Fêhmnekirina xelkê kir ku bi Elmanî binivisîne

ÎBRAHÎM BULAK/BRAUNSCHWEIG

 Yûnis Behram: “Gava min kursa zimanê Elmanî dikir; min ji xwe re biryar da ku ez rojekê pirtûkên li ser Kurdan di van pirtûkxaneyan de bibînim. Bi kêfxweşî ez dibêjim, 23 pirtûkên min hene bi zimanê Elmanî.”

Yûnis Behram Kurdekî ji Rojavayê Kurdistanê ye, û va ye dibe 33 sal ku li Elmanyayê, li bajarê Dresdenê dijî. Li gel 8 pirtûkên Kurdî yên ji bo zarokan, 23 pirtûkên bi Elmanî nivisîne. Wexta nû hatî Elmanyayê, ji xeynî pirtûka Karl May Durch der Wilde Kurdistan (Di nav Kurdistana Asê re) li Elmanyaya Rojhilat a Demokratîk (DDR) li ser Kurdan çavkanî tine bûn. Lewma jî ew dibêje, “Gava min ji xelkê re digot ez xelkê Kurdistanê me” ji min fêhm nedikirin. Ev fêhmnekirina xelkê Elman kir ku Yûnis Behram 23 pirtûkên bi zimanê Elmanî li pirtûkxaneya Elmanan zêde bike. Em bi nivîskarê Kurd Yûnis Behram re ku endamê Pen a Kurd e jî, li ser serbihuriya wî ya nivîsandina bi Elmanî û niviskariya wî peyivivîn.

Ha ez ji vê kulikê me!

Me pêşî jê pirsî, bê ka çima wî zor daye ku bi Elmanî binivisîne, wî wiha li me vegerand: “Sala 85´an dema hatim Elmanyaya Rojhilat (DDR), ez Kurdê herî yekemîn bûm ku hatim bajarê Dresdenê. Beriya min, kesekî Kurd nehatibû bajarê Dresdenê; ji beriya min ez bawer dikim, tenê Karl May ji nava Kurdan karekter anîbûn wê derê û behsa Kurdan kiribû. Pirtûka xwe ya bi navê Durch Wilde Kurdistan (Di nav Kurdistana Asê re)

Min dixwest ez xwe bi miletê DDR´ê yan jî bajarê Dresdenê bidim naskirin. Min digot, ez xelkê Kurdistanê me, bersiv didan û digotin ‘Aaa erê Kazaxistan li Sovyetê.’ Min digot, bavo ez ji Kurdistanê me digotin “Erêê erê, Azerbeycan” yanî ez mehf dibûm heta ku min nikaribû xwe, navnîşana xwe, nasnameya xwe bi wan bidim naskirin. Heta rojekê ez hingî hêrs ketim, min ji yekê ji wan re got; ‘Tu Sedam Husên nas dikî?’ got, ‘Erê’, min got, ‘Ha ez ji vê kulikê me.’ Di nav re, hişê wî hate serê wî û got, ‘Aaaa, erê Karl May’ Di nav Kurdistana Asê re pirtûka ku wî nivisîye, hate bîra wî.”

Bi Elmanî êş û derdê Kurdan

Yûnis Behram dibêje, ha wan çaxan, wî biryar daye ku ew ê hingî ne bi Kurdî ne bi Erebî, lê bi Elmanî berheman li pirtûkxaneyan zêde bike, lê naveroka wan bike Kurd û Kurdewar: “Ji bilî pirtûka Karl May, ew jî qedexe bû, pirtûk nebûn. Lê li ser Ereban, li ser Tirkan yanî welatekî sosyalîst bû, li ser Tirkan bi sedan pirtûk hebûn lê li ser Kurdan yek jî tinebû. Ev bû biryara min, ji wî çaxî ve ku min kursa zimanê Elmanî dikir; min ji xwe re biryar da ku ez rojekê pirtûkên li ser Kurdan di van pirtûkxaneyan de bibînim. Bi kêfxweşî ez dibêjim, 23 pirtûkên min hene bi zimanê Elmanî. Pirtûkên min bi Elmanî ne lê bi naveroka xwe, êş û derdê Kurdan in.”

Tûrikê me tijî ye em çima ya xwe nanivisînin

Her wiha Yûnis Behram ji bo zarokên Kurdan 8 pirtûk bi şêwaza helbestan nivisîne. Behram dibêje edebiyata me ya zarokan gelekî lawaz e û qala kêmasî û kêşeyên vê meydanê dike: “Edebiyata me ya zarokan gelekî lawaz e. Tevî ku dikare bibe yek ji xurtirîn edebiyat di Rojhilata Navîn de ji ber ku bi dehan kes hene destê xwe diavêjin tûrikê edebiyata me bi dehan jê derdixînin ji xwe re dikin mal û milk. Em hîna nû dest pê dikin ên xelkê ji xwe re çêkin. Tûrikê me tijî ye em çima ya xwe nanivisînin. Lê ji hêla din jî, gelek hevalên ku hewl dane çê jî bikin lê cudahatiyekê naxin navbera edebiyata zarokan û edebiyata mezinan. Yanî gelek heval dinivîsin. Wekî mînak, wê rojê ez bi tesadûfî rast li hin pirtûkên ji bo zarokan hatim. Digotin ‘lêxin, çavê dijmin derxînin, dijmin bikujin.’ Ev zarokê biçûk wê çawa li dijmin bixe, çavê wî derxîne!? Çawa zarokan fêrî wan tiştan dikin. Ji xeynî fêrbûnê jî tu edebiyata wê nas nakî. Edebiyata zarokan, nexasim helbestên zarokan, gûstileke zêr e. Çendî biçûk e, lê ew nexşên xweşik tu dikarî têxî navê. Yanî bi hevokên biçûk û hindik, bi awazekî xweş, ev zarok wê karibe derdê ku tu dixwazî bigihînî, bigihînî zarokan. Em vê tiştê pirr kêm di edebiyata me ya zarokan de dibînin. Mezinên me dinivîsin, bêyî ku cudahiyê têxin navbera zarok û mezinan. ”

Yazarın diğer yazıları

    None Found