‘Ez ê çavên xwe bi dîtina gundê xwe kil bikim’

SORGUL ŞÊXO / ANHA/HESEKÊ

Jina bi navê Şemsa Salih dayika 3 law û 2 keçan e. Bi xwe ji Serêkaniyê ye. Beriya 12 salan li gundê Til Mihemedê yê Navçeya Zirganê yê ku çeteyên dewleta tirk lê bi cih bûne, zewiciye. Her koçberî para wan ketiye. Têkildarî mijarê Şemsayê ya li gundê Til Mexasê dimîne hest û fikrên xwe bilêvkirin.

“Ji ber ku em di mala xwesiya xwe de bûn û zarokên me jî çêbûn em neçar man ku malekê ji xwe re ava bikin, lê pereyên me têrê nedikir. Di sala 2012’an de ez û hevjînê xwe tev çûn Laziqiyê û Banyasê. 8 salan em di baxçeyan de xebitîn û heqdestê me yê rojê pir kêm bû. Me gelek zor û zehmetî dîtin. Kengî me heqdestê xwe dan ser hev em vegeriyan gundê xwe. Me malek ava kir, lê piştî ku dagirker hatin tevahî amûrên malê talan kirin. Xanî şewitandin û kirin xwelî.”

Hêviyên berbangê dineqişînin

Şemsayê dibêje, Aşûriyan deriyê xwe li wan vekirine û bi vî awayî jî balê dikişîne bihevrebûna Kurd, Ereb û Aşûriyan bi xuşk û biratiyê ye û û got; “Em û cîranên xwe bi roj û êvaran li hev kom dibin û der barê rewşa heyî de nîqaş dikin. Li ser vegera gund hêvî, xeyal û xewnên xwe dineqişînin. Di tarîtiya şevê de hêviyên berbangê dineqişînin. Em hêzê didin hevdu da ku hêviyên me her dem zindî bin. “

Şemsayê di dawiyê de hêviya xwe anî ziman û got: ”Bila dewleta tirk ji ser axa me derkeve. Em ê warê xwe yê hatiye rûxandin ji nû ve ava bikin. Wê rojek dîsa were û ez ê çavên xwe bi dîtina gundê xwe kil bikim û wê cîhan jî bibe şahidê vê rojê.”

Yazarın diğer yazıları

    None Found