Feto û reformîstên kurd

Ez dizanim, di van rojan de serê giştan bi navê Feto bûye wekî meşka dew. Heta ewtîna kûçikan jî bi Feto ve girê didin. Na, ev ne mijara min e. Dagirker dagirker in. Îro Feto, sibe Reco, dusibe keto dê bibe sembola xirabiyê. Her çendî mirov nikane reformîst jî bibêje, lê ji zû ve ev nava li hin kom, komik û partiyên kurd yên di salên heftê û heştêyî de derketine, hatiye kirin. Hin aliyên wan dişibin rekxistina fetullahî, ango Feto.

1 – Fetullah Gulenî prensîba dema Emevî û Osmaniyan wergirtiye. Pirensîb ev e: “Tu carê rexne û xwe rexneya navxweyî nayê pejirandin, fermana ji jor ve tê, divê wisa were pejirandin, û wisa dakeve qada jiyanê!“ Ev prensîb di nava reformîstên me de jî heye. Lema di nava wan de tu pêşketin çênebû, kesên ev deriyê girtî dîtin, ji wan qetiyan.

2 – Têkiliya Fetullah û leşkerî, polîs û sîxuriyê tê zanîn, lê ev wek tişteke normal tê pejirandin, tu kes nikane vê di pirsiyariyê re derbas bike. Ev rewş di nava van komên reformist ên kurd de jî heye. Her roj di hemêza dewletê de ne, çûn di parlamento û dozgeriya Amadê de giliyê Tevgera Azadî kirin. Lê mîna ku tişteke normal be, tu kes ji wan hesab napirse, hê di ser de li neynikê mêze dikin, wê qirêjiya rûyê xwe dibînin û davêjin ser hêza berxwidêr. Li Ewropayê, xwerû li Alamnyayê di dema qedexeya PKK hat danîn de gelek endamên wan bi aşikarî bi polêsên alman re xebitîn.

3 – Pirensîbeke Fetullahiyan jî ev e: Tim bi serkariyan re tevdigere. Tu carî dewlet rexne nakin, li dij dewletê nakevin nava tevgerê, suç û tewana dewletê bi boneyên din bê guneh derdixe. Mînak: Bi Demîrel û Kenan Evren re bûn, bi Turgut Ozal, Çîler re bûn. Bi tevê AKP koalisyon çêkirin. Li Amêrîka û Ewropayê jî wisa nin. 

Reformîstên nijadkurd û qaşo kurdewar jî li ser heman prensîbê dimeşin. Di salên heftêyî de gişt bi rojnameyên legal derketin piyasê. Di hilbijartinan de piştgiriya Karaoglan kirin. Di nivîs û nirxandinên wan de tiştê rasterast dewletê rexneke tune. Li Almayayê jî di dema qedexeya PKKê de têkiliya wan û serkariya Alman, li Swêdê jî têkiliya wan û dewleta Swêdê baş tê zanîn. Di dema serhildan bajaran de li dij serkariya AKP yek gotinekê nenivîsîn, heta bi boneya hendekan piştgiriya xwînxwariya serkariya AKP-ERGENEKON-FETULLAHiyan kirin.

4 – Fetullahî hêzeke çapemeniyê afirand û ev çapemeniya xwe wek saziyên sîxwiriyê li dij Tevgera Azadî û dijberên xwe bikaranîn. Berê di çapemeniya xwe de dijberê xwe wek hedef nîşan didan, reşdikirin, ji wan re tewanek didîtin û dû re jî didan girtin.

Reformîstên kurd jî xebitîn ku bi awayê Fetullahî bi rêya çapemeniyê derdorên Tevgera Azadî reş bikin û têkin hedefa girtinan. Li Ewropa li dij Tevgera Azadî bi dehan belavok derxistin, pirtûk çapkirin. Dema derfetên medya dîgîtal derket, her komeke reformîst çend malper vekirin û li ser bingehê derewan dest bi reşkirina Tevgera Azadî kirin. Medya dîtnêr ya dagirkeran jî dema pêdivî pê didîtin ew derdixistin ekranan û li dij Tevgera Azadî didan axaftinê. Niha tevahiya wan birekxistin û kerê xwe cîh hîştine, serkariya Başûr wek alekî danin ser milên xwe û tenê karê êriş, îftira û herî avêtinê girtine. Bi taybet jî li gor polîtîka AKP vê reşkirinê didomînin.

5 – Fetulahî di warê hêzê de bi xwe ne bawer in, tim hewldane ku bi alîkarî yan jî piştgiriya hêzekê bigihîje armanca xwe. Berê MÎT, paşê leşkeriye û polês, di encamê de jî pişta xwe da CIA –DYA yê. Reformîstên nijadkurd jî wisa nin, lê bi qasê fetullahiyan bi xwe ne bawer in. Di salên heftêyî de, hinekan pişta xwe dan TKP û hinekan jî dan hêzên başûr. Dema derketin Ewropayê jî hewl dan ku di siya sosyal demokratan de hêza xwe biparêzin. Niha jî pişta xwe dane AKP, li bendê ne ku serkariya AKPê Tevgera Azadî têk bibe (armanca wan ne kurd û Kurdistan e, tenê têkçûna PKKê ye).

Bêguman mirov dikane Fetullahî û van reformîstan bi hin aliyê din ve jî birûberîne. Lê aliyê wan ên hima bi tevahî dişibin hev û mirov dibêje qey ev ji navendekî ve bi şivika dirîgentî tê rêvebirin, ev in. Wer xuyaye qirêjiya fetullahiyên di nava me de jî ev reformîst in.

Yazarın diğer yazıları