Fend û fût hunerê civakên kût

Fêrgîn Melîk AYKOÇ

Li dever û welatê ku lê fend û fût rola bingehîn bilîzin, li wî welatî hêrifandina sincê civakê serdest e. Civak di bin baweriyeke tundraw de hatiye gêjkirin. Rêvebirên wî welatî her û her baweriya wê civakê ji bo xapandin û eybên xwe veșartinê, bi kar tîne. Saziyên baweriyan dikin bin fermana xwe û hewl didin ku bi riya wan saziyan li aliyekî sextekariyên xwe veșêrin li aliyekî jî gel bi giștî bi kar tînin li dij pêkhate û birêkxistinên hewl didin ku rastiyê bi gel bidin pejirandin û pergaleke din biafirînin. Dema mirov bi çavekî zanistî li pergala AKP´ê afirandî binêre, vê rastiyê pirr baș dibîne.
Ev derûdorên dekbaz û talanker, ji xwe û rastiya sextekariya xwe ditirsin, lewma bi gel bawer nakin, heta ji siya xwe jî guman hildidin. Jiwê, tim mijara ewlekariyê derdixin pêș. Newêrin bi tenê wek hemwelatiyeke ji rêzê, yan jî wek endameke civakê biçe nava civakê. Li dora xwe çemberekî ji panzer, polês û leșkeran dike çît, wisa diçe nava gel. Dema mirov di vê çarçoveyê de li parlamenterên AKP´ê dinêre, dibîne ku mîna tev de dagirker bin, bi garaneke polês û zerevanan diçe nava gel. Kêliya Erdogan diçe bajarekî jî ji ezman bigire hetanî deryayê her der tê girtin. Ev pirr baș nîșan dide ku ew ketine nava tewanên herî mezin, pirr baș dizanin gel ji wan û sextekariyên wan bêzar bûne, wê rojekê hesab ji wan bixwazin.
Ev derdorên talanker û hovên fașîst ji bo ku ti kes sextekarî, dîzî, dek û dolabên wan nebîhîsin, ti kes gendeliya wan neke ber pirsiyariyê, di serî de bi kotek, qedexe, lîstikên Osmanî tevahiya çapemeniya muxalif, heta yên jê piçek guman dikin, didin girtin, tenê çend ragihandinên wek berdevkên wan e, dihêlin. Dema mirov li van sê çar salên dawiyê yên serkariya Erdogan û AKP´a wî binêre, bi zelalî vê rastiyê dibîne. Tenê çapemeniya di xizmeta wan de li Tirkiyeyê maye.
Ev derdorên bi baweriyeke tundraw rûçikên xwe porkirine û di bin wê rûpoșê de hewl didin ku têkiliyên bi derve ve jî li gor fend û fûtên xwe bidin meșandin, lewre ew xwe pirr baqil dihesibînin, yên hemberê xwe jî saf û nezan dibînin. Lê ev li der pere nake, bê derdorên dixwazîn vê kertiya wan a xwebaqiliyê bi kar bînin, ti kes rû nade wan, jiwê, dîplomasî jî dikeve nava têkçûn û bê dost mayînê. Dîplomasiya Erdogan û AKP´ê jî ji ber vê rewșa wan têkçûye.
Dema sextekar li ser kar bin ji bo ku gel bi hev bawer nebin, her kes ji hev gumanbar bin, pistepista devhêranê û bêbaweriyê di nava gel de didin çandin ku baweriya hevgirtin û li dijê wan derketinê, pêk neyê. Erdogan û AKP her û her ev mekanîzma bêbextiye di nava gel de belav kir, sîxwiriyeke bê pergal da çandin.
Mirov, sazî û partiyên baweriya xwe bi xwe hebe, durist be, mirov neșêlandibe, sextekarî nekiribe, bê eyb û bê tewan be, ne pêdiviya xwe bi bikaranîna nirxên civakê wek baweriyê, ne bi fend û fûtan, ne bi artêșa zêrevan û ne jî bi artêșeke sîxwiran heye. Mînaka heri balkêș ev e: Dema parlementerê HDP´ê diçin nava gel bê parêzwan in, ew yek ji gel in. Gel jî vê rastiyê dibîne, dixwaze demeke zûtir bigîhîje azadiya xwe û pergaleke mirov bikane tê de bijî, were. Ew dem hatiye, bes em kesên hê ew tirsa hatî afirandin ji ser xwe neavêtiye, șiyar bikin, Wê AKP û serkariya Erdogan wekî keleha qûmê di ser xwe de were xwar.

Yazarın diğer yazıları