Fuara pirtûkan û hişmendiya dînan

Dema li Medyayê tîrêjên ronahiya mirovê payeberz Zerdeşt Spîtama cihan ronî dikir, Grek ne tê de, hê Ewrûpa di tariya nezaniyê de xeriqîbû, cihan ne gilover, mîna pişta sehenekê li ber çavan dixuya û erdzemîna Emerîkayê ji cin û periyan re mabû.

Roja genim hatibû dîtin, ji destar bigire hetanê aşê avê ku bingehê fabrîqeyan bû, li xaka me digeriya, guraniya mirovan li bazarên bajarên wek sîte di nav jiyana romantîk de helbest û newayên dilinî direşandin ser hev. Wê demê mirovên çerm lixwekirî yên li nav daristanên Ewrûpê bi Neanderttaleran re ketibûn nava şaşwaziyên “ha ho hû!”

Di wê demjiyana nivîsên mixî li tevahiya Rojhilata Navîn û bingehê alfabeya Grek û Latînî di nava fenîkiyan de reng vedabû û mirovan tabletên nivisandî dixwendin, li Emerikayê dûyên agirên çermsoran li hewa golgolî agahî didan, li Ewrûpayê bi awayê bavyeriyan di qirikê de bi hewayke nîvxeniqî û bixebix “Holalahîhî” diqêriyan û hinan çerm li ba dikirin. Niha Ewrûpa li gerstêrkan, li hîvê ye, lê li Rojhilata Navîn, gengeşî li ser mîza devê ye.

Çi bû? Çima wiha bû? Kîjan zinarê serseriyê gerdûnê gêrî ser Rojhilata Navîn bû? Tirs! Tirsa şûr! Tirsa xwînxwariya piştî rastî ji dev derket? Kabosên ji wan çolistanên nîvgirava Erebistanê, cinên fra´unan, yan fatîheya ji gotinên fra´un Amon Ra pêk tê? Nebe ji peyva navê Fra´un Amon Ra “amîn, amen” hatibe! Mejî tevlihev û serî gêj…

Zanyarî tar û mar bû, hişmendî kor, wijdan di nava şeqan de, tenê şûr direqisî li ezman, xwedayê wan ferman dabû; kê bikuşta, serî jê bikira, tecavûzî zarokan bikira, diçû bihuşta ku lê keçên gelê Hûrî û Mîtanî yên zerik û çavzeng hene. Lewre, li wê cihana wê demjiyana mirovên çolistanê xweşikî û delaliya dihat nasîn tenê keçên Hûrî û Mîtaniyan bû, ma çima li wê bihuşta derewan jî ew nebin? Lê ji kê re çi ev rastî! Ma derew ji rastiyê ne çêtir e? Hûrî hûrî ye, ha keçên Hûrî û Mîtaniyan, ha siya wan ya li bihuşta derewan, bes bibe baweriya mejîkoran û hew.

Û her der bû mele û lele yên di wê hişmendiya dînan de serî şuştî û miştî. Wergerandina wê pirtûka bi zimanê hêran, bi tirsa şûr qedexe bû, diviyabû tenê mele û leleyan bizaniya û pê nan bixwara. “Xwendin? Here lo!” Mirov bi xwendinê dibe kafir. Ma hûn ji reîs çêtir dizanin. Wî jî ti pirtûk nexwendiye û naxwîne. Lê xwedê daye wî bi çewalan derew, çend gotinên ezberkirî, şêwirmendên mejî çelqandî û bom vir diteqin! Êê ji xwe pirranî hatiye gêjkirin, li gel wê çek, girtin û kuştin jî heye. Tirk dibêjin: “Ey vallah beyîm!”

Hin derdorên, li pey zanîn, dadwerî û duristiya diyardeyên dijminê reîs in, hebûn, dixwendin, çizviz dikirin, nivşên nû ji xewa şîrîn radikirin, “Vatan mîllet Sakarya” dikanîbû li ber zanîna wan bibe hulm û gulm, çolistana Asya Navîn jî bi dest neketa. Reîs reîs e ha! Wî got! Ma heşa we, ew mirovê kerkere derewan dike? Na bi xwedê derew ji bo wî piçûk in, ew bike vir û boblatan dike, çiya di ser xwe de werdigerîne. Belê Reîs reîs e, xwedê wijdan nedabê jî, garana cahil û cihûlan, kesexwirên şêlandin û talanê li dor wî bûn çeperên ji darên bêîmanê û her der wek hûtan vala kirin, kaxiz û belg bû xwîn. Bêrîk vik û vala, kaxiz bi xwînekê, de bikirin pirtûkan! Hûn çawa dikanin bixwînin, nezaniya reîs li ber çavan raxînin!

Tu li derdê me, zikê birçî û fuara pirtûkan ya wan mirovên mejiyê xwe di nava rêzên pirtûkan de wendakirî! Li weletakî wiha sosret, ne tenê mirovên ji rêzê, dîn bi dîn dîntir kirine. Mirovên bêrîkqul diçin bazarê ji bo rengên sewzeyan ji bîr nekin, qet nebe, çav bitêrînin, wê çawa û bi çi biçin Fuara Pirtûkan, pirtûkan bikirin? Lê xafiye û zebaniyên reîs bibînin û jê re bibêjin; “Reîsê min, ev dixwazin bi pirtûkan cailiya te bînin bîra te!”

Yazarın diğer yazıları