Fermana Bêjarê

Ferman, berî ku bibe hêmanek an jî raweyeke gramerî, dengkirin e; ji ber ku wek jêderk, deng e; û bi piranî ji bo kes û heyîna derveyîn e. Ev heyîna derveyîn di gramerê de wekî kesê duyem ê yekhejmar û pirhejmar tên zanîn. Her wiha, çendî ku hin caran mirov fermankirinê bo xwe pêk bînin jî, fermankirin (an jî fermandan) di hîma xwe de, lidervehiştinek e ku kes an jî aliyê ku ferman dike, bi dengê xwe desthilatekê dide der û pê dihisîne. Ev desthilat, serê pêşîn, li ser dengê fermanî, mirovê derveyîn westar (bêliv) dihêle; dike ku neguheriyek jî bi wî re çêbe; û paşê jî wekî encam dengê fermanî mirovê derveyîn beralî (araste) dike. Sedema van pêkhatinan hemû ‘yekîtiya zimên’ e ku mirovên pê deng li hev dikin (yanî bi hev re diaxivin), bi awayekî komelî (civakî), ji mêj ve ye li ser deng û zimanekî li hev kirine. Ev yekîtî, di heman demê de yekîtiyeke jêderkî ye jî.

Jêderka ku em behs jê dikin, gramer e. Gramer her tim hewlê dide ku xwe û dengkirên (yanî axiverên xwe) di nav sînor û qaydeyên xwe de asê bike. Ev hewldan û asêkirina hanê, dibe sedem ku gava aliyê hundirîn fermanê lê bike di xwe de dorteng bibe û di heman demê de kesê derveyîn jî jê re bibe heyîna ‘biyan’. Biyanîbûna ku pêk tê, bi xwe re sînoran jî ava dike û aliyê hundir, yê ku fermanê dike û aliyê derveyîn, yê ku fermanê hildide, ji hev dûr dimînin û lihevkirina wan a komelî û zimanî ji hev sist dibe.

Çendî ku bi pênase û baweriyeke giştî hatiye qebûlkirin ku ziman navgîneke (instrument) raguhastinê ye jî, ev yek di hemû hêmanên xwe de ne wisa ye û pênaseya hatî kirin, dike ku em berê xwe bidin ser bandora hêmanên dîtir jî. Ji ber ku her kirin û kiryariyên zimanî ne raguhastin e, gelek caran jî temamkirina kiryarî û pêkanînan e. Û heke temamkirinên ketî behsê pêk neyên, beşeke girîng ji lihevkirina komelî (civakî), kêm dimîne. Loma jî Deleuze û Guattari dibêjin, “Peyvên fermanî, navgînên birêkûpêkkirina dinyayê û lirêzêxistina tiştan in. (…) Ji ber hindê jî, her kiryarî û her derbirana ku pêwendiyeke berpirsiyê çêdike, di bin hikm û desthilata peyvên fermanî de ye.”* Loma jî peyvên fermanî, di xwe de tundiyeke veşartî jî dihewînin û ev tundî di gava pêkhatina xwe de mirovê fermanhildayî dixe nav bendewariyên wekî daxwazkirin, geflêxwarin, tikakirin û yên din.

Peyva fermanî, carinan ji bo ku tundiya xwe veşêre, bi kubariyê re hevkariyê dike û dike ku beralîkirin bi temamî bibe serdest û desthilata peyva fermanî bê veşartin. Wekî mînak, gotina; “Ji kerema xwe tu dikarî derî vekî” ne rasterast fermanî ye, bi gotina ‘ji kerema xwe tu dikarî’ dengê fermanî tê kubarkirin û dirêjkirin; û pêşniyazekê lê dike. Di nava pêşniyaza tê kirin de lêferzkirinek jî heye ku wisa di bin re dikişe. Her wiha, di gotina, “Ji kerema xwe derî veke” de, fermaniyeke nermkirî heye ku dîsa ji kubariyê deyn dike û lêferzkirina xwe vedişêre. Lê belê gotina, “Derî veke” bi temamî fermanek e ku tu tişt ji tundiya desthilata xwe venaşêre, tu pêşniyazekê lê nake; û wisa aşkera û li rastê ye.

