Festîval nedan qedexekirin

Aldar Xelîl: Armanca êrişên li dijî Efrînê hilweşandina Şoreşa Rojava ye. Bi hezaran welatî û şervanên YPG&YPJ’ê li Efrînê li ber xwe didin. Em jî soz didin ku em ê Efrînê ji dagirkeran rizgar bikin.

Ji Konseya Rêveber a TEV-DEM’ê, Aldar Xelîl ê di mîtînga li Dusseldorfê ya bi tevlîbûna bi hezaran Kurdistanî û dostên wan de axivî û got, “Em soz didin ku Efrînê ji dagirkeran rizgar bikin.”

Li bajarê Elmanyayê Dusseldorfê, Elmanyayê bi sirûda “Ji Ocalan re azadî” û “Ji bo Efrîn û Kurdistan aştî” hate lidarxistin. Mîtîngê bi sirûda neteweyî ‘Ey Reqîb’ dest pê kir, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şehîdên Azadiya Kurdistanê, wêneyên girtiyên siyasî yên Kurd Ramîn Huseyîn Penahî, Zanyar û Luqman Mûradî yên ji aliyê rejîma Îranê ve hatin darvekirin û alên YPG/YPJ’ê hatin nîşandan.

Di mîtîngê de ciwan û jinên bi cil û bergên kesk, sor û zer ên neteweyî bal kişandin ser xwe. Di mîtîngê de rejîma Îranê û dewleta Tirk hatin protestokirin.

Piştî rêzgirtinê, li ser navê Platforma Efrînê hevserokên KCDK-E Yuksel Koç û Fatoş Goksungur, dîsa berpiryarê Partiya Demokratîk a Kurdên Sûriyeyê (PDKS) Mahmûd Dawud û ji Meclîsa Şengalê a Demokratîk (MŞD) Fikret Îgrek jî axivîn. Di axaftinan de nerazîbûn nîşanî biryara qedexekirina 25’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya li ser fermana Erdogan a ku wê li bajarê Dînslakenê bihata kirin, hate dayîn; û hate gotin, vê biryarê careke din têkiliyên qirêj ên dewletên Tirk-Elman nîşan da.

Gelê Kurd wê serî netewîne

Goksungur got: “Dîktator wê li pêşberî serketina Kurdan nebe asteng”. Her wiha di axaftinan de nerazîbûn nîşanî polîsên Elman ên ku rê nedan alên YPG/YPJ’ê û posterên Ocalan jî hat gotin: “Em weke gelê Kurd tiştekî wiha napejirînin. Rêberê Gelê Kurd ev 20 sal in di tecrîdê de li ber xwe dide, em ê ramanê Rêber Apo esas bigirin û wiha li hemberî zextan li ber xwe bidin û van zextan jî nas nakin. Rêberê Gelê Kurd Ocalan ne bê xwedî ye, ew navê aştî û azadiyê ye.”

Di peyama li ser navê Koordînasyona KJK’ê de jî hat gotin, “Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya îsal ku diyarî Rêbertiyê hatiye kirin, careke din da nîşan ku têkoşîn wê bidome û xwedîderketina li Rêbertiyê erkeke destjênebe û dîrokî ye. Li ser vê bingehê divê di serî de jin hemû gelê me ji bo azadiya Rêbertiyê seferber bibe. Azadiya Rêber Apo êdî pirsgirêka mirovahiyê ye.”

Em ê Efrînê rizgar bikin

Paşê ji Konseya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl diyar kir ku ji gelê Rojava şervanên YPG/YPJ’ê silav aniye û got: “Beriya bi 7 salan şoreşek li Rojava pêk hat. Ti kesê hêvî nedikir ku wê di demeke wiha de şoreşek pêk were. Şoreşa Rojava li ser felsefeya Rêber Apo û mîrateya Têkoşîna Tevgera Azadiya Kurd a 40 salî pêk hat. Lê hê jî li Rojava şer dom dike. Hêzên desthilat ên dijminê mirovahiyê êrişên xwe yên li dijî gelê Kurd dewam dikin.

