Ew rûmeta me ne

Pergala serdest ev pênc hezar sale hebûna xwe li ser tinekirina vîna jinê saz kiriye. Lewma ji bo tola xwe hilîne li hemberî jina azad serî li rê û rêbazên qirêj hemûyan dide. Di sedsala 21. de xwestin vê yekê destpêkê li Şengalê bi êrişa li dijî jinên Êzidî bikin. Bi nûnerê sîstama reş xwestin nirxên pîroz ên li Rojhilata Navîn hatin afirandin ji holê rakin. Niha li cîhanê bi destê jina têkoşer û azadîxwez guhertinên ber bi çav derdikevin pêş û jin dibin xwedî hêz û îrade. Wê çawa pêşî li vê bigirin? Bêguman wê bi êrîş û hovîtiyê hewil bidin tola xwe ji jinan hilînin. Li Şengalê 5 hezar jin revandin, li bazaran firotin. Hîn jî bi hezaran jin winda ne û li bazaran tên firotin. Rojane bi sedan mêrî, li ser bedena jinê bi her rengî nêzîkatiyên qirêj kirin. Xwestin perdeyeke reş bikişînin ser îradeya civakê û mirovan. Ne tenê jinên Kurd, di heman demê de jinên Ereb û Ermen jî di bin paçê reş de hatin nixumandin.

Li Cerablusê koma çeteyên ku bi navê Asîfal Şîmal û serçeteyê vê komê Elî Sîco dest diavêje zaroka keç a 15 salî. Di encamê vê destavêtinê de keçik ducanî dibe û diwelide. Çete zarokê ku tê dinyayê diavêje ser sergo. Dewleta Tirk a dagirker bi navê ‘çiqila zeytûnê’ Çileya 2018´an êrişî kantona Efrînê kir û dagir kir. Piştî ku dagirkiran tişta çeteyên DAIŞ’ê li Şengalê anî serê jinên Êzîdî çeteyên wî jî li Efrînê heman tişt kir û dikin. Li bajarê Efrînê yê ku di bin dagirkeriya Erdogan û çeteyên wî de ye pergaleke mafya hatiye avakirin. Şênî tên revandin û ji malbatên wan fîdye tê xwestin. Li dijî  sivîlan talan, dizî, revandin, îşkence, destavêtin û gelek sûcên şer tên kirin.

Jinên ku ji aliyê leşkerên Tirk û çeteyên wê tên revandin li bazarên Ezazê tên firotin. Niha jî çeteyên Erdogan li herêmên dagir kirine, heman rêbazê bi kar tînin. Laçikên reş li ser jinan ferz dikin. Piştî çete ketin Serêkaniyê, jinên ku dixwazin birevin ji aliyê çeteyan ve tên astengkirin û jinên ciwan tên revandin. Belê em bahsa kiryarên çeteyan dikin. Carna navên wan çeteyan çeteyên Erdogan carna DAIŞ û carna jî Elqaîde ne.

Çeteyên Erdogan 10’ê tebaxa 2015an li Gimgima Mûşê li pêş çavê dinyayê li ser bedana tazî ya Ekin Wan lîstin. Ev jina çeleng, pêşî sax hatibû girtin, piştre bi êşkenceyê hatibû qetilkirin. Armanca vê hovîtiya polîs, leşker û rayadarên Tirk ew bû ku rûmeta kurdan bişikênin. Lê li dijî vê kiryara kirêt bi hezaran jin daketin meydanan û gotin bedena Ekîn Wanê bedena me ye. Ev rêbaza çeteyên hov di Şibata 2018`an de li Efrînê li dijî Barîn Kobanê jî hatibû kirin. Artêşa dagirker 58 rojan bi hêza xwe hemûyî êriş bir ser Efrînê. Lê dema li hemberî berxwedanê tengav bû serî li rêbazên dijmirovî dan. Dîsa bi heman awayî dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wê  Sekretera Giştî ya Partiya Paşerojê ya Sûriyeyê Hevrîn Xelef qetil kirin. Çeteyên Ceyş El Wetenî piştî çûn ser cenazeyê Hevrîn Xelef bi hovîtiyeke dûrî aqilan zirar danê. Bi heman şêweyî çeteyên artêşa Tirk a dagirker li gundekî Kobanê bi cenazeyê şervanek YPJ`ê lîstin. 22`ê Cotmehê tevî agirbesta ragihandî çeteyên artêşa Tirk a dagirker êrişî nuqteyek YPJ`ê li gundewarê Kobanê kirin. Çeteyên artêşa Tirk a dagirker bi cenazeyê şervana bi navê Amara lîstin. Di dimen de ku çeteyekî girtiye, çawa çete bi cenazeya şervana YPJ`ê dilîzin diyar dibe.

Di 21’ê Cotmehê de jî çeteyên dewleta Tirk a dagirker, êrişî gundê Mişrefa yê girêdayî Eyn Îsa dikin. Di encama vê êrişê de şervana YPJ‘ê Çîçek Kobanê, ji lingê xwe  birîndar dibe û bi birîndarî dîl dikeve destê çeteyên Erdogan. Ev jina têkoşer ji bo hebûna gelê xwe û rûmeta mirovahiyê biparêze di eniya berxwedanê de cihê xwe digere. Lê me teva dît ku çeteyên ku ti pîvanên exlaqî û mirovahî nasnakin li pêş çavê dinyayê bi çi şeweyî dîmenên jina bîrîndar weşandin. Bi van rêbazên dixwazin vîna jina azad bişkênin. Lê bira ew û mîmarê vê zêhniyeta reş baş bizanin ku wê ev hovîtiya wan di dilê her jinekê de hêrsa tolhildanê hil bike û li hemberî van êrişên ku rûmeta jinan dike hedef raka ser piyan û dengê wan bike yek.

Dewleta Tirk, ango dewleta çeteyan, ji bo çanda kevnar a di şexsê jinê de temsîla xwe dibîne ji holê rake, hovîtiyên herî mezin dimeşîne. Ev kiryarên qirêj û bê exlaq yên îro li ser bedena jinê têne kirin encam û asta faşîzma wê dide diyarkirin. Lê bira xwediyê kiryarên kirêt baş bizanibin ku jinan carekê biryara azadiyê dane, berdêla wê çi dibe bila bibe wê vîna azad bi ser keve.

Yazarın diğer yazıları