Ez çima ne antropolog im?

Cihêkirina duyemîn, vejandina zanîngehan bû, yan jî, heger mirov çêtir bi nav bike, îcadkirina zanîngehên modern bû, û ev yek di modernîteya kapîtalîst de di warê hilberandina zanînê de mîladek bû. Li wan ew zanistên civakî hatin hînkirin û sefandin ku dewletê ji xwe re wekî navend dibînin.

Andrej GRUBACIC*

Vê dawiyê ez di bernameyeke li Rojava de wekî profesorê antropolojiyê hatim danasîn. Ji ber ku ez di zanîngeheke Emerîkî de dersên antropolojiyê didim û pê debara xwe dikim, ev yek bi awayekî teknîkî ne şaş be jî, min xwe ti caran wekî antropolog nedîtiye. Yek ji sedemên vê aciziya min ew e ku ez wekî dîroknas û civaknas hatime perwerdekirin. Lê mijareke din a vê gotara kurt ku behtir di cih de ye, ew e ku ez bawer nakim ku tiştekî bi navê antropolojiyê hebe.

Bihêlin ez vê yekê rave bikim. Dîsîplînên zanistên civakî hebûnên tevlihev in. Ew ne bi tenê warên lêgerîna fikrî ne, lê her weha yên rêxistin û çandan in jî. Ev dîsîplîn di serdemeke kurt a nisbî de, ango di navbera 1885´an û 1945´an de, hatin îcadkirin. Beriya vê serdemê, ji bo lêkolînên zanistî yên civakî bi sedan navên cihê dihatin bikaranîn. Di sedsala dirêj a 19´an de ev nav bi tenê heta 6 heban hatin kêmkirin: antropolojî, civaknasî, lêkolînên oriyental, aborî, dîrok û zanistên siyasî. Û ev şeş dîsîplîn bûn navê wan agahiyan ku bi tenê li pênc welatên Ewrûpî û Emerîkî ji aliyê pisporan ve dihatin hilberandin.

Cihêkirina çêkirê ya heqîqetê

Mirov dikare gotûbêj bike ku di modernîteya kapîtalîst de hilberandina agahiyê spartine ser esasê cihêbûna “du çandan”: zanist, ku wekî lêgarîna heqîqetê ya bi rêya lêkolînê dihat dîtin, û felsefe jî weha dihat dîtin, ku bi spekulasyon û qaîdeyên exlaqî re mijûl dibe. Vê cihêkirinê, di navbera wan yekan de sînorekî eşkere danî ka lêgerîna heqîqetê çi ye û lêkolîna edaletê çi ye. Bi dîtina min, yek ji pêşgavê hêrî pêşîn ê azadker ê epîstemîk (derbarê heqîqetê de) wê ew be, heger ev cihêkirina sûnî (ne xwezayî, çêkirî) ya heqîqetê ji holê were rakirin û ev her du qadên zanînê dîsa bigihîjin hev.

Cihêkirina rojava û rojhilat

Cihêkirina duyemîn, vejandina zanîngehan bû, yan jî, heger mirov çêtir bi nav bike, îcadkirina zanîngehên modern bû, û ev yek di modernîteya kapîtalîst de di warê hilberandina zanînê de mîladek bû. Zanîngehan beşên modern damezirandin ku tê de ew zanistên civakî hatin hînkirin û sefandin ku dewletê ji xwe re wekî navend dibînin. Di taliyê de zanistên civakî li ser sê mîhweran hatin birêxistinkirin: dema bihurî (dîrok û lêkolînên oriyental) û dema niha (civaknasî, mirovnasî, aborî, zanistên civakî); Rojava (civaknasî, aborî, zanistên siyasî û dîrok) û ne-Rojava (mirovnasî û lêkolînên oriyental); û li derûdora esasê rêxistina lîberal a civakê ya di navbera dewlet (zanistên siyasî), bazar (aborî) û civak (civaknasî). Metodolojî (rêbaz, azîn) têkiliya reqabetî ya di navbera dîsîplîn û şarezayên nomotetîk û îdîografîk de hat dagirtin û binxêz kirin: yan qaîdeyên giştî yên dema niha ya bêdawî yan jî yên dema bihurî ya dûr û arşîvî ya “objektîf” .

Pirr neçû, pêkhateyên din ên rêxistinî jî hatin damezirandin: kovarên zanistî, pirtûkxane, rêxistinên pîşeyî û konferans. Dema ku em ketin sedsala 20´an, rêxistina sêalî ya zanîngehê, ya navbera zanistên mirovî, zanistên civakî û zanistên xwezayî, xweş hatibû cihbicihkirin. Zanistên civakî her yek wekî wekî kelehên hêzdar peyde bûn ku bi pêbawernebûneke hevpar a rêxistinî ji hev hatin cihêkirin.