Armanca êrişên li dijî Efrînê hilweşandina Şoreşa Rojava ye. Bi hezaran welatî û şervanên YPG&YPJ’ê li Efrînê li ber xwe didin. Dagirkirina Efrînê nayê wateya şikandina Şoreşa Rojava. Em ê Efrînê azad bikin. Em jî soz didin ku em ê Efrînê ji dagirkeran rizgar bikin.”

Çareserî Ocalan e

Di dewama mîtîngê de Parlemeterên HDP’ê Ayhan Bîlgen û Feleknas Ûca jî axivîn. Bîlgen û Uca îşaret bi cezakirina kesên çareseriyê mumkin dikin, kir û peyama “çareserî Ocalan bi xwe ye.” da

DUSSELDORF


Em li ser piyan bin

Gulale Mihyedîn (59) a ji Silêmanî ya ku li bajarê Elmanyayê Stuttgartê dimîne jî ji wan kesan bû li çalakiya li Duseldorfê li ser qedexekirina Festîvala Çanda Kurd amade bû û bi wezîfeya misogerkirina ewlekariyê radibû. Li ser sedema xwe ya bûna li çalakiyê û wezîfekirinê wiha rave dike: “Nexasim ji ber ku Festîvala Çanda Kurd hat qedexekirin ku Kurd ev 25 sal in li vir li dar dixin. Îsal ji bo xatirê berjewendiyên di navbera dewletan de, ji bo xatirê Erdogan ev festîval qedexe kir ku ti rewabûna vê qedexeyê nîne. Em dixwazin çanda xwe pêşan bidin. Li gorî qanûnên Elmanyayê em festîvalê bi rê ve dibin, lê mixabin, berjewendiyên navdewletî kir ke bê qedexekirin. Deemekê ji bo Kurdan digotin, pehlewanên li dijî DAIŞ´ê û terorîstan şer dikin. Niha ji ber perjewneidyên xwe Kurdan diavêjin pişt, berjewendiyên xwe datînin pêş. Kesekî dîktator, mîna Erdogan, radbin piştevaniya wî dikin. Amade nînin penaberan bi hewînin, lê amade ne bi milyaran dolarî çekan bifiroşin dîktatoran. Li Efrînê jî çek û tankên Elman li pêşiya hêzên Tirk bû û da pêşiya çete û DAIŞ´ê kete nava Efrînê.”

Tecrîd neheqiye li gelê Kurd

Gulale ji tecrîdkirina Ocalan jî gelekî ne razî ye û dibêje, “Ji ser serok Abdullah Ocalan mafên girtiyan jî hatine birrîn; tecrîdeke şidandî li ser hatiye ferzkirin. Li vir ez bang li parazvanên mafên mirovan dikim, ji bo çi ji bo rêberekî 40 milyon Kurdî ew qanûnên parastinan mafê mirov ji bo girtiyan ne lê ne? Em Kurd li vir divê timî li ser piyan bin û hewl bidin da ku tecrîdkirina Ocalan bişikînin. Divê erka me ya sereke be ku beramberî vê neheqiya li gelê Kurd tê kirin, em li ser piyan bin.”

Gulale, ji bo hewldanên dagirkeriyê û êrişên dewletên Tirkiye û Îranê, dibêje, divê KUrd li Başûr helwêsteke diyar nîşan bidin û bêdengiya xwe bidawî bikin: “Hêvîdar im bê dengî bi dawî bibe. Ji ber ku îro berjewendiyeke piçûk hebe jî, sibe, ew ê jî nemîne. Bila vê sertewandinê qebûl nekin û dakevin meydanan.


Festîvalê serbest doza azadiyê kir

Festîvala Çanda Kurd a Skandînavyayê ji bo cara 22´yan li salona Solna ya paytexta Swêdê Stockholmê pêk hat. Ji gelek bajarên Swêdê, Kurdistanî û dostên wan beşdarî festîvalê bûn.

22. Festîvala Çanda Kurd a Skandînavyayê ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Swêdê (NCDK-Swêd) û Yekîtiya Jinan a Sara ve hate orgnaîzekirin. Hevserokên NCDK-Swêdê Ferah Bozcali û Ridvan Altûn di destpêka festîvalê de bi xêr hatina beşdaran kir.

