Fransa li aliyê QSD´ê ye

Macron piştgiriya Fransayê ya ji bo QSD´ê piştrast kir. Macron li Parîsê Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed pêr kir mêvan da ku jê re piştgiriya Fransayê beramberî êrişeke eskerî ya dewleta Tirk li Sûriyê, bide nîşan. Çavkaniyeke ji Qesra Serokkomariya Fransayê doh ev yek eşkere kir.

Vî çavkaniyî got, “Mesele ew bû ku piştgiriya Fransayê ya ku li aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk e bide nîşan, û (QSD) jî hevgirên kilît in di şerê li dijî DAIŞ´ê de li herêmê; û mesele ew bû ji nû ve ji (QSD´ê) re bibêjin ku em bi xurtî tê dixebitin li dijî operasyoneke eskerî ya Tirkiyeyê li Sûrî.”

Heman çavkaniyê got, Fransa wê peyama xwe yekser bide Tirkiyeyê, lê bêhtir bi hûrgiliyan daneket.

PARÎS 

Yazarın diğer yazıları

    None Found