Ezberan agir berdaye mala me

Ezber, hin jî dibêjin „jiber“ ew tişt û fêrbûnên mîna anane, dîroz, bawerî û hobûnên ku mirov di bîra xwe de tomar dike û di pêvajoya salan de wek rastî û zanyariyekê be, di mejî û giyanê de dipejirîne û ti tiştên dijê wan nahewîne, her wisa bi wan ezberan dijîn re tê gotin. Beguman mirov; helbest, stran, tiştonek, mamik û gotinan jî ezber dike, bê ku li derekî binêre dibeje jî, ezber in.

Ezber di jiyana mirov de rolên herî bingehîn dilîzin. Pirê kesan nikanin xwe ji wan ezber yan jî hobûnên di derceeya nexweşiyê de ye rizgar bikin. Ew jî wekî nîkotîna cixarê, wekî tîryakê, yan jî alkohla dikeve xwîna mirovan, bê tedawiyeke demdirêj pêsîra mirovan bernade. Hele ev ezber bûbin malê civakê, saziyên wan ezberan jî pêk hatibe, êdî dikeve rengekî bêçarebûnê. Ji bo baş têgihîştinê em çend mînakan bidin. Lê em berê mînakên derê ezberên civaka me bidin, bila kes bi cinan nekeve û hilnepişkin ser û çavên me.

Mînak 1: Di sedsala 14. 15 û 16´an de li seranserê Ewrûpayê Katolîkên di nava împaratoriya Romayê de serwerî bi destxistibûn têgîhîştina baweriya xiristiyanên Katolîk wek ezberê jiyanê û rastiyê di serê bawermendên Katolikan de dabû rûniştin. Li gor vê ezberê mînak; jinên porsor hemû wek pîrhebok, zarokên cin û ferîşteyên xirabiyê dihatin dîtin, ji wê jî êşkence dikirin û dişewitandin, her katolîk ji bo bikane kilîta bihuştê bidest bixe, derdiket nêçîra Cihû û komên bawermendê xwezayî bûn. Li dij vê ezberê derketin guneh û sûçê herî mezin bû. Nivîskarê Alman Peter Prange li ser vê mijarê romaneke bi navê „Gottessucherin“ (Xwedêgerê) nivîsî ye, bê wê bi sedan pirtûkên zanistî û romanên li ser vê mijarê hene.

Mînak 2: Li Myanmerê (Burma) rêberên baweriya bûdîzmê jî hin ezber di serê bawermedên bûdîst de dane rûniştandin. „Li gor van ezberan kesên ne bûdîst bin, xwerû jî misliman bin, kafir in û kuştina wan, male wan û jinên wan ji bûdîstan re helal e.“ Lema bi 10 000´an misliman kuştin, dest danîn ser malên wan ew ji Burmayê derxistin û koçber kirin. Ti kesekî nediwêrî ku li Bûrmayê li dij vê ezberê, vê têgîhîştinê derketa, tiştek bigota û bibêje. Vê mijarê par di çapemeniyê de deng vedabû.

Mînak 3: Dînê îslamê jî wek Katolîk û Budîstan hin ezberê baweriyê mîna ku fermana Xwedê bin, wek perestineke ji bo Xwedê di mêjiyan de dane rûniştandin, hem jî ev ezber bi gotinekê, yan jî ayeteke Quranê mîsagor kirine. Li gor van ezberan kî fermana wan nepejirine, nebe koleyê wan, baweriya wan çi dibe bila bibe, wek kafir tê destnîşankirin û kuştina wan tê helalkirin. Heta li kolanên bajaran êriş dikin, destdirêjahî dikin, bawermendên din jî vê wek mafeke baweriyê dibînin û piştgiriya wan dikin. Nimûna herî balkêş kirinên Daîşê, yên Sadam, Ayetullahan û yên dagirkerên Tirk ên îslamo-faşîst in. Li dij van ezberan derketin gelek dijwar e û bi rîzîko ye, lewre îslamîst hê hovtir in. Em ên ku carna neşterê li van ezberan dixin, gefxwarinên wan pir baş dizanin.

Mînak 4: Ezberên Elewiyan; hetanî serdema Sefaviyan li ser bingehê xwe yê resen bû, ango li ser xeta Mithreyî, Zerdeştî, Yarsanî û xwezayî bû. Sefaviyan bi rêya qeytanê sor ê bi serê leşkerên Şeyx Cuneyt dabûn girêdan, bi navê Qizilbaş (Kumsorî, Sersurx) her tişt ser û bin kir, ezbereke nû derxist pêş bawermendan. Vê ezberê hetanî JonTirkan domand, bi Jon Tirkan re ev bawerî di bin siya Tirkan de hê şêlûtir û konetir hate manûpûlekirin. Em dizanin, peyva Elewî (Alevî) li Anatolyayê cara yekem di dema Ittahat-Terakî de derket pêş. Piştî komkujiya 37-38´an a li Dêrsimê ev tovê vê guhertinê li Kurdistanê jî hate reşandin. Komara Tirk bi sedan pirtûgên Elewîtiyê bi bîrdoza dewleta tirk ve girêdidan dan nivîsandin. Ezberên nû yên bingeh pûç wek mijara Horasan, Hacim Bektaş, şamanizma Kirgizan di mejiyê bawermendên Elewî de bi cih kirin, dijminahiya şafiitiyê lê zêdekirin, wisa ji bingeh û rîçalên wê bi tevahî hate dûrxistin. Ezberek jî li ser dijminahiya tevgerên Kurd, piştî cunta leşkerî ya 1980´yî bi destê kadroyên çepgirên Tirk ên ketin nav saziyên Elewiyan hate çandin. Niha wisa bûye, dema em rastiyê dibêjin, eger şerm nekin wê bêjin; „tu hê Tirkî naaxivî, tu yê neşterê li ezberê me bidî?“

Mînak 5: Beşeke Êzdî li ser xeta rast in, ji Piyalî bigire hetanê baweriya Mithraî û têkiliyên wan ên bi baweriya Zerdeştî re (çendî cuda jî bin ji heman bingehî tên, Elewî û Yarsanî jî ji wê bingehê ne) Lê beşekî di bin siya Ereban de mane û hewl didin ku hin ezberên bi şovenîzma ereb dagirtî Êzdiyan ji rayên wan dûr bixin. Dîsa di têkiliyên bi baweriyên din re jî hin ezberên wan hene.

Encam

Ev ezberên bi egerên bê bingeh di warê siyasî de jî hene, hem jî sedîsed qopya ezberên baweriyan e. Mînak hin ezberên kom û komikên salên heftêyî hene, piraniya kesên ji salên heftêyî tên, ti car hewl nadin ku carê li ezberên xwe vegerin ezberbûna dîtinên xwe bibînin, bi navê zanînê bi wan ezberan li partî û komên din dinêrin û dinirxînin, yan jî bi ezberên trolerên dagirkeran dane ber wan.. Yanê wek ezberên olî ne. Ev ezberên hima bigire ti kes wek ezber nabînin, bûne bela serê mirov û têgihiştina civakê. Bi hêviya ev ezber ji holê rabin û her kes hewl bide ku bê ezberên di mejî de berê xwe bidin rastiyên heyî.

Yazarın diğer yazıları