Gava girîng ji bo Şengalê

Serdana Nûnera Taybet a NY´yê ya ji bo Şengalê ji aliyê rêxistinên xwerêveberiya li Şengalê û qeymeqamê wê ve weke gaveke girîng a qebûlkirina statuya Şengalê hat nirxandin; ji bo pesendkirina statuya Şengalê jî 8 xisûs pêşkêşî nûnera NY´yê hatin kirin.

XELÎL ELÎ / ROJNEWS / ŞENGAL

Piştî ku Nûnera Taybet ya Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) ya ji bo karûbarên Iraqê, Jeanine Hennis-Plasschaert serdana Şengalê kir û bi qaymeqam re civiya, Qeymeqamê Şengalê Fehed Hamid têkildarî rewşa Şengalê, 8 xisûs pêşkêşî wê kirin.

Nûnera Taybet ya Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî ya ji bo karûbarên Iraqê, Jeanine Hennis-Plasschaert pêr çû serdana Şengalê û bi Qeymeqamê Şengalê Fehed Hamid re civiya.  

Qeymeqamê Şengalê Fehed Hamid di biwara serdana Nûnera Taybet a Sekreterê giştî yê NY´yê ya ji bo karûbarên Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert daxuyanî da û got; “Em gelek kêfxweş bûn ji bo vê Serdana Nûnera NY´yê. Li avahiya Qeymeqam li gel me civiya. Bi amadebûna Berpirsiyarê Nevçeya Tilezêr Celal Xelef û Serokê Meclisa Demkî Saîd Milhim me dengê xelkê xwe gihandiyê. Ji ber ku beriya niha dengê xelkê me nedigiha cihên bilind.”

Em ê nebin mexdûrê  şerê Bexda û Hewlêrê

Qeymeqamê Şengalê Fehed Hamid eşkere kir ku wan 8 xisûs pêşkêşî Nûnera NY´yê kirine û wiha dewam kir; “Ji 3’yê Tebaxa 2014’an û heta niha ne hikûmeta Iraqê û ne dewletên nevneteweyî bi dirûstî tiştek ji gelê Şengalê re nekirine. Gelê Êzîdî ne weke beriya fermana 3’yê Tebaxa 2014’an e, îro gelê Êzîdî xwedî îrade ye û êdî qebûl nake bibe qurbaniyên şerê siyasî yê di nevbera Hewlêr û Bexdayê de. Li ser gorên komî re 5 sal derbas dibin, lê hîna ti kesê xwe lê nekirine xwedî. Lewma jî me ev xisûsên li jêr pêşkêşî wan kirin.

8 xisûsên ragihandî NY´yê

1-Em daxwazê dikin ku ji bo dîlên me yên di destê DAIŞ‘ê de lijneyek ji hikûmeta navxweyî yan jî civaka navnateweyî bê avakirin. Demildest xwişk û dayikên me yên di destê DAIŞ‘ê de bila bên rizgarkirin. Heriwha alîkariya kesên ku hatine rizgarkirinbê kirin ku ti kesê wan nîne.

2-Bi rêya hikûmeta Iraqê û dewletên navneteweyî, ew kesên ku bûne şirîkê sûcê fermana bi serê gelê Êzîdî de hatî û bûne hevkarê DAIŞ‘ê bi rêya dadgeheke navneteweyî werin cezakirin.

3-Ew ên ku destdirêjî li şeref û namûsa gelê Êzîdî kirine, li dadgehên navneteweyî hesab bidin.

4-Heta niha zêdetirî 74 gorên komî hatine dîtin, lê aliyên peywendîdar ev gorên komî paşguh xistine. Hinek aliyên siyasî ji bo yekem gora komî ya li Koço hatî vekirin, pirsgirêk çêkirin.

5-Em daxwazê ji Nûnera Neteweyên Yekbûyî û hikûmeta Iraqê dikin ku rêzê ji qurbaniyan û gelê Êzîdî re bigirin û kesên ku destê wan di rijandina xwîna qurbaniyên me de heyîn li dadgehên navneteweyî hesab ji wan were pirsîn.

6-Deriyê sînorî bi fermî were vekirin. Ji bo ku em bikarin dîlên xwe yên ji destê DAIŞ‘ê hatin rizgarkirin û koçberên niha li Wargeha Newroz a li Sûriyeyê dimînin, vegerin û dermanan bînin.

7- Ji bo parastina Êzîdiyan hêzek ji zarokên Êzîdiyan were avakirin ku hejmara wan ne kêmî 10 hezaran be.

8- Rêzê li nexweşiyên Êzîdiyan bigirin. Şengalê nekin cihê nakokiyên siyasî, ji ber ku me têra xwe êş kişandiye.”

Wan daxwazên me qebûl kirin

Qeymeqamê Şengalê Fehed Hamid got, hembera wî jî ev daxwazên wan qebûlî xwe kirine.

Rêveberê Navçeya Til Ezêr, Çelal Xelef jî axivî û got, “Ev rojeke dîrokî ye ku nûnera taybet a Netewên Yekbûyî serdane Şengalê kir û bi îdareya Şengalê re civiya. Bi rastî cihê dilxweşiyê ye. Her wiha bi rêveberiya Kurdistanê re civiyabû û bi me re jî civiya. Xwestin nêrînên me jî bigirin, da ku qaymeqam fermî bibe. Soz dan me ku dengê me bigihînin Bexdayê. Me bikin fermî. Me jî rapora xwe ya ji 8 xisûsan, radestî wan kir. Wan ji soz da ku di demek zû de van xalan pêk bînin.”

Yazarın diğer yazıları

    None Found