Ez şîv bim, tu taştê yî!

Serokê Eşîra Rema, Emînê Ehmed an Emînê Perîxanê yek ji van kesan e ku jiyana wî mîna ibretekê mirov dikare nîşan bide.

Perîxanê mîna jineke bihêz a bi salan di rêvebirina eşîra Rema de xwedî roleke diyarker tê pênasekirin. Piştî mîrina mêrê wê Birhîm bi birayê wî Ehmed re dizewice. Pênc kurên Perîxanê ji aliyê dewletê ve lê bi xiyaneta birayan hatin qetilkirin.

Emînê Perîxanê di şerê Osmanî û Rûsan de bi dildarî çû eniya şer û ji ber xizmet û lehengiyên bêhempa nîşandan ji aliyê dîwana herbê ve bi sê madalyayan hate xelatkirin. Her wiha di dema serhildana Şêx Seîd a 1925’an de mîna gelek serokeşîrên din hevkariya dewletê kir. Lê belê dîsa jî bû hedefa dewletê û reviya Rojavayê Kurdistanê ku wê demê di bin dagirkeriya Fransayê de bû. Xwe siparte serokê eşîra Hevêrka, Haco. Di nava sazûmankarên Xoybûnê de cih girt. Têkilî û peymanên di navbera Xoybûn û partiya Ermenî Taşnak re dewleta Tirk a nû hatibû sazkirin xiste nava tirsê û yek bi yek bi rêbazên cuda bi rêveber û serokên eşîran ên reviyabûn Rojava-Sûriyeyê re têkilî danî û ji bo vê înîsayatîfa ava bûyî bifeşkilîne, hin efûyên sexte derxistin. Armanc jî bêgûman têkbirina yekîtiya Kurdan, hevkariya Kurd û Ermeniyan û îhtîmala hevkariya Fransa û eşîrên Kurd bû.

Emînê Perîxanê di encama hevdîtinên veşartî de biryar da vegere Tirkiyeyê. Bi fermana Mustafa Kemal Ataturk di sala 1928’an de efûyek hate ragihandin. Tê gotin, dema Emînê Perîxanê diçe xatir bixwaze, Haco ji civata xwe re dibêje, “Ka em fatîheyekê li ser ruhê Emîn bixwînin.” Piştî xwendina fatîhayê Haco berdewamiya gotinê xwe tîne: “Emîn tu ji sozên Tirkan bawer dikî û vedigerî. Ez dizanim ku wê te bikûjin. Emê nikaribin werin taziyeya te, ji ber vê yekê ji niha de me fatîhaya te xwend.” Emînê Perîxanê li şîret, hişyarî û gotinê Haco guhdarî nake û di havîna 1928’an de vedigere.

Piştî vegera xwe hemû sir û navoraka avabûna Xoybûnê jî ji rayedarên dewleta Tirk re dibêje.

Tevî plana têkbirina Xoybûnê jî, dibe ku bi taybetî vegera Emîn hatibe teşwîqkirin. Di heman pêvajoyê de birayê wî yê ji apê wî Evdileyê Birhîm li dij dewletê di nava serhildanê de bû. Fermandarê Tirk Semîr Beg ê di qetlîama Kurdan û şewitandina gundan navdar bû ji aliyê Evdileyê Birhîm ve hate kuştin. Dibe ku dewletê ji bo Evdile tasfiye bike bi taybetî efû ji Emîn re derxistibe. Tevî ku her kesî dizanî ku Evdileyê Birhîm li Suriyeyê ye jî, ew vegeriyaye gundê xwe. Bi îxbara birayê wî Emîn,  Evdileyê Birhîm û 11 mirovên nêzî wî hatin desteser kirin û qetilkirin. Gotina, “Ez şîv bim, tu taştê yî” jî gotina Evdîlê Birhîm e, dema ji bo wî qetil bikin, birine  wî ev ji Emînê Perîxanê re gotiye û ev gotin di nava Kurdan de belav bûye.

Piştî kuştina Evdile bi du salan yanî di sala 1930’î de çend cendermeyên Tirk bi hîleya ku Walî dixwaze wî bibîne ew ji mal derxistin û di rê de dema nimêj dikir guleyek bera serê wî dan. Paşê jî gotina, “dema Emîn bi me re bû kurê wî Şikrî kemîn avête pêşiya me û bavê xwe kuşt” belav dikin. Hem Emîn dikûjin, hem jî fermana kurê wî derdixin. Li ser vê yekê Şikrî jî neçar reviya Sûriyeyê.”

Bi başî û xirabiyên xwe Emînê Ehmed yan jî Emînê Perîxanê di dîrokê de cihê xwe girt. Ji ber kuştina wî ji aliyê dewletê ve û statuya wî ya serokatiya eşîrê stran jî avêtine ser. Strana navdar “Ha wer delal” mîna zêmarekê ji bo wî hatiye gotin:

Ha wer delal, ha wer delal, tu delal î

Emînê Ehmed, Bavê Şikrî, Siwarê Sîqan

Ezê çûme aliyê male, ti ne li mal î

***

Dema Emînê Perîxanê vedigere bakûrê Kurdistanê dewleta Tirk di destpêkê de şertê ku li gundekî deştê nêzî sînor bi cîh bibe datînin ber. Emîn li Kertwênê gundê ku ez lê ji dayik bûme, yê ser bi Nisêbînê bi cîh dibe. Her wiha bi efûyê re hin malbatên Siloqiyan jî pê re li Kertwênê bi cîh dibin.

Rewestgaha yekemîn a Emînê Perîxanê Kertwênê û serpêhatiya Siloqiyan mijara nivîsa hefteya werê ye.

Yazarın diğer yazıları