Fîlma 14 ê Tîrmehê

Dîdeban

14 ê Tîrmehê di dîroka Kurdistanê de mîladek e. Mixabin ev çalakiya seranser îradeyî ya şoreşgerên Kurd yên pêşeng heta niha ji aliyê Kurdan û cîhanê ve bi berfirehî nehatiye bidestgirtin. Kurdan li ser wê çalakiyê gelek gotine û nivîsandine. Di gotarên edebî û siyasî de cih dane û wisa jî qehremanên wê berxwedanê bi bîr anîne.

Lê rasiyeke wê jî ev e ku eger ev berxwedana di dîroka mirovahiyê de nimûneyên wê kêm hatîn dîtin ne ya Kurdan lê ya gelekî din bûya wê li ser zimanan bûya û di gelek berheman de bihata vegotin. 

Mînak jî mirov dikare berxwedana şoreşgerên Îrlandî bide nîşan. Berxwedana ku di bin pêşengiya Boby Sands de li dijî mêtîngeriya Brîtanî hate lidarxistin di gelek berhemên edebî û hunerî de hatiye temsîlkirin û ev berhem jî niha wek berhemên sereke yên di warê xwe de tên qebûlkirin. Heta niha li gel hewldana Kurdan a jiyandin û gihandina derdorên firehtir jî mixabin ev berxwedan ku mirov dikare bi hêsanî wek serhildana mirovên bêçek, bêdesthilat û bê derfet a li dijî pergaleke dewletî jî bi nav bike negihiştiye qadên navneteweyî. 

Helbet Kurd ne Îrlandî ne, Kurdistan ne li parzemîna Ewrûpayê ye û bi ti awayî mirov nikare herdu diyardeyan li gel hevdu miqayese bike. Lê ya mirov bi hêsanî dikare bide ber hev bêguman îradeya şoreşgerî ya pêşengên herdu gelan e. Di fîlma Haşîm Aydemîr a bi nave 14 ê Tîrmehê de jî ev xal ji aliyê kesên fîlmê berxwedana Îrlandiyan temaşe kirîn ve bi hêsanî tê dîtin. 

Fîlma Haşîm Aydemîr wê bi piralî bê niqaşkirin. Bêguman wê kesên pispor yên bi hunerê ve têkildar û ji aliyê derdorên din ve jî bê nirxandin û rexnekirin. 

Lê ya me dîtî ev e ku film di warê bibîrxistina berxwedana 14 Tîrmehê de gihştiye asteke bilind a serkeftinê. Carek din derdixe holê û wek bayekî cemidî li rûyê mirov dide ku ew berxwedan nasnameya gelê Kurd e, ew berxwedan hişyarbûna ji xewa mirinê ye, ew berxwedan vejandina şerê çekdarî ya di bin pêşengiya fermandar Egît de ye.

Fîlmê Aydemîr bi zelalî dide nîşan ku eger îro behsa Kurd û Kurdistanê tê kirin yek ji sedemên wê yê herî girîng jî berxwedana wan kesayetên dilê xwe wek çek li dijî dijminekî xwînxar bikaranîn e. 

Hîna di destpêka film de xortekî ciwan di otobûsê de çeka xwe dirêjê kesê ku nasnameya xwe jî înkar dike û dengekî têkçûyî dibêje: ‘Ez ne Esat Oktay Yildiran im kiriye û di finalê de jî dibêje min silavên Kemalê Laz ji te re anîne!.. 

Hilgirtina barê berhemeke wiha bi serê xwe encama cesaretê ye. Ya yekemîn ji aliyê cihê wê di dîrok û di nav dilê gel de çêkirin û afirandina berhemeke wiha bi serê xwe barekî gelekî giran e, mirov neçar e cesareta derhêner û heta kesên din yên mora xwe li bin vê fîlma mêjûyî xistine silav bike. Ya duyemîn jî mirov baş dizane ku hin derdor jî bi ti awayî wê neyêne memnûnkirin. Ev fîlma ku seranser li ser erda Kurdistanê, li paytexta dilan Amedê û di mercên berxwedaneke dîrokî ya din a Sûrê de hatiye kişandin di warê bikaranîna zimanê Kurdî de jî serkeftî ye. Derhêner pir girîngî bi vê xalê daye heta ku li gel kesayatên Kurd Kemal Pîr jî bi Kurdî daye axaftin.

Di dawiya film de di hişê mirov de berxwedana 14 ê Tîrmehê ji nû ve zindî dibe. Qehremanên dîrokî yên wek: Mazlum, Hayrî, Kemal, Akîf û sembola jinên serhildêr Sakîne Cansiz jî carek din li dilê mirovahiyê dibin mêvan. Carek din derdikeve holê ku divê Kurd bi ti awayî 14 ê Tîrmehê û pêşengên wê ji bîr nekin. Hêvîdar in ku ev fîlma bûyî sedemê girîna gelek kesên di salona sînemayê ya Berlînê de wisa bigihije salonên navneteweyî û gelên din jî piştî dem û dewranên pir dereng û dirêj jî be wê helkeftina dîrokî ya ciwanên Kurd bibînin. 

Yazarın diğer yazıları