“Felaket im” an jî Hunera dij-serdest(î)

Hunera ku em roja îroyîn jê fam dikin, hema bibêje ji gelek aliyan ve ji teşe û naveroka xwe ya esasî dûr ketiye û bi giştî bûye destok û alava gelek aliyên populariteyê. Di ger û demajoya dîrokê de, bandora hunerê ya ku bi awayekî domdar û mayînde bû, li ser guhdarên ku endamê neteweyekê bûn, roja îroyîn reng û awa li xwe guherandiye û ketiye bazara danûstandinê; ev bazar ya kapîtalîstî ye ku li dor berhemên hunerî û wêjeyî çember û torek çêkiriye ku afirîner û pêkhêner xwe bi kîjan aliyî ve jî ba bidin nikarin xwe ji bayê wê xelas bikin.

Digel vê yekê jî, mêtingerî an jî kolonyalîzm; bi taybetî bi awayê xwe yî rengmodern, wekî rêveberê vê demajoyê li pêş e û her tim hewl dide ku her cure ‘berxwedan’ê an jî ‘rabûna dijber’ di nava xwe de bihelîne; çi bi rêya tundiyê, çi bi rêya dilkêşiyên ku bi pêkanînên kapîtalîzmê çêdike, çi jî bi rêya çewisandin û qedexekirina çand û zimanan. Û di van pêkanînên xwe de jî armanca sereke ya kolonyalîzmê ev e; ew hewl dide ku danûstandinên di navbera mirovên bindest de pêk tên, li ser daxwaz û qebûla wê bin.

Loma jî, di hemû serdestiyên ku wekî rêbaz û pêkanînên mêtingeriyê derdikevin pêş de, mebesteke sereke heye ku Löffler wê wekî armanca ‘wekxwekirin’ê bi nav dike.* ‘Wekxwekirin’a ku Löffler behs jê dike, rêbaza sereke ya rêvebirina kolonyalîst e ku bi taybetî ji hêla ezmûneyî ve tê pêkanîn ku wekî encam, civak û çand ji hev (dûr) dibin. Û navê vê pêkanînê jî asîmîlasyon e ku ne tenê li ser ziman, li ser ruhê mirovan, çanda neteweyan û hebûniya takekesan jî tê meşandin.     

Huner, wek hilberîna takekesî ku dikare xwe bigihîne girseyê û di girseyê de wekî berhemeke giştî bê qebûlkirin, her tim bûye dij-jehra pêkanînên mêtingeriyê. Helbet hunera ku em behsê jê dikin, ne ew huner e ku; hema bi hilberandinê re, bi rêya populîzmê, bi carekê dibe malê xwarinê yê hemû kesan; wekî agirê qeselê di ‘vîtrîn’a kapîtalîzmê ava kirî de geş dibe û dîsan bi carekê li wan vedimire û heta hilberîneke dîtir ya vîtrînî mirovan di tarîtiya mehrûmbûnê de dihêle. Na xêr, hunera ku em behs jê dikin, ew huner e ku di vîtrînan de hilnayê, ji bo geşbûnê hewcetî bi agirekî dîtir nabîne û ji bo berbelaviyê jî xwe dispêre ruhê berxwedêrî, mafdarî û reseniyê. Hunera ku em behs jê dikin; ew huner e ku di resenî û orîjînaliya xwe de dihewe û bi tundiya kolonyalîst naşikê, belawela nabe û ji alî rêbazên mêtingeriyê ve jî nikare were sîmûlekirin. Hunera ku em behs jê dikin, hunera dij-serdest e.

Muzîk wekî hunereke ku bêtir girseyî ye; dikare amûr û amrazên kapîtalîst û yên mêtingeriyê bo xwe bi kar bîne; pê re jî bi kêrî xwe bîne û bo xwazdarên (demanding) xwe bi hincirûtiyeke (speed) ‘felaket’ belav bibe. Û heke guhdar û pêkhênerên (performer) muzîkê li ber bayê vê girseyîbûn û geşbûnê, ji bayê hişê xwe neçin, dê parçeqalibên (pattern) ku mêtingerî bo xwe bi kar tîne, ji teşeya xwe bikevin û dê bi kêrî keşkekî jî neyên.

Îcar, di van rojên dawiyê de, stranên ku li ser berxwedana Binxetê hatin çêkirin, bala me birin ser vî rengê muzîka ku em behs jê dikin. Yadîn Paşa, li ser twetterê di parvekirineke xwe de digot; “Di wan deman de ku; berxwedan dikare asoyeke siberojê ava û geş bike û heke guhdar/pêkhênerên muzîkê jî xwe bikin parçeyekî vê asoyê, muzîk bi giştî dikare wekî rê û mesîleke xurt xuya bike.”

Rave û peyteke bi vî rengî rasterast stranên ‘Felaket im’ ya Hunergeha Welat, ‘Şervano’ ya Mehmûd Berazî û ‘Gerîla’ ya Şivan Perwer û ‘Tîna Çiya’ ya Komîna Fîlm ya Rojava tînin bîra me ku li ser berxwedanê hatin çêkirin. Her wekî Yadîn Paşa bal biribû serê; bexwedanek hebû li rastê, muzîkjenan xwe didan ber bayê vê berxwedanê; bi stranan asoyek ava dikirin û li dij(pêş)berî vîtrîna kolonyaliyê disekinîn. Digel wê jî guhdaran jî xwe dikir parçeyekî vê asoyê; û bi berbelavkirinê ve jî agirê stranan pêdixistin û bi reng û awayê guhdarîkirina xwe ve jî stran di çavê mêtingeriyê de dikirin kelem û hemûyan bi hev re, bi bixwebaweriyeke ‘felaket’, vîtrîna mêtingeriyê belawela dikirin.

* Şeker, B. D., Sirkeci İ., Yüceşahin M., (2015) Göç ve Uyum, London: Birleşik Krallık, ikinci baskı

Yazarın diğer yazıları