Fetwaya Xumeynî ya 1980´yî li dijî Kurdan

40  sal di ser destpêkirina komkujiyên li Rojhilatê Kurdistanê bi destê Ayetullah Xumeynî re derbas dibin. Bi desteserkirina şoreşa gelên Îranê di zivistana 1979´an de gava destpêkê ya vê rejîma xwînmij ew bû ku berê xwe da Kurdistanê û gelek komkujiyên mezin kirin. Her çend tê zanîn ku rola Kurdan di şoreşa gelan a Îranê de gelekî ber bi çav bûye. Tevgerên çep û sosyalîst ên Kurd çi di dema şahenşahiyan de çi jî di dema rejîma niha de li beramber her cure polîtîkayên înkar û tinekirinê li ber xwe dane. Di rêbazên têkoşînê de şaştî hebin jî dîsa her tim rêûresma têkoşîna li beramber van rejîman heta îro dewam kiriye û hatiye. Ji buhara 1980´yî ve bi qasî 2-3 salan rejîma desthilatdar a Îranê bi êrişên mezin ên bi armanca qirrkirin û dagirkeriyê gund û bajarekî Kurdistanê nehişt ku lê komkujî nekirin. Fetwaya destpêkê ya Xumeynî li dijî gelê Kurd di roja 18´ê Tebaxa 1980´yî de bû; wî hingê got; Kurd ji Îslamê ditirsin û naxwazin Îslam bibe desthilatdar! Wî Kurd wek dijminê xwedê û Îslamê bi nav kirin û bi fermana wî nêzî 3 heftiyan êrişeke berfireh li dijî tevahiya bajarên Rojhilatê Kurdistanê pêk hat. Wê demê hêza Sipahê Pasdaran nû hatibû avakirin û erka xwe ya destpêkê li Kurdistanê pêk anî. Bi çekên giran û balafirên şer gund û bajarên Rojhilat hatin bombebarankirin, dagirkirin û bi sedan kesan jiyana xwe ji dest da. Jixwe, di nava sê heftiyan de tevahiya Rojhilat hat dagirkirin. Lê Xumeynî bi vê bi sînor nema. Kesên kujer bi navê Ayetullah Sadiq Xelxalî raste rast erkdar kir û jê re got; “Ew kafir in û her tişt rewa ye!” Xelxalî dozgerek kujer bû ku hukmê darvekirina gelek kesan di nava çend deqeyan de li dadgehan dabû û diyar bû ji vî karî hez kiribû. Bi lez û bez berê xwe da Kurdistanê û diçû kîjan bajarî hema di dadgeheke çend deqeyî de hukmê darvekirinê dida bi sedan kesî. Her wiha wezîrê parastinê yê wê demê Mustefa Çemran ku bixwe gelek komkujî li Kurdistanê pêk anîne, ev êrişa dagirkeriyê koordîne dikir.

Hê jî bîlançoya van komkujiyan nayê zanîn. Lê li gorî agahiyan tenê li bajarê Merîwanê di nava sê heftiyan de 80 kes hatine darvekirin. Yek ji wêneyên ku wan salan belav bû, wêneyê gulebarankirina 11 kesan li bajarê Sine bû ku paşê li ser asta cîhanê xelat wergirt û kiryarên Xelxalî û Sipahê derket holê, lê hêj birînên wan salan nehatine pêçan. Ji ber ku Kurdan di gund û bajaran de li ber xwe dida, şerên giran diqewimîn. Ji zarokan heta bi kal û pîran, tevahiya Rojhilatê Kurdistanê piştî fetwaya Xumeynî ketibû nava seferberiyê û dixwest xaka xwe biparêze. Hinek melayên olî û kesên noker û xwefiroş ku nedixwestin li ber xwe bidin, xwe spartin hêzên dagirker û tevlî vê tevgera komkujî û qirrkirinê bûn. Hêzên rejîmê her ku li beramber berxwedana Kurdan bêhêz diketin, serî li rê û rêbazên qirêj didan. Li meydanan jin û zarok tazî dikirin, destdirêjî dikirin û paşê gulebaran dikirin. Hewldanên partiyên siyasî yên Kurd ji bo bidawîhatina vî şerî û komkujiyê çêbû, lê wek me di mînaka Dr. Qasimlo de jî dît bi komployan ew ji holê hatin rakirin. Rejîmê bi ti awayî muzakere qebûl nekirin û daxwaza Kurdan a serxwebûnê jî wek derketina ji ferman û rêka xwedê pênase kir. Bi vê pênaseyê, rejîmê êrişên xwe rewa kirin û bê perva dest bi komujiyên mezin kir.

Rojhilatê Kurdistanê bi vî rengî di bêdengiya mirinê de fetisî û heta, salên dûrûdirêj bi ser xwe ve nehat. Partiyên Kurdî, piştî wan komkujiyan êdî piştî demekê ku di nava xaka Rojhilat de man, hêza xwe ya têkoşînê ji dest dan û berê xwe dan Başûrê Kurdistanê. Piştî komkujiya 1980´yî û bêdengiya li Rojhilatê Kurdistanê ji bo cara yekê gelê Kurd bi komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan rabûn serhildanê û ew bêdengî wisa şikest. Îro careke din hebûna hêza bîrdozî û leşkerî ya gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê bersiveke herî bi hêz e ji wan komujiyan re ye. Xumeynî di fetwaya xwe de gotibû, nabe ti dengekî dijber li Kurdistanê derkeve, ew dijminê xwedê ne û divê cezayê xwe bikişînin. Hêj Rojhilatê Kurdistanê di bin dagirkeriyê de ye û hişmendiya qirrker hêj didome. Ji bo wê jî bersiva herî rast ji wan komkujiyan re bêguman xurtkirina hêza bîrdozî û leşkerî ye. Dibe ku hêzên Rojhilatê Kurdistanê di halê hazir de bi pozisyoneke agirbesta bi Îranê re rabin, lê ev nayê wê wateyê ku hişmendiya kesên wek Xelxalî bi dawî bûye û ne diyar e, careke din heman karesatê wê bîninin serê Kurdan yan na. Lê divê ev jî were zanîn ku Kurd li Rojhilat ji her demê zêdetir ji bo parastina xwe amade ne û serî ji fetwayeke din re natewînin. Hişmendiya fetwayê jî bi bipêşxistina pergala Neteweya Demokratîk wê têk biçe.

Yazarın diğer yazıları