Fanosa Diyojen

1915, dîroka qirkirina Ermeniyan e û 101 sal derbas bûne. 

101 sal, herî kêm 5 nifş dikin. Qirkirin jî dewam dike. Lewra her nifş ber dasa faşîzma islamo-tirk dikeve. 5 nifşên winda!.. 

Êşa sedsalî wek, roja pêşî dewam dike. 

Îro gelê Kurd di ber şibaqa şûrê faşîzmê de ne. 

Balkêş e, nifşê 5., fanosa Diyojen kirine destên xwe, li navendên Ewropa li wijdanê şiyar ê mirovaniyê digerin. Diyojen, Skenderê Mekedonî şiyar nekir. Ewropa jî, li hemberî faşîzma sedsala bîst û bîstûyekê şiyar nabe û bi wijdanekî şiyar, xwedî edalet tevnagere. Sedemên wê; berjewendiyên aborî, siyasî û stratejîk in. Kurdan fanosa Diyojen nekirine destên xwe û li wijdanê şiyar negeriyane. Diqîrin û daxwaz dikin ku wijdanê şiyar yê Ewropa li nirxên xwe, demokrasî û mafên mirovan xwedî derkeve, ji ber ku hevkariya bi faşîzmê re wan gunehkar dike. 

Di qirkirina Ermendiyan de jî faşîzma îslamo-tirk tixubê xwe derbas kiribû; îro jî tixubê xwe derbas kiriye, li navenda Ewropa ala faşîzmê bi rengên cûda dihejîne. 

Qirkirina Ermeniyan, ji bo Hitler bû mînak…  Pat-î Erdogan jî, Hitler wek mînak digire û Kurdan qir dike. 

Çavkaniya her du faşîstan yek e. Hitler qirkirina Ermeniyan mînak girt, Erdogan jî wek mîratzadeyê faşîzma 12´ê Îlonê û ecdadên xwe, bi kiryarên Hitlerwarî, qirkirinan didomîne. Bêguman komkujî, yan jî qirkirin, tenê kuştina komên xelkê nîne. Gelek caran kuştina kesekî jî dibe komkujî. Kuştina Hirant Dink (23 Ocak 2007) komkujî ye. Kuştina Hirant Dink, tê wateya kuştina nasname, kultur, ziman, azadî û hebûna gelê Ermenî. Ev jî berhemê AKPê ye. Kuştina Tahir Elçî komkujî ye, kaşkirina bedena gerîla sucê mirovaniyê ye.

Qirkirina siyasî li Bakurê Kurdistanê, di radeya qirkirina rewşenbîrên Ermenî de ji aliyê Îttîhadiyan û qirkirina rewşenbîrên Cihû, ji aliyê Hitler ve weke hev in. 

Faşîzma Erdogan ji ya Hitler dijwartir e. Di koalisyona li dijî Kurdan de, ev mînak diyar dibe: Hêzên milîtarîst ên neo-osmanî û îslamo-faşîstên çete, DAIŞê, El Nusra û hwd, bi desteka cemaet û terîqatan bûne yek û dibin fermana Qesrê de êrîşî Kurdan dikin. 

Netewperestiya tirkîtiyê, di asta faşîzmê de, çeteyên dijminê mirovaniyê, li Bakur, Rojava û Başûrê Kurdistanê, li Rojhilata Navîn û Ewropa teva ala faşîzmê dibalivînin. Ev ideolojiya bi xwînê tê xwedîkirin, li Bakurê Kurdistanê qirkirina Kurdên Elewî plan dike.

Payîtextên Ewropa, 1001 sal in, qirkirina gelê Ermenî, gelên li Anatolya û Kurdistanê temaşe dikin. Dema diaxivin, gotinan ji hevokên xwe didizin. Bi selefkariya bazirganî, şerîata meşrûkirinê ava dikin. Nirxên demokrasî û mafên mirovan, di warilên petrol û xulamtiya stratejîk de difetisînin. Ev tê wateya ku, Ewropa li hemberî faşîzma îslamo-tirk, îslamo-DAIŞ û faşîzma sedsalê xemsar e.

