Festivalek bi zarokan û bi dilzarokî bi dawî bû

Sêyemîn Festîvala Çandê ya Zarokan a ku 7´ê Îlonê dest pê kir, 12´ê Îlonê êvarê bi belavkirina xelatan bi dawî bû.

Di roja dawî ya festîvalê de şahiyek bi beşdarbûna sedan kesî hate lidarxistin. Hevserokê Meclîsa Damezirîner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Mensûr Selûm û Hevseroka Desteya Çandê ya Katnona Cizîrê Bêrîvan Xalid beşdar bûn.

Hevserok Selûm El-Mensûr li vir axivî û di destpêka axaftina xwe de berxwedana şervanên di qadên şer de û malbatên şehîdan silav kir.

El-Selûm her wiha da zanîn ku zarok nifşên paşerojê ne û wiha dewam kir: ʺEm ji zarokên xwe nifşên siberojê ava dikin. Em ê wan dûrî kîn, nefretê û rijandina xwînê bikin.ʺ

Di dewama bernameyê de Koma Diljîn a navenda Çand û Huner a Aram Tîgran dilanên gelerî pêşkêş kir. Her wiha koma şano ya Girkê Legê şandoyek pêşkêş kir. Di beşê dawî de jî koma Qamişlo stran pêşkêş kirin.

Di dawiya şahiyê de xelat li zarokan hate belavkirin. Festîval bi stranên koma Nûda ya girêdayî Tevgera Kevana Zêrîn bi dawî bû. 

 GIRKÊ LEGÊ

Yazarın diğer yazıları

    None Found