Zanistên civakî îcadên modernîteya kapîtalîst in

Daku van hemûyan zelaltir bikim, çêtir e ku weha bibêjim, zanistên civakî îcadên modernîteya kapîtalîst in. Ew, şewqdanên bîrdoziyên cihanî û herweha yên pêdiviyên siyasî yên pratîk ên çanda lîberal in. Lê belê, ev dem hatin guhertin. Niha ku em dikevin serdemeke seqemnegîriya sîstematîk ku ispata vê yekê ne tenê qeyrana aborî ye, lê herweha qeyrana dewletê ye, divê em îdamekirina rêxistinkirina lîberal a zanînê û hilberandina kapîtalîst a zanistê ku dewletê ji xwe re wekî navend digire, red bikin. Divê em nasmaneya çanda dîsîplînên zanistên civakî bi pêş bixin û rûmetê bidin wê, û em red bikin fikr-tengiya qada lêkolînê û rêxistinên avabûnî ku ji bo sedsala 19´an munasib bûn. Di vê pêşniyazê de ti tişta taybet a şoreşgerî nîne. Di dawiyê de zanistên civakî dîtinên çêkirî yên cihanê ne û yekane tişta xwezayî jihevxistina van dîtinên çêkirî ye.

Mirov hefza xwe ji înterdîsîplîniyê bike

Di vê peywirê de tişta girîng ew e ku mirov xwe ji kemîna înterdîsîplîniyê biparêze – peyveke şolî ye ku hîna di salên 1920´an de dihat bikaranîn û îro di bin navên cihê de tê bikaranîn ku di nav wan navan de multîdîsîplînî, transdîsîplînî û pêkan e gelek navên din jî hene. Di vir de mebest ne ew e, ku mirov disîplînên heyî bigihîne hev ku bi vî awayî wan hêzdartir bike: Li şûna wê, divê em pîrozîkirina fikrî û siyasî ya zanistên civakî, avabûnên zanînê ku rastiyên civakî yên sedsala 19´an nîşan didin, red bikin. Yan na, em ê daimî di nav wan avabûnên zanînê de bixebitin ku xwe şaş dikin, muhafezekar in û di warê fikrî de ne ewqas bikêrhatî ne. Ev yek hetmen ne rêyeke hişyar e ku mirov pê nêzî rewşeke civakî ya cihanê be, ku niha di guhertineke bişiddet re derbas dibe.

Cihê nîqaşê ye, lê birêxistinkirina zanînê ya roja me ya îro di warê hemû warên lêkolînê de wekî encameke nerasterast a Şerê Cîhanê yê Duyemîn derket holê. Bi zêdebûna pisporiyên herêmî, wekî pêdiviyeke rewşa jeopolîtîk, lêkolînên oriyental û antropolojî meşrûbûna xwe ya fikrî ji dest dan. Çend dehsalên paşê, wekî encama aloziya fikrî ya sala 1968´an, lêkolînên çandî (û lêkolînên tevlihevî yên warê zanistên xwezayî) bêhtir seqemgîriya dîsîplînan û projeya zanistên civakî wekî yekpare piçûk dîtin.

Zehmetiyeke jê girîngtir a li pêşiya avabûnên modern ên zanînê ji derveyî zanîngehê hat: Şoreşa Cihanê ya 1968´an zor da dîsîplînan ku berê xwe bidin cîheteke nû ku xwe diyar dike û bi hişkî rexnengir e. Zehmetiyeke din a cidî ji jorê hat, dema ku dezgehên kapîtalîzma neolîberal zor dan ji bo qutkirina fînansmanê, bipêşxistina burokrasiyê û ji nû ve sazkirina zanistên mirovî û zanistên civakî. Ya ji vî jî tirsnaktir, ji nû ve sazkirina neolîberal qeyrana zanîngehê wekî qada sereke ya hilberîna zanînê bin xêz kirine. Heger serdema piştî Şerê Cihanê yê Duyemîn bidîta ka sîstema zanîngehê li seranserî cihanê weha belav dibe, di van salên dawî de tam jî ev hebûna zanîngehên modern ku bi awayekî kelepûrî hatine birêxistinkirin, berpirs bikira. Pirs ne ew e, ka zanistên civakî û sîstema zanîngehan wê ji nû ve were birêxistinkirin yan na, pirs ew e ka kî wê vê yekê bike û bibe serî. Berjêr yan berjor?

