Ferd û civaka siyasî û bextewerî

Her cara mejî, hest û bedena me li hev dikin, ahengeke bexteweriyê diafirînin. Sedema çi ye, çi nîne, ne girîng e, ya girîng ew e ku aheng bi xwe re bexteweriyê tîne. Ahengeke civakî jî şik jê nîne wê karibe, bexteweriyeke civakî bi xwe re bîne. Ev bexteweriya civakî ya ku xwe disipêre ahengeke civakî bêyî hin tiştan ne mumkin e pêk bê. Civaka ne siyasî be, civaka ne xwedî ahengeke di navbera ferd û civakê de be, ango ferd di diyarkirina siyaseta civakê de nebe û di navbera azadiya ferd û civakê de tewazûnek nebe, mirov zehmet e ji bo wê civakê behsa bexteweriyeke civakî bike.

Çima? Helbet mirov dikare serê xwe bi vê pirsê û bersivê biêşîne u li ber destê me tiştekî şênber nebe jî. Lê em ji bîra kolektîf a mirovan û di bîrên ferdî de şûn û dewsên wan tiştan dibînin ku bextewerî weke tov reşandine. Dema mirov ne bi destê xwe be weke ferd, ew mirov nikare di wan warên jiyana xwe de ku ne bi destê xwe ye bextewer bibe. Lê heger xeyalî jî bifikire ku qismî bi destê xwe ye, hingê derî lê vedibe ku bextewer bibe. Ev gava yekem a bexteweriya civakî, îşareteke baş dide me ku em pê dakevin. Bi destê xwe bûn di rastiyê de siyasîbûn e; ango di biryarên tên dayîn de mirov jî hebe, fikra mirov hebe, mirov bi minaqeşeya xwe bûbe beşek ji wê biryarê, hingê mirov bi destê xwe ye. Ev bidestêxwebûna ku em dikarin weke siyasîbûnê tercûme bikin, eşkere ji me re dibêje civakeke ku ne siyasî bûye, êdî hem deriyê xwe li piştê ji xemsarî û xengîniyê re vekiriye. Xemsariyeke ku biryarên mirovî bi xwe jî elaqedar dikin ên siyasî, tine dihesibîne.

Ev xemsariya hanê, bi tena serê xwe û hema xweber pêk nehatiye helbet. Mirov weke zindiyekî civakî, bexteweriya wî elaqedarî serketîbûna civakîbûna wî, serketîbûna têkiliyên wî yên malbatî (weke şaneyeke civakî) ye; di van de çiqasî ne serketî be, ew qasî xemgîn e. Xemsarkirina mirovan, ji siyasîbûnê dûrxistina wan projeyeke dûv dirêj e ku bi wê yekê dest pê dike ku hin kesan di nava civakê de dixe xwedî îmtiyaz û ti sedema van îmtiyazan a fonksiyonel jî nîne. Ango em behsa dîrokeke ji kîmanî ve 5 hezar salan dikin ku hêdî hêdî mirov dûrî biryarên siyasî û kirinên siyasî hatine kirin. Ev di hemû civakan de neqewimiye, lê di serdema modern ango ji sedsala 16´an ve em dibînin ku bi fikra temsîla siyasî, û li her derî şaxberdana desthilata dewletî, êdî dibe xwedî hukmekî ku roja me ya îro êdî ji her hukmê xwedayî ku hatiye ser dinê xurttir e.

Em destûrê didin ku hin serok,, wezîr, teknokrat û meclîsên ji bo ferd êdî dûrî her şênberiyê ye, çarenûsa me diyar bike. Bi ser de jî li Rojhilata Navîn ne wisa jî be, li Ewrûpayê, êdî ferd ti sedemênabînin dengê xwe jî bidin, bi wî rengî ku di hilbijartinên gelek welatan de bi zor ji sedî 50´ê hilbijêran diçin ser sindoqan. Em çarenûsa xwe didin destê hinên din, em ne bi destê xwe ne û em ji vê razî ne; ji ber ku leylanek jî dane dest me, leylana bexteweriya ferdî! Ango em bi hêviya "nemumkinê" xwe dilebikînin, ji me we ye em dikarin bi serketinên xwe yîn ferdî bextewer bibin. Dewlemendiyeke madî, serketineke kariyerê ku mirovî vediguherîne mehîna di romana Orwell ya gundikê heywanan de ya ku xwe bi karî dikuşt.

Ango em pê razî ne ku ne bi destê xwe bin, bi hêviya ku tiştekî ne mumkin e me bextewer bike, me bextewer bike. Em pê razî ne em ne siyasî bin, em pê razî hinên din biryarên ku rê didin ber me û siberoja me û zarokên me bidin. Ev razîbûna me hîç şik û guman jê nîne ku projeyeke siyasî bû ku nexasim jî di nava van 40 salên dawiyê de di vê astê de hat biserxistin. Ahenga civakî jî bi vê derbeke kuştinê xwar, û heger ji me neyê em gotarên alternatîf û civakên alternatîf xurt bikin; ya ku ti xwedawenda Sumerî, Asûrî, Misrî, Romayî û Yewnanî nekarî bike, em ê bi xwe bînin serê xwe; em ê bibin evdên mutleq û êdî bi temamî bibin objeyên siyaseta li derveyî me û desthilata li ser me. Ji vê jî wê ti ahenga civakî nede der. Weke encam jî bexteweriyeke civakî wê ne mumkin be. Lê em mirov in, hizrên me ne tenê li dora nefsa me digerin, ew li dora civakîbûna me û bexteweriya me jî digerin. Li Rojava ya tê înşakirin ne bajar û gund in, lê ev ahenga hanê ye ku wê rê li bexteweriyeke civakî veke.          

Yazarın diğer yazıları