbaz, sextekar, hov û talanker ên bi salan di nava „Milli Turk Talebe Bîrligî“ de bi her awayî hatibûn perwerdekirin. Li gel wê paşverûtiya di nava welatên Ereb û misliman de jî li ser sere Kurdan civandin. Dema DYA û NATOyê jî xwestin, Rojhilata Navîn ji nû ve dizayin bikin, karê wan hêsantir bû. Mejîgenî, serserî, sangoleyên hemû cihanê civandin û kirin bela serê Kurdên berxwidêr û bi bîzav.

Dîktatorekî diz, sextekar, virker ê di nava tewana li dij mirovahiyê de xeriqî, derxistin pêş. Bi destekî kotek û komkujî, bi destekî dîn îman û çend hestî, li gel wê ji bo ku bikanin bi serkevin; wisa kirin, mirov bi birçîbûnê re rû bi rû hîştin, zagonên xwe jî li gor karekterên xwe lewitandin. Di dema kemalîstên qaşo laîq de kurdên misliman ewqas bi xwe ve girênedabûn û nexistibûn nava îxanetê û baweriyeke wisa sexte û koletiyê.

Sinc, edep, exlaq, rêgezên civakê di nava heriyeke bêkesayetiyê de lewitandin. Dibe ji wê be, dema dîktator dibêje: “Em ê ewqasa Kurd bikujin, bavên zîndanan! Em ê dest daynin ser hebûna hemû mirovên Kurd!” Ji civaka di nava bêdengiya keriyê pez de ne, tenê dengê çepik û halanê radibe. Ango ne tenê edeba heyî baymal kirine. Êdi piraniya civakê jî rizandine.

Ji bo ku mirov bikane pêşî li vê rizandina civakê bigire, wan bê edeb, dekbaz û sextekaran bişîne dojeha dîrokê, divê mirov bi lez û bez nûveyên zindî mane, yan jî hê rastî û anora xwe bi tevahî wendanekirine birêkbixe, bi hêzeke kêrhatî wan dagirkerên xwînxwar ên bi dîn û îman hatine poşandin, bişîne selexana hovan.

Yazarın diğer yazıları