Piştî komkujiya li Parîsê û şehîdkirina 3 jinên Kurd, Kurdan jî rahiştine fanosa Diyojen û li navendên Ewropa li edaletê digerin. Edalet, li hemberî berjewendiyên stratejîk û warîlên petrolê gelekî sivik dimîne. 

Fransa ku hîna, komkujiya bêbext ya li Parîsê ronî nekiriye, dergehê Qesra Elysee li Kurdên Rojava vekirin. Lê sirr û razên di wê qesrê de, biqasî naqosa Notre Dame deng venadin. Ev jî tê wateya ku wijdanê şiyar ê Fransa, ligel wijdanê Balzac û Victor Hugo, wijdanê Robespierre û tevahiya lehengên Şoreşa Fransa, di bin giyotinê de ye.  

Îslamo-tirk, ne tenê li Bakurê Kurdistanê, li Derya Ege jî komkujî pêk anîn. Derya Ege kirina gorîstana penaberan. Ewropa jî li hemberî şantaja faşîzma sedsalê çog berda erdê. Bi dana 6 milyar euro, bûne hevkarê qirkirina gelê Kurd. 

Ev îdeolojiya selefkarî, biqasî selefkariya Hecî Pepe gunehkar e. Divê di dojeha Dante de hesab bide. 

Li Tirkiyê gel têne tunekirin. Koalisyona faşîzma Qesrê, her roj endamên xwe zêde dike. Terîqat, cemaetên nû, malbatên nû nebes bûn, wek berî 101 salan, Elmanya careke din di qirkirinan li Kurdistanê de bi rola xwe radibe. Merkel, li welatê xwe jî faşîzma Erdogan kire pratîkê û destûra dadgehkirin komedyen da.

Faşîzma AKP´ê, li Bakur, bajar û navçeyan li erdê yeksan dike. Di heman demê de dike deriyê rantê. Di komkujiya gelê Ermenî, Suryanî û Asurî de jî, deriya rantê vekirin. Îro li dijî Kurdan heman tiştî dikin. 

Li Tirkiyê civakek felc hatiye avakirin. Di heman demê de, dijminatiyek şovenîst û faşîzan derxistine holê. Kolan hatine dagir kirin, medya û ramanên azad hatine xespkirin, wijdanê şiyar digirin yan jî tehdîd dikin. Faşîzm tiştekî weha ye ku kolanan bi xwînê dişo. Bê çawa qirkirina Ermeniyan bi hevkariya Elmanya pêk hat, îro jî, qirkirina gelê Kurd jî bi hevkariya Emerîka û Ewropa tê kirin.

Merkel, biqasî rayedarên Elmanya yên sala 1915´an gunehkar e. Gelê Elmanya ku trawma komkujiya Cihuwan, hê jî ji ser xwe neavêtiye, li hemberî qirkirina gelê Kurd bêdeng e.

Cîhanê berxwedana gelê Kurd li Rojava, li dijî çeteyên DAIŞ´ê bi heyranî û bi çepikan pêşwazî kir. Sîstema demokratîk weke bingeha Sûriyeya demokratîk dibîne; faşîzma îslamo-tirk, li darî cîhanê dibêje; “Rojava ji bo min tehlûke ye, ez sîstem û statuya Kurdan qebûl nakim”. Geh yekser, geh neyekser bi riya çeteyên DAIŞ´ê, El Nusra û hwd. Êrişî gelê Kurd dike. Tê zanîn ku dewleta Tirk, ji destpêka Osmaniyan û heta îro wek dewleteke qirkirinê, tunekirinê tê naskirin. Gelo xemsarî û bedêngiya cîhanê çi ye?

Yazarın diğer yazıları