Ew wêneyê dîrokî

Xortê ji piyan sekinîye, di destê wî de çekek û bi awirên kûr û dûr li objektîfa wênekêş dimêzîne. Pora wî li ber bayê ketiye, di wêneyê de jî bi tevger e. Bayê ku mizginiyeke dilşadiyê jî bi xwe re tîne pora xortî şeh dike, mist dide. Simbêlê wî yê di şêweyê şoregerî de bi ser lêva wî ve xwe berdaye xwarê, xweşikbûneke gelek rakêşer li rûyê wî yê girover zêde dike. Kincê lê mîna ku ne li ser hatibe pîvan, lê dîsa jî pir li bejna wî tê.

Piştî salên dirêj komeke ciwanên ku ji metropolan didan ser riya tevlibûna şoreşê li sinorê Bakûr û Başûr de li gundekî li serê lûtkeyan dibûn mêvanê maleke Kurd. Mêvanên hatibûn, ji bo malê, xwedan nirxên giranbuha bûn. Lewra di malê de hewayeke dîlanê hatibû pê. Zarok û piçûkên malê jî di bin wê bandorê de mabûn. Nema dizanîbûn çi bikin. Hele ew ê herî piçûk ku nû bi ziman ketibû û deqeyekê jî bê axaftin nedisekinî, wisa li dora wan diçû û dihat.

Gava mêvanan navê wî jê pirsîn, serê xwe bi awayekî şanazî li wêneyê li dîwêr hilawestî zivirand û bi dengekî ji xwe bawer got: ’Navê min Egîd e.’

Ew koma ciwanan, ew gundê li lûtkeyên bilind, ew zarokê zarşîrîn û bi navê xwe şanaz û ew wêneyê dîwêr bi heman şêweyî û bi heman naverokî ve bi sedan carî li gelek deverên welêt pirbare dibû û dibe. Her wisa rewşa herikîna dîrokê wisa nîşan dide ku wê bê rawestin dewam jî bike. Xortê ku bi wî wêneyê, bi çeka di destê xwe de û bi wan awirên tije hêrs, tije nefret, tije evîn û tije bawerî li kûrahiya dîrokê dinêrî û dûrahiya rojên azad dipîva teqez dizanîbû ku wê ew dîmen ne dîmeneke ji rêzê be.

Li gel wî ew gundiyên li wan lûtkeyan yên di mehên dirêj yên zivistanê de peywendiya wan bi tevahî ji dinê qut dibûn û di mercên ne asayî de dijiyan jî bi çavên tije meraq li wan ciwanan mêze dikirin. Dema fermandarê di wêneyê navdar de hatibû wan hêlan jî wisa li koma çekdarên pê re mêze kiribûn û digotin: ’Di vê sir û seqemê, di vê zivistana reş û dijwar de cin jî nikarin li van lûtkeyan bijîn, ev ciwanên ku gelek ji wan çiya deyne alîyekî, lingên wan bi gundan jî neketine wê çawa debara xwe bikin? Em ku zarokên van çiyan û lûtkeyan in, ew zinar û lat dergûşên me ne. Di kîjan şikevtê de kîjan lawir heye, di kîjan kendalê de çi şiverê hene, di kîjan newalê de taldeyeke çawa heye em bost bi bost dizanin û nas dikin. Lê dîsa jî em newêrin di çile û reşemehan de ji qula xênî jî derkevin. Ev ciwanên nazik û nazenîn wê çawa di bin wê aşît û şepayê de bistirin. Em hemû deynin alîkî ew balafirên ku di her nizmbûn û bilindbûnê de bi qasî dinyayekê mirinê bi ser wan de dibarînin!’

Carna jî gava di nav xwe de diaxivîn behsa serpêhatiyên kevin yên bav û kalan dikirin û digotin: ’Heyfa van ciwanan! Mirovên gelek wêrek û fêris in, mirovên pir zana û pispor in lê ew ê nekarin li dijî vê xwezaya dijwar û dijminê hêzdar li ber xwe bidin. Di dîrokê de jî gelek kesan xwestin bigihijîn wî miradî lê nema karîn çend salan jî bidomînin. Ji Bedirxaniyan, heta Ûbeydûllah, ji Îhsan Nurî heta Şêx Seîdan û wisa ev silsile xwe digihîne Dr. Şivan, Çeko û Brûsk ka çi bi serê wan de hat? Hin ji wan bê serûber çûn, bûn pariyên devê neyaran. Hela Dr. Şivan û hevalên wî bi destê Kurdan hatin kuştin. Niha jî ciyê gora wan jî ne diyar e.’

Wiha hizir dikirin. Li aliyekî ji liv û tevgera wan re, ji rabûn û rûniştina wan, axaftin û gotinên wan re heyran diman. Li aliyê din jî dilê xwe bi wan dişewitandin. Ev ciwanên ku gelek ji wan ji zanîngehên bilind jî perwerdekirî bûn, dev ji jiyaneke bilind berdabûn û xwe li van çiyan girtibûn.

Lê gundî û şêniyên li lûtkeyan piştî wê kêliya ku weke Dîroka Nû Li Dihê dest pê kir hate pênasekirin û dîsa weke Guleya Yekemîn a Li Dijî Dagirkeriyê hat binavkirin, fikar û pirsên bi weswese ji holê radibûn.

Guleya ku ji çeka fermandarê di wêneyê de derdiket, serdema baweriyeke nû dianî welêt. Fermandar her der û devara lê digeriya wê baweriyê belav dikir. Ji pora wî ya belavela heta bi sola wî ya şidyayî ya di lingê wî de tev de wê baweriyê difûrandin. Ji giyayê di bin lingê wî heta şikevta ew lê radiza tev de şahidiya wê baweriyê dikirin. Helbet ew dem jî Tomasên Gumanber anku yên bêbawerî jî hebûn. Gava Mesîh jî behsa ola xwe ya nû dikir di nav hewariyan de yê bi navê Tomas di dilê xwe de digot: ’Ne pêkan e, ev xeyal in!’ Wisa jî heta Mesîh li çarmixê didin û weke wî gotibû, piştî sê rojan jî ji mirinê hişyar dibû. Tomas dîsa jî digot: ’Na! Ev ne rast e.’ Mesîh digot :’Were Tomas, ez im. Were destê xwe bixe birîna min.’ Heta Tomas li xwîna bi destê xwe ve dinêrî hişê wî dihat serê wî îman dianî.

Ew roj û ev roj wê Tomas jî tim hebin, Petrûs jî, lê çeka di destê fermandarî de û fikra wî mîna bayê ku pora wî şeh dikir li tevahiya dinê digere.

Yazarın diğer yazıları