Wek wêje, di çîrok û romanan de peyvên fermanî, wek dengkirinekê, bêtir di diyalog û pevaxivînan de derdikevin pêşberî me. Û ji ber ku kapasîteya çîrok û romanan keysê dide me ku em jê haydar bin ka rengê pêwendiya di navbera kesan de çawa ye, gava deng û peyvên fermanî tên bikaranîn, em pê dizanin ka dûrahî û nêzikahiya wan çi ye û dengên fermanî kesan bi kîjan alî ve beralî û araste dikin. Û ji ber ku çîrok û roman zêdetir li ser peyv û vegotinê ava ne, dengkirina fermanî ku tê de bi cî dibin jî lihevkirina zimanî ya ketî behsê aşkeratir didin der.

Herçî helbest e, di warê dengên (peyvên) fermanî de xwedî taybetiyeke dîtir e. Ji ber ku helbestê di warê aheng û rîtma peyvan de hevgiriyekê divê, gava dengên fermanî tê de bi cî dibin, me beralî dike û em bivênevê xwe lê tînin. Herçî mînak e:

“Tev tev rabin, îro bû şer/Ev ev roja ceng û tevger/tev de rabin kom û leşker/Haydê Kurdo; marş marş/(…)/Bes bes tev de rabin wek mêr/ Her kes pev re rabin weke şêr/Tev de rabin dest bi xençer/Haydê Kurdo; marş marş/(…)/Pek pek va ye dijmin tê tê/Hek, hek, rabin, mêrên çê çê/Hemî weke şêr û ejder/Haydê Kurdo; marş marş…”**                

Gava em bala xwe dibin ser vê helbestê, em xweşikî dibînin ku helbest heta dawiyê li ser fermana “rabin” û bi beralîkirina “marş marş” hatiye sazkirin. Şa’ir armanca xwe bi peyvên fermanî pêk tîne. Û bi fermankirinê dixwaze birêkûpêkkirinekê pêk bîne û kiryariyên ku wê armanca wî li dar xin, li rêzê xe. Û digel vê, tundiya ku bi dengê fermanî di helbestê de tê bicîkirin jî, dûrahiyekê dixe navbera şa’ir û xwendevan. Ev dûrahî di heman demê de, desthilata şa’ir jî xuyanîtir dike ku bi lêkera aktîf a ‘rabûn’ê xwendevan westar dihêle; û bi peyvên dengî yên ‘marş marş’ jî xwendevan dike rewşa neguher û di vê neguheriyê de xwendevan car din li livê dixe û dûrahiya di navbera xwe û xwendevan de heyî zêdetir dike û dîsa bi hevkariya dengê fermanî, wisa di bin re, lêferzkirinekê jî pêk tîne; ku di kurtemînaka me de ew peyva fermanî; “rabin wek mêr” e.

Gava fermankirinek bi dengê kubariyê re hevkariyê bike, em bi xapînokiya kubariyê dikevin nav desthilata wê ya ku bi awayekî ‘durû’ nêzikî li me dike û lêferzkirina xwe ji me vedişêre. Lê belê gava fermankirinek wisa rût û tazî li me biqelibe; em yekser li bin guhê desthilata wê ya ‘yekrû’ dikevin; dûrahî dikeve navbera me û dengê fermanî û ev yek rê li ber me vedike da ku em karibin li ber desthilata deng û peyvên fermanî rabin û bi xebera ‘fermanê’ nekin. Û çi gava ji me re hat gotin; “derî veke!” em hemû deriyan ji cî bixin…

* Deleuze-Guattari, Bin Yayla- Kapitalizm ve Şizofreni, Bağlam Yay. 79

** Cegerxwîn, Helbesta bi navê, “Kurdo Marş”, Weşanên Lîs, Cilda I., 139

Têbinî: Têgiha ‘bêjar’ bi wateya ‘discourse-söylem’ hatiye bikaranîn.

Yazarın diğer yazıları