Gava 13 hezar nake 12

Hûn 13 hezar bin lê 12 nekin, hingê divê hûn kumê xwe deynin ber xwe û li xwe li halê xwe û li xwebûna xwe bifikirin. Hûn xwe li dewletbûnê rakişin û nikaribin, guleyekê biteqînin ji bo parastina welatiyên hûn dewletê ji wan re divên, hingê divê mitaleyên we ji we û wê de biçin, û peyva anor û rûmetê li ber xwe deynin. Bi ser halan de, heger hûn gunehkar bin û gunehbar dikin, divê hûn li sûcê li destpêka xwe vegerin, yan na hûnê her di vê avzêma qirkirinê de bi gevizin û bêhtir gemarî bibin. Ne tenê gemarî, hûnê kirêt jî bibin, dilê we dê ji we bixele, ti rêyek din nîne li ber we, erê dilê we dê ji we bixele. Her cara ku we navê xwe bihîst, wêneyek wê bê ber çavên we û hûnê verişîn ji ber ku hûn bi rastiya xwe re rûbirû nebûne.

Gava hûn 13 hezar bin û tivingeke xwe jî hûn nedin wan kesên qaşo we bi xapan got, em ê we biparêzin, hingê rêyek dimîne li ber we, weke çîroka di Kelîle û Dimne de, divê hûn bedena xwe û hinavên xwe ji wî postê qirêj û kirêt xilas bikin. Bi destê xwe xwe bigurînin û kirasekî, postekî nû bi êş û azareke mezin a rûbirûbûnê li xwe bikin.

Hûn 13 hezar bin din bin barê şermekê de û hûn bi ser qurbaniyên şerma xwe de hil bibin, bi tenê ev li eyba we yeke din zêde dike, bi tenê postê we qirêjtir dike, we kirêttir dike. Hûn bi ser halan de ji xwe şerm nekin û topiziyê bikin, hûn hem diz in û hem topiz in. Rûbirûbûn, li xwe mikurhatin e, dîtina şaşiya xwe û soza ducarî nekirinê dana şexsê xwe bi xwe ye. Ev jî karê wan kesan e ku hêna şerm û rûmet ji bo wan tiştekî îfade dikin.

Ez ê ji vir berê xwe bidin rûbirûbûneke civakî. Miletê Kurd divê pê re rûbirû bibe ku di dîroka xwe de yekgirtî tevnegeriyaye, di gelek komkujî û qirkirinên li dijî komên dînî yên piçûk di nava xwe de dewra wî heye. Lê miletek vê çawa dike? Helbet beriya her tiştî bi avakirina bîra xwe, bîreke heq, ne yeke çêkirî û neheq. Xebata hunerî jî yek ji bingehên sereke yên afirandina bîra civakî ye. Ew bîreke bedewiyê, bîreke îfadeya helebestî, bîreke kêliyên hunandî diafirîne. Ew dikare bi helbestê behsa gunehên xwe bike, dikare bi filmçêkirinê, ji 13 hezaran behsa yekî bike, yan jî ji 12´an behsa yekî bike, heta dikare behsa hevdîtina yekî ji 13 hezaran û yekî ji 12´an bike. Dikare bi pexşanî behsa zarokekê bike ku ji tîhna wiya bû, hişk bû li çiyayê Şengalê, dikare behsa Berxwedan bike ku ji bo Şengalê bi qehremanî canê xwe feda kir. Huner dikare pêşengiyê ji rûbirûbûnê re bike. Ew dikare alîkar be da ku ew postê qirêj ji ser me bê kirin, kirêtiya me veguhere bedewiyeke mutewazî. Em heta gunehên xwe bi guhên xwe ve nekin guhar, em nikarin pesnê xwe bidin bi mêranî/jinaniya xwe. 

Heta em nikaribin bibêjin em 13 hezar reviyan, me 400 hezar mirov kirin qurbanî, ji wan bi hezaran hatin kuştin û bi hezaran hatin revandin, bi qasî DAIŞ´ê em in jî sersebêbê wan, em ê nikaribin behsa wan rojan bikin ku bi çendsedekî me li ber artêşa Sedam li ber xwe da. Qehremaniya me bi postekî qirêj û bi kirêtiyeke xerîb hatiye veşartin, ji bo vejandina wê siyasî, çandî û hunerî divê em li xwe mikur bên, li gunehên xwe mikur bên, yan na paqijî û bedewî wê dûrî me û hunerê me bin; postê me wê bibe rastiya me. Dema mirov 13 hezar be lê neke 12 postê mirov tenê stûr e, tiştekî din ne stûr e. Di vê roja salvegera Fermana Şengalê de bi wê hêviyê ku Kurd, Êzîdî û Şengalî karibin bi rûbirûbûnê li hev vegerin, jixwe Şengal êdî birîneke debar nabe ya dîroka me ye, lê em dikarin 12´an bi bîr bînin ku îro pirraniya wan di hembêza vê xakê de ne. Ehlê nivîsê, helbestê, hunerê, hûn aşiqno de ka ji xwe dest pê bikin.     

Yazarın diğer yazıları