Faşîzma oryantalîst

Hilbijartinên 1ê Mijdarê da xuya kirin ku domokrasî, siyaset û hiquqê Tirkiyê, bi gotina Ocalan di “petixandin-iflasek dîrokî” de ye. Pêvejoyek derew, lîstik û kujerî dest pê dike.  Ev yek!…

Du: Hilbijartinên 1ê Mijdarê, bi lîstik, terora kontra, siyaseta oryantalîst û çeteyan, îdeolojiya “barbariyet û qiyametê”  hate bidestxistin, ev jî xespkirina îradeya gelan e. Êdî demjiyana bazirgan û karwanan dest pê kiriye. Tê zanîn,  “sîstema ku Hitler ji derguşê heta bi gorê xwedî kir (Ocalan)”. Emerîka çiqasî bêje, “encama hilbijartinên li Tirkiyê bi guman e, metirsî ye”, sîstema bazirganî û karwanan, ligel sîstema dewşirmeyan, faşîzma li Trkiyê xwedî dike. 

Faşîzma AKP’ê, li Tirkiyê cûda, li Bakurê Kurdistanê cûda dimeşe. Disîplîna bi faşîzma 12ê Îlonê hate pêşxistin,  bi hemû amur û alavên xwe, (deregulasyon û duopolîst) radestî 

desthilatdariya AKP’ê hate kirin. Hişmendî û hewngiriya insan, berhemê mîrateyekê ye. Lê bi gotina Nezîh Merîç, mîrateya hişmendî û hewngirîya Tirkiyê, “siltan, ata, şef û felzekeya “yekparêzî” ye. 

Sê: Di dijberiya  Erdogan ya mutabaqata Dolmabahçe, eşkere kir ku  aştî û demokrasî, ji bo sîstema dewşirmeyan (kontra) teslimiyet û tunebûn e. Bi vê pêwanê, Qesra RTE bûye  sîwana çete û kontra. Ûûû wek çavkaniya şerê taybet kar dike. 

 Çar: Piştî komkujiya li dijî aştîxwazên mitinga Enqerê, “îdea darbekariya kontra” pêvejoyeke nû da dest pê kirin. Rê li ber lêgerîna “haqîqatê” girtin. Di vê pêvêjoya “qiyametî” de, demokrat, entelektuel, aktivistên mafên mirovan û aştîxwazên Tirkiyê, car din rastî îxaneta cîhanê hatin.   

Encam: Piştî komkujiya Enqerê, Qesra Erdogan, li Bakurê Kurdistanê  şer domand. Lê li eniya Anatolya û herêmên din yên Tirkiyê siyasetek cûda, ku mirov bi hêsanî dikare bêje, “siyaseta oryantalîst” kire pratîkê. Bi  koasa kontra, kaosa propagandê “çeteyên xwekuj hatine Tirkiyê, polîs li pey şopa wan e,  renoyên spî û hwd” raya giştî kire nava cendereyek giyotînê. Eger, li  welatekî fragmanên kaosê hebin, li wî welatî faşîzm heye. 

Edward Said, siyaseta metingeriya Ewropaiyan bi gotina siyaseta oryantalîst bi nav dike.  Erdogan jî, siyaseta oryantalîst, li gorî xwe guhert û kire pratîkê. Erdogan kukumraniya Tirkiyê û cîhana îslamî kiriye serê xwe.  Ji bo vê jî, bi gotina J. Paul Sartre, “rûdêna reş ya faşîzma metingeriyê”  bi kiryarên kontrayî û propagendeya Gobelswarî, di kirasê oryantalîst de kirin pratîkê. 

Erdogan, li Bakurê Kurdistanê  faşîzma reş, li herêmên Anatolya û Tirkiyê jî,  ku Enwer Said wek “doktrîna metingeriyê” bi nav dike, faşîzma oryantalîst kire pratîkê. Ji bo kiryarên faşîzan, lîstîk, deq û dolabên kujerî veşêre,  medya muxalif, rojnamevan bêdeng kirin, qedexeya dadgerî  kire pratîkê. 

Erdogan û zadeganên wî, bi çete û kontrayên xwe ve, li meydanan bûn û cirîd diavêtin. Bi vî rengî hêza xwe ya hegemonîk  serdest kir. Bi êrîşên li dijî hêzên YPG/YPJ’ê jî mesajên cûda dane Kurdan. Hemberî ku hiquqê navdewletî, peyman û hiquqê gerdunî  bin pê kirin jî, cîhan lîstika sê meymunan lîst.

Şer, demokrasî ji holê radike. AKP’e bi vê armancê şerê li dijî Kurdan da dest pê kirin û domand. Bi vê armancê komkujiya li Enqerê kir.  Argumanên terorê, şerê li hundir û derve wek metirsiyek li dijî “dewleta dawî ya tirk” kire ala xwe. Rayedarên AKP’ê û Erdogan bûne hebanka pifdayî û ha ha “pifff” kirin. 

Encama hilbijartinên 1ê Mijdarê jî, kuştina demokrasî û aştiyê ye. Siyaseta “faşîzma oryantalîst” encam da, wê vê siyasetê bidomînin. Piştî  encama hilbijartinê  bi sê rojan, berdevkê AKP’ê Huseyîn Denîz ji aliyekî ve, lewlebazê AKP’ê Cem Kuçuk ji aliyê din ve, şêwirmendê serokwezîr Yalçin Akdogan jî ji liyekî din ve,  her kes tehdîd kirin. 

Prof. akademisyen û zanistên AKPê jî, qirkirina siyasî  û asimilasyona  li Bakurê Kurdistanê, wek entegrasyonê bi nav kirin. Ev doktrîna metîngeriya li Bakurê Kurdistanê, argumenek ji ya “faşîzma oryantalîst” e, lê wek pêr li Geverê kuştina faşîzan dike. 

AKP’ê, canbazên li ser sê şelîtan dilîzin. Lewra ez entelektuel, nivîskar û rewşenbîrên Kurd şiyar dikim; em nikarin bi çavên dijmin li pirsgirêkên Kurdistanê binêrin, divê em bi çavên Kurd li pirsgirêkên Kurdistanê binêrin.

Siltan Erdogan, berî du rojan, ligel serokwezîr Dawudoglu, serokê MÎTê Hakan Fîdan li Qesrê hatin cem hev. Di vê civînê de mijar jî Suriye û Rojava bû. Niha jî wezîrê karênd erve yê Tikriyê diçe Başûrê Kurdistanê. Li gorî agahiyan wê bi rayedarên PDKÊ û ENKS’ê re hevdîtinan bike. Li aliyekî Kurêdn Bakur û Rojava bobarduman dike, li aliyê din dikevê çengê Kurêdn Başûr. Siyaseta oryantalîst û Kurdên oryantalîst ligel hev in. 

Vêce:Eşkere dibe ku, faşîzma oryantalîst wê li ser çar çelîtan canbaziyê bike. Yek tecrîda li Imralî giran bike. Du êrîşên li Bakurê Kurdistan û Herêmên Parastina Medya dijwar bike. Sê, Êrîşên li Rojava, bi destê çete û hêzên kontrayên ku li Serxetê, di tixubê Rojava de  têne rawestandin  pêk bîne. Çar, wê nakokiya navbera Kurdan kûr bike. 

Kurdîtî, azadî, serketin bi dijmin nabe û nayê bidestxistin. 

Yazarın diğer yazıları