‘Ez tenê canê xwe difiroşim lê hûn…’

Şêrko Bêkes dibêje; “Laşfiroşek li ser kolanên vî bajarî, bi dawa kirasê xwe digire, radike û hawar dike; Ez tenê canê xwe difroşim! Her xwe û bes. Lê li ser vê kolanê dibînim, laşê deşt, laşê baxçe, laşê tavê û laşê Baranê tê firotin û Bê ti behayekî li ser kursiyê rûmeta vî welatî rûniştine…”

Ev welat wek dayikekê ye ku her roja zarokên bê xêr, şîrê ji sînga wê dimiçiqînin û difroşin. Şîrê dayikê zuha dikin û paşê li ser vî şîrê helal, nanê heram dixwin. Jin li vî welatî tên firotin, şîrê dayikê qirêj dikin, xulamên ber deriyê modernîteyê. Li vî welatî laşfiroş hene û em ji bo wan jî dengê xwe nakin. Ger laşfiroşî li vî welatî ewqas reh berdaye, dibe her tişt were firotin. Kes dengê xwe nake li laşfiroşiyan, ji ber bextewer in bi welatê ku di serî de jin û tevahiya welat lê were firotin. Bêdeng in ji ber ku ew jî tiştekî difroşin, ew jî nanekî heram dixwin. Ji bo wê kes ne dengê wê keça li ser kolanê dibihîze, ne temaşeyî rûyê wê dike, ne wê wek mirov dibînin, ne jî li halê xwe temaşe dikin. Halê keçên vî welatî wek ku Şêrko jî gelekî bi başî behs kiriye, halê hemû welatî ye. Hemû welat di şaşîtiyekê de dijî û gelo haya kesî ji vê rewşê heye yan na. Gelo kes dizane welat çawa tê firotin û bi destê kê tê firotin. Yên ku welat bihost bi bihost, çiya bi çiya difiroşin, ew jinan jî di kampên penaberan de firoşin. Yên plana qirkirinê danîn ser maseyê, niha jî mexdûrên vê qikirinê difiroşin. Êdî çi ma li vî welatî ku were firotin, gelo? 

Di kampên penaberan de li Başûr tenê jin nayên firotin, piştî 2003’an û bi hatina çanda talan û dagirkeriya modernîyeya kapîtalîst re, gelek tişt li vî welatî hatin firotin. Nirxên herî pîroz ên civaka Başûr, ji rastiya xwe derketin. Çanda berxwedanî û têkoşînê vegeriya çanda teslîmiyet û tênekoşiyanê. Bi hatina çanda lîberalîzmê, gelek buhayên civaka Başûr têk çûn. Wer ku di rewşekê de ku kesên wek Leyla Qasim ji ber parastina nirxên xwe yên pîroz ên şoreşgerî, çû ber sêdareyê. Lê îro em li ser xaka ku Leyla Qasim lê jiya, mezin bû, meşiya, keniya û bêhna azadiyê da û stend, dibin şahidê firotina jinan. Li ser xaka Leylayê tiliyên azadiyê kişand, jin di bêdengiya mirineke spî de wenda dibin û ji rastiya xwe dûr dikevin. Ev zarokên bê xêr ên her tişt firotine, pê li kenê Leylayê dikin, pê li keziyên pîroz ên Margaretê dikin. Şîrê hezkirin, evîn û baweriyê jehrî dikin. Yek ji van re bibêje ka hûnê heta kengî û çiqasî xiyanetê li bedewiya çavên Leylayê bikin. Li heman cihî ku niha bi sedan jinên Êzîdî tên firotin, gelek jinan xwe di zinaran re avêt, ji bo nekevin destê hovên rejîma Baas. 

Ya rastî, tenê li kolaneke vî welatî, tenê li ser cadeya herî qelebalix a Silêmaniyê jin nayên firotin, li pişt dîwarên betonî û di avahiyên ku gihiştine erşê xwedê, gelek îmzeyên hêj şil, li ser kaxezan xuya dikin. Gelek peymanên ku misogeriya textê wan, her tiştî di şevekê de difiroşin. Li vî welatî ne tenê jinek tê firotin, em hemû tên firotin. Li vî welatî ne tenê bajarek tê firotin, welat hemû dane ber bayê. 

Yazarın diğer yazıları