Fuara Kitêban a Frankfurtê ya 71. dest pê dike

NİHAL BAYRAM / MAINZ

Fuara Kitêban a Frankfurtê ya 71.Sibe dest pê dike û wê heta 20´ê Cotmehê jî dewam bike. Îsal ji bêhtirî 100 welatan wê bêhtirî 7 hezar weşangerî beşdarî fuarê bibin. Her sal bêhtirî 400 hezar kesî diçin vê fuarê. Hersal welatekî hevpar ê fuarê heye û îsal ew welat Norwêc e. Slogana fuara îsal jî “Xewna di hundirê me/Der Traum in uns” ye. 100 nivîskarên ji Norwêc û Emanyayê jî wê çalakiyên edebî li dar bixin. Ji Norwêcê wê 150 kitêbên nû li fuarê bên pêşandan.

Di fuara îsal de ji bo weşanên ciwanan cihekî taybet hatiye veqetandin. Wekî din hezar û 500 weşangerên navneteweyî wê bi nivîskarên xwe û çalakiyên xwe li fuarê bin. Sibe wê roja destpêkê di panela bi sernavê “Ewrûpa, Mafê Zarokan, û di kitêbên ciwan û zarokan diyardeya siyasî” de Jens Raschke, Verena Reinhardt, Rieke Partwardhan û Susanne Schädlich cihê xwe bigirin.

Di fuarê de wê Xelata Wêjeyê ya Ciwanan a Elamn bê dayîn. Merasîm wê înê li hola kongreyê ya fuarê de saet 17:30´î de pêk bê.

Li Tirkiyeyê nebûna azadiya xweîfadekirinê

Heman rojî yanî înê bi sernavê “Li Tirkiyeyê têkoşîna ji bo azadiya xweîfadekirinê. Zehra Dogan û Selahattin Demirtaş” panelek bi beşdariya Burhan Sönmez, Jennifer Clement û Carles Torner tê organîzekirin.

Roja dawî ya fuarê, ango yekşema bê, di çalakiya bi navê “Dengên qedexekirî” de Aslı Erdogan wê bipeyive.

Rojava jî wê li fuarê be

Li aliyê din, sazî û dezgehên Elman, Kurdistanî yên li hawîrdora Frankfurtê dan xuyakirin ku ew ê Rojava jî bixin rojeva fuarê.

Nivîskar Bextiyar Elî yê heta niha sê kitêbên wî ji Kurdî bo Elmanî hatinwergerandin û wergirê xelata wêjeyê ya Nelly-Sachsê wê li ser dezgeha Unionsverlagê 17 û 18´ê Cotmehê, kitêbên xwe mohr bike.

Mezopotamya jî li fuarê ye

Bi fermana Wezareta Karê Hundir a Elmanyayê polîsê Elman bi ser Weşanên mezopotamyayê de girtibû, di navê de kitêbên fêrbûna Kurdî û nivîskarên navneteweyî yên navdar jî, bi barê 8 TIR´an kitêb, CD û materyalên din hatibûn desteserkirin. ji bo piştgiriya bi Weşanên Mezopotamyayê re Unrast-Verlag a ji Elmanyayê, Manelbaum Verlag a ji Awusturyayê û Edition 8 a ji Swîsreyê, weke weşanxane hin ji kitêbên weşanên Mezopotamyayê ji nû ve çap kirin û li fuarê wan nîşan dide.

Yazarın diğer yazıları

    None Found