FBR bê westan alîkariyê dike

Fermandarê Giştî yê QSD´ê Mezlûm Ebdî tevî berdevkê çapemeniyê yê QSD´ê Rêdûr Xelîl û ji fermandarên QSD´ê Polat Can tîma alîkariya tibî ya bi navê Free Bruma Rangers li xwe kir mêvan û hem sersaxî ji wan re xwest û hem jî malavahiya wan kir.

Mezlûm Ebdî ji bo civînê got, ji bo karê wan ê bê westan ê li Bakur û Rojhilatê Sûrî em malavahiya xebatkarên Free Burma Rangers (FBR) dikin. Wî her wiha “ji dil sersaxî xwest ji malbata Zau Seng, hevalên wî û hevpîşeyên wî re”. Wî got, “Em gelekî spasdarê te ne Zau Seng. Zau Seng endamekî Free Burma Rangers bû ku di êrişeke tîmeke tibî ji xwe re kir armanc de şehîd bû.”

Endamê Free Burma Rangersê Zau Seng di encama êrişeke bi topan a li ser rêya duwelî M4´ê de beriya bi sê rojan hatibû qetilkirin. Hevpîşeyên wî piştî bûyerê dabûn zanîn ku ew ê bi gelê Rojava re bin û alîkariya xwe ya tibî dewam bikin.

NAVENDA NÛÇEYAN

Yazarın diğer yazıları

    None Found