‘Ez nebim, hûn nînin!’

Em di welatek û serdemekewiha de dijîn ku cenazeyên mirovan di bin berfê de ne. Em di serdemekê de dijîn ku xelkê me cenazeyên xwe venaşêrin û heta sibê li ber nobedariyê dikin. Li kêleka me ev bûyeran diqewimin, her kes û em hemû bêdeng in. Piştî ku şoreşgerên weke Sêwê Demîr û du hevalên wê sekna demê bi şehadeta xwe careke din xistin bîra me lê hêj pêşengtiya şoreşa Bakûrê Kurdistanê rast û li gor sekna wan rêhevalan nayê kirin. Di pêkanîna şoreşê û di wê de ku em divê êdî lingê neyaran li ser axa xwe kurt bikin û bera wan bidin, hêj civaka Kurd li Bakurê Kurdistanê baş nehatiye îqnakirin. Bi nêrîna min ev di serî de pirsgirêka rêveberî û nûnerên gel e li Bakurê Kurdistanê. 

Mijarek din li Bakurê Kurdistanê bi taybet li çend bajaran berxwedaniye bêhempa heye û mirovên me li hember tank, top û bi hezaran leşker û tîmên taybet ku di bajaran de bi cih bûne, bi xendeq û hêza xwe ya cewherî xwe diparêzin. Lê belê zimanê ragihandina Kurdî radibe û rûdinê dibêje li Bakurê Kurdistanê komkujî heye, rast e komkujî heye, jixwe ew leşker û çeteyên Erdogan ji bo wê li Kurdistanê ne, karê wan ew e, tu gumanek ji vê nîne. Lê ya herî esasî berxwedana gel e, li cihekî ger berxwedanî nebe li wir dewlet karê xwe pê nayne. Gel li ber xwe dide, xwe diparêze û şerê tank û topan dike. Ragihandinên kurtêrxwer ên dewletê 24 seatan pesna wan kujer û qatîlên li Kurdistanê terorê dimeşînin, didin û hemû derfetên xwe ji bo vê terxan kirine. Li hember vê yekê di ragihandinên Kurdî de li dijî vê şerê pîskolojîk derxistina pêş yên hestên berxwedan û serhildanê, gelekî kêm e. Şerê ku ragihandina AKP’ê dike, nixumandina hemû binkeftinên xwe li hemberî vîna berxwedêr a gel e. Wekî ku îsyanekî wek îsyanên di dîroka Kurdan de divemirînin, tev digerin, hikûmeta zilm û tirsê di Kurdistan de ava dikin. Lê xafil ji hêza Kurdan in ku Kurd li hemû parçeyên Kurdistanê û bi taybet li Bakur xwedî artêşek azadiyê ye. Ji bo vê jî her kes bi qasî cihê lê dimîne, li bajar, gund û taxên xwe çeka xwe rake û xwe biparêze, ji wê baştire ku her roj daxuyaniyên çapemeniyê bide yan jî bimeşe. 

Rewşa awarte li Kurdistanê heye, tank û top li ber derî û berê wan li malan, wê demê meşên sivîl û medenî çi wateya xwe heye. Meşên demokratîk ji bo wan deman bû ku leşker di qereqolên xwe de bûn û berê çekên wan li pêsîra kesî nebû. Her bajarek li şûna ber bi bajarên li ber xwe didin de dimeşin, çima parastina bajarê xwe bihêz nakin û serî ranakin? Dema meş û daxuyaniyên çapemeniyê nemaye. Di lîteratura çeteyên hov ên AKP’ê de demokrasî nîne û nabe jî, ew dagirker in, ew celadên Kurdan in, wê demê bersiv a wan jî divê li gor wê be. Lê di rewşa heyî de ku dîsa bi bîr dixim, cenaze di bin berfê de mane û em behsa wê ku dewlet destûr bide yan nede ku ew cenaze were veşartin. Li welatekî û di serdemek wisa de ku behsa mafê jiyan û mirovahiyê tê kirin, tabloyên bi êş ên li bajarên Bakurê Kurdistanê, hovbûn û dîkatorbûna dewletê derdixe holê, ger dewlet li ser piyane diyare ku me hêviyek jiyanê dayê. Gotina dayika li Silopyayê gelekî watedar û felsefîk e ku ji nûnerên xwe û dewletê re digot; ‘Ez nebim, hûn nînin!’ dewletê dilê xwe bi nebûna hewlesta gel li tevahiya Kurdistan û Tirkiyê li hember van hovîtiyan xweş kiriye û wisa har bûye. Bila hemû welat, bajar û tax rabin ser piyan wê demê emê hêza wan leşkerên bizdonek ku maskeyên reş bi rûyên xwe ve pêçane bibînin. Bila hêzên fedayî yên gerîla dakevin bajaran wê demê emê wan leşkerên ku li dibistanan bêşermane wêneyên xwe dikşînin bibînin. Hêza dewlet û leşkeran li hember vîna gelan bi qasî serê derziyê jî nîne, çawa ku di dîrokê de împeratorên mezin bi îdolojiyên herî bihêz têk çûne, bi gotinekî wek gotinên wan dayikên me yên îro li ber xwe didin jî kêlîyekî li ser piyan namîne ew dewleta qaşo bihêz!

Yazarın diğer yazıları