Rojava weke navendeke veîcadkirina dîsîplînan

Di serdana min a vê dawiyê ya Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê de, hepîşeyeke min a ji Zanîngeha Rojava xêrhatina me kir, bi qewla wê ve, jibo paytexta şoreşgeriyê ya cihanê. Ez jî pê re hevbîr im ku pêvajoya li vî parçeyê Sûriyeyê dimeşe bi rastî jî şoreşgerî ye. Ew yek wê mantiqî be heger mirov Rojava bike navenda ji nû ve îcadkirin û şikenandina dîsîplînên zanistên civakî. Di naverasta qeyrana şaristaniya kapîtalîst de divê em weha bîra zanistên civakî bibin ku dikarin alîkariya me bikin da ku em modernîteyeke nû yademokratîk ava bikin. Gelek zanistên din dikarin li cihekî werin damezirandin ku ji avabûna kevn aciz bûne ku ji cihana kapîtalîst wekî mîrat mane. Di navenda van hemûyan de pêdiviya me bi cihekî, mekanekî heye ku em lê li ser sîstemên dîrokî yên demokratîk û tecrûbeyên utopyayên pratîk lêkolînê bikin. Çima em li seranserî cihanê zanistên civakî bi rêxistin nekin da ku li şûna bazar, dewlet û civakê, li ser jin, jiyan û azadiyê lêkolînê bikin?

Jineolojî weke nimûne

Di dema seredana me ya Rojava de em bi beşa jînelojiyê hatin aşînakirin, ew jî beşek e ku hîna nû bi pêş dikeve. Ev “zanista jinê” dihêle ku jin di warê teorî, dîrokî, mefhûmî û siyasî ya li derveyî zimanê akademîk ê lêkolînên jinan û herweha yê qaîdeyên avabûyî yên femînîst, binivîsin. Lêgerîneke weha, zanisteke berfireh a ji dîtina cihanê ya bi çavên jinan, bi awiran wan re, tam ew cure zanistên civakî ye ku pêdiviya me pê heye heger me divê em civakake yeksanîperwer û nebaviksalar ava bikin. Hevpîşeyên din behsa bipêşketina dîsîplînî ya civaknasiya azadiyê kirin û ez nikarim li projeyeke jê çêtir bifikirim ji zanista civakî re, lewma di vê de lêkolîna li ser peywendiyên girêdayî hev ên navbera siyaset, demokrasî û azadiyê tê kirin, û ev armanca vê zanistê ye. Di dawiyê de, ekolojî, stûna dawî ya modernîteya demokratîk, dikare di wê perspektîvê re were xwendin ku jê re ekolojiya cihanî dibêjin. Jason W. Moore û hevkarên wî yên ji tora ekolojiya cihanî ev peyv û lêkolîn bi pêş xistine**. Li gorî vê dîtinê, tora jiyanê ne faktor ne jî guherbariyek e lê belê lehzeyeke bingehî ya hemû çalakiyên mirovan e, ji şaristaniyan heta civakan, ji zayînê heta mirinê.

Hevparê vê perspektîfê, rexneya dualîzma Xweza/Civak a wekî kozmolojî û pratîk a cihanî-dîrokî ya serdestiyê ye. Li şûna perspektîfê, hevpeyvîn û pratîk, ekolojiya cihanî wan hemûyan dipejirîne. Lewma ew di serdema qeyrana av û hewayê de zehmetiya têkbirina modên nû yên zanînê hembez dikin.

Zanisteke nû ya şoreşger

Di destpêka sedsala 20´an de, Peter Kropotkin, yek ji civaknasên azadiyê, bang li akademîsyenên radîkal kir ku zanisteke nû ya şoreşgeriyê biafirînin. Ev projeya nû, li gorî Kropotkin, wê li ser lihevkirina epîstemîk a zanist û felsefeyê bihata sipartin. Zanista civakî, zanista nû ya civakî, dikarî di vê projeyê de bi roleke girîng rabe. Cihana zanistê dikarî wekî projeyek bigihîja hev, ku tevî lêkolîna rastiyê û lêgerîna edalet û jiyaneke xweş bihatana cem hev.

Ez bawer nakim, ku ew yek têre bike mirov bibêje sîstema cihanî di rewşeke guhertina kaotîk de ye. Ev yek li ser me hemûyan ên ku li meydana zanistên civakî dixebitin, ferz e ku em bi awayekî çalak lêkolînê bikin û alternatîfên şênber bi pêş bixin li hemberî zanistên civakî yên ku dewletê dixin navendê û ji aliyê cihana kapîtalîst ve hatine îcadkirin. Da ku mirov karibe avabûnên zanînê yên behtir fikrî û di warê siyasî de bêhtir bikêrhatî biafirîne, divê em di avakirina sîstemên nû yên zanistê de, faraziyên epîstemolojîk ji serê xwe biavêjin. Ev yek hem peywir hem jî berpirsiyariya me ye.

Yazarın diğer yazıları

    None Found