Piştî rêzgirtinê, Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal, Nûnerê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ê Swêdê Ahmed Karamûs û Parlamentera HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr axivîn.

Parlamentera Moderat (Mihafezakar) Margeretha Cederfelt, Parlamenterê Partiya Çep Daniel Riazat, namzetê parlamenteriyê yê Partiya Karker a Sosyal Demokrat Kadîr Kasirga di festîvalê de nihêrîna xwe ya li ser pirsgirêka Kurd eşkere kir û diyar kir ku piştgiriya wan a ji bo gelê Kurd wê dewam bike.

Dewleta Tirk wê bi ser nekeve

Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal diyar kir ku şerê dewleta Tirk li Rojava, Bakur û başûrê Kurdistanê li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd û gelê Kurd e, vî şerî dewleta Tirk xistiye nava krîzeke giran a siyasî û aborî û ev krîz wê roj bi roj mezintir bibe.

Kartal da xuyakirin, Yekîtiya Ewrûpa bi taybetî jî Elmanya ji bo berjewendiyên xwe alîkariyê didin Erdogan, lê belê wê bi ser nekevin. Kartal destnîşan kir, gelê Kurd, hêzên demokasiyê û hemû gelên Rojhilata Navîn pêwîst e vê krîzê weke firsendekê bi kar bînin. KArtal wekî din bi ehemniyet îşaret bi wê yekê kir ku dewleta Tirk wê di şerê xwe yê li dijî Kurdan de bi ser nakeve.

PKK´ê ji lîsteyê derêxin

Nûnerê KNK’ê yê Swêdê Ahmed Karamûs jî bi bîr xist ku Tevgera Azadiyê ya Kurd tevahiya cihanê ji gefa çeteyên DAIŞ‘ê rizgar kir û helwêsta welatên Ewropayê rexne kir: “Kurdan li Rojava ji bo mafên mirovan, demokrasî û azadiyê şer kir. Weke KNK’ê em ji Yekîtiya Ewrûpayê û DYE’yê dixwazin ku li dijî Erdogan helwêstê nîşan bide û PKK’ê ji nava lîsteya ‘rêxistinên terorîst’ derxîne.”

Parlamentera Mihafezekar, Margareta Cederfelt jî diyar kir ku weke çavdêr ew tevlî hilbijartinên li Tirkiyeyê bûye û dîtiye ku hilbijartineke wekhev û durust nehatine kirin, li Kurdistanê zext li gel hatiye kirin ji bo deng bidin AKP’ê.

Parlamenterê Partiya Çep Daniel Riazat dagirkerî û bomberdûmana dewleta Tirk a li Rojava û Başûrê Kurdistanê şermezar kir û got, ji bo navê PKK’ê ji lîsteya ‘rêxistinên terorîst’ were derxistin, Partiya Çep wê hîn bêhtir hewl bide.

Em ê bi ser kevin

Parlamentera HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr jî da xuyakirin ku têkoşîna HDP’ê ne tenê ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê ye, armanca wan demokratîkbûn û azadiya Rojhilata Navîn bi pêşengiya jinan: “Ev yek şoreşa jinê ye. Di vê têkoşînê de em bi tenê nînin. Em tevî hemû gelên bindest têdikoşin. Gav bi gav em nêzî armanca xwe dibin. Em ê bi ser bikevin.”

Koma muzîkê ya Emerîkaya Latîn ‘Utopîa’ stranên hunermendê şoreşger ê ji Şîlî Vîctor Jara, hunermendên Swêdî Stina Bengs û Andreas jî stranên xwe yên ji bo azadî û aştiyê gotin û destek dan têkoşîna gelê Kurd.

Di festîvalê de Koma Amara, Evîn, Elonora, Mihemed Hezexî, Mehmmed Taho, Kawa, Alî (Agirê Jiyan) hunerê xwe pêşkêşkirin. Koma Govendê ya Sema ya Goteborgê jî reng da festîvalê.

 ANF / STOCKHOLM

Yazarın diğer yazıları

    None Found