Gefên Nêçîrvan Berzanî li dij Şengal û Êzîdiyan

Daxuyaniyên Nêcîrvan Berzanî yên li dijî Êzîdiyan û Şengalê ne ji rêzê ne. Ev daxuyanî di encama kampaniyek dijminane ku beriya demekê PDK serkêşiya wê dike, tên belav kirin. Ev serê 2 salane ku PDK hewl dide carek din Şengalê vegerîne jêr desthlatdariya xwe. Carek din wê bi sîstema xwe ya berê ve girêbide, wek ku ferman neqewimî be. Carek din Şengalê bi riya axa, serokeşîr, oldar û kadroyên gendel yên xwe bi rê ve bibe. 

Li gorî PDK Şengal divê bê kesayet, bê îrade, bê rêvebirî û bê hêzên eskerî bimîne. Hêza ku Şengal ji vê rewşa bêