Fêrikê Ûsiv; helbestbêjê evîna kirde

Helbest jî wekî hemû cureyên wêjeyê, serê pêşîn ji kana zimên vedixwe. Lê tevî ku ziman ji bo helbestê ne navgînek e jî, di heman demê de ne ji bo vegotina çîrokekê an jî qewamekê ye jî. Helbest, her tiştê ku bi rêya zimên dibêje, di nava zimên de serûbinê hev dike û bi vê serûbinêhevkirinê jî derbê li zimên dixe. Derba ku em behsê jê dikin, ne ji bo jiholêrakirin an jî pûçkirina zimên e; derba behs jê kirî, derbeke erênî û avakar e ku hem ji bo helbestê hem jî ji bo zimên keys û derfetên vegotinê ên dîtir peyde dike. Di vê qonaxê de helbest, bi hewldaneke taybet, hem bi hêmanên di nav zimên de heyî hem jî bi hêmanên derveyî zimên, dirûv dide zimên û zimên ji nû ve birêxistin dike. Wek encama vê birêxistinkirinê jî, hemû tiştên xumam ên di mêjî de û hemû tiştên di dil de heyî û nehatine gotin, digel zelalbûnê, zengîntir jî dibin û bi rêya helbestê wekî derbiraneke hunerî didin der.

Fêrikê Ûsiv, helbestên xwe li ser zimanê kelepûrî û adetî yê rojane saz dike. Ev şêwe û şêwaza wî dike ku xwendina helbesta wî zelal û hêsan be. Lê belê, hêsanîbûn û xweşfamdariya zimên tu nirx û qîmet ji helbestê kêm nake. Berevajiya wê, ev yek dibe derfetek ku helbestkar karibe mebesta xwe li paş peyvên asayî veşêre û bi awayekî hêmayî û helbestî bêje. Loma jî, Fêrik dide dû zimanekî bi vî rengî û li ser heqîqeta helbestîbûnê, bi zimanekî adetî û kelepûrî, sadetî û petitiyekê ji bo helbesta xwe saz dike.

Digel vê yekê; evîn yek ji hêma û temaya gelemperî ye ku di helbestê de pir tê bikaranîn. Û car caran li pêş e car caran jî li paş hêma û temayeke dîtir cî dide xwe. Fêrikê Ûsiv jî, evîn bi gelek awayan kiriye hêma an jî temaya helbestên xwe. Ew di helbestên xwe de, hewl nade ku hema hemû hestên xwe yên evîniyê, mîna ku bixwaze jê xelas bibe, ji dil derîne û bêje. Naxêr, xema sereke a Fêrik ew e ku dixwaze hest û dilîniya evîniyê ku çêdibe, xweşiktir û rengîntir bêje. Û di gotina xwe de jî, bala xwe dibe ser zimanê kelepûrî û rojane; zimanê rojane parçewesle û serûbinêhev dike û bi vî awayî zimanê helbestê ji zimanê rojane diqetîne; û dîsan bi vî zimanî, bi metafor, referent û şanîderên ku bi kar tîne, helbesta xwe dike tişteya evînê. Loma jî, di helbestên Fêrikê Ûsiv de, evîn an jî kesa ku dil bo wê hatiye dayîn ne wekî tişteyekê tê dîtin; berevajiya wê wekî kirdeyekê tê dîtin û tê hewandin ku ew kirde ji hêlekê ve jî aqûbeta evînê diyar dike; û digel wê jî, ne helbest, evîn(î) diaxive; ne kesê dildayî, evîn û kesa dil bo wê hatî dayîn diaxivin; yanî evîn û evandî (maşuq) kirde ne.

Em dikarin bi du mînakan mebesta xwe hinek be jî bidin der;
“Dengê wê wisa nazik î zîz e / Wisa jinane, wisa ezîz e, / Wekî hetanî ku şer jî dike, / Nav û nifirên beter jî dike, / Ez fedî nabim ji wê deng û dewê.* (Ji helbesta Dengê Wê)

Heke em bixwazin bi çend peyvan dahûrînê bikin, em ê bêjin; di helbestê de, kirin û gotinên ‘yarê’ ne girîng in, a girîng evîn e ku bo yarê heye û di risteya dawî de bi gotina “fedî nabim…” dide der ku evîn di paş deng û kirinên yarê de maye û wisan di bin re tê vegotin. Û kirinên yarê rengûawayê (wesf) evînê diyar nake, berevajiya wê, evîn û evandî esas in ku hemû kirinên neyînî ên yarê tê de tê erênîkirin û vehewandin.
“Şara li serê wê kesk e / Zimanê wê gezgezk e. / Wî zimanê bed î nehs, / Meriv bigire û gez ke.”** (Ji helbesta Bedewa Bed)

Fêrik, di vê helbesta xwe a bi navê Bedewa Bed de, bi bikaranîna wateya dijber a peyvan hem armancxwaziya helbestê hem rêbaza semiyotîk hem jî duhêlîtiya evînê dide der ku aliyên neyînî her tim, ji bo xatirê evînê, bi aliyên ku erênî tên dîtin û hewandin. Rista, ‘şara li serê wê kesk e’ pênaseyeke erênî ye û rista ‘zimanê wê gezgezk e’ aliyê neyînî yê evînê dide der. Ev yek ne gazinc e ne jî hewla dûrxistinê ye. Rista ‘wî zimanî bed î nehs’ domdariya aliyê neyînî bi me dide hisandin ku ancax bi hewandineke hezkirinê dikare were şayesandin. Axir rista dawî, ‘meriv bigire û gez ke’, hemû neyîniyên zimanê bed î nehs, bi peyva ‘gez’ê tê watedarkirin ku di vê qonaxê de wateya peyva ‘gez’ê bi wateya pêreyî tê bikaranîn. Her wekî nas e, wateya peyva ‘gez’ê bêtir referentê bi êşandinê dike. Lê belê peyva ‘gez’ê di evînê de dibe xwedî wateyeke erênî; evîn di ‘gez’ê de dibe kirde ku hestê kamraniyê ya evînê dide der.

Her wiha, gava mirov bi giştî bala xwe bi hûrgerî dibe ser helbestên Fêrikê Ûsiv, mirov dibîne ku Fêrik ne helbestkar e; lê belê helbestbêj e. Ji ber ku ew pêşî helbestê dipêje, piştre di hiş û bîra zimanê heyî û kelepûrî de diparzûnîne, zimên serûbinêhev dike û dawiya dawî helbesta xwe bi zimanekî veavakirî dibêje; û Fêrikê Ûsiv, ji şa’îrî û helbestkariyê wêdetir, di ast û biwara ‘helbestbêji’yê de pal û cî dide xwe.

* Ûsiv, Fêrikê. (2015) Êvara Zivistanê, Diyarbekir: Weşanên Lîs, (Cildê III.)
** Ji heman berhema li jor.

Têbinî: Ev nivîsar, bi navê “Hêmaya Eşqê Di Helbestên Fêrikê Ûsiv De” wekî nivîsareke akademîk hatiye nivîsîn û bo vê gotarê ji nû ve hatiye birêkûpêkkirin.

Yazarın diğer yazıları