Êzîdî Mamê xwe bi bîr tînin

Endamê Koordînasyona civaka Êzidî û endamê konseya Rêveber a KCK´ê Mam Zekî Şengalî  15’ê Tebaxa 2018 an li Şengalê ji ber êrişa dewleta Tirk jiyana xwe ji dest da. Zekî Şengalî di yekemîn salvegera şahdeta xwe de li gelek navendên Ewrûpayê tê bibîranîn. Çalakiyên bîranînê roja 15´ê tebaxê li malên Êzîdîyan yên Cellê, Emmerîch, Wesel, Bremen, Bielefeld, Siegen, Saarbucken, Oldenbûrg û Berlînê tên li darxistin. Çalakiyên bîranînê ji aliyê Navenda Yekîtiya Komelên Êzîdiya – NAV-YEK, Sîwana Meclîsên Jinên Êzîdî – SMJÊ, Meclisa engalê Derveyi Welat MD,Y ekitiya Êzdiyê Suriyê YÊS, Hevgirtina Ciwanên Êzîdî HCÊ, Navenda Çanda Êzdîxan – NÇÊ û Koordinasyona Meclisên Gundên Bakûr – KMGK ve tê organîzekirin.

Roja xemgînî û şahiyê

Saziyan komploya li dijî Mam Zekî weke dewama fermana 73´an pênase kir û gotin; ”Di serî de em wek pêkhateyên civaka êzdî ya li ewrûpayê, salvegera 35´an a 15ê Tebaxê, pîroz dikin. Di kesayetiya Mam Zeki engalî de, cangoriyên  demokrasiyê û azadiyê hemûyan û yê 73´ê fermana bi rêzdarî bibîrtînin.

Her weha, em komkujiya 14´ê Tebaxa 2007´an li herêma engalê, li Bajarokê Til Hizêr û Komelgeha Siba Şêx Xidir, ji aliyê hêzên tarî ve pêk hat, bi tundî ermezar dikin û hemû cangoriyê vê Komkujiyê û yê Komkujiya 14ê Tebaxa 2014´an a li Gundê Koço pêk hat, wan bi bîr tînin.

15ê Tebaxê ji bo gelê kurd û bi taybetî ji bo civaka êzdiya rojeke dîrokî ye. Bi gitî meha Tebaxê xwedî wateyeke bê hempa ye. Ji aliyekî ve 35 sal beriya niha, fîeka yekemîn li dijî koletî, zilm û zora dewleta Tirk a dagirker hate teqandin û tekoşîna çekdarî hate destpêkirin.

Di encama tekoşîna 35 salan de gelê me bûye xwedî vîn û hêza bingehîn ji bo pêşketina demokrasî û azadiya gelan. Lewra hejaye were pîrozkirin. Ji aliyê din ve, di meha Tebaxê de gelek berdelên giranbuha hatine dayîn û komkujî pêk hatine. Ji bo vê yekê, em weke gelê Kurd û civaka Êzdiya neçar in ku pîrozbahî û bîranînên xwe di heman demê de pêk bînin. Em bang li gelê kurd û bi taybetî li civaka Êzdiya dikin, ku bi girseyî tevlî çalekiyê li seranserî Ewrûpa têne li darxistin, li diji dagirkeriyê û di kesayetiya Mam Zeki engalî de, rêze civinê ji bo Bîranîna cangoriya bibin.

NAVENDA NÛÇEYAN

Yazarın diğer yazıları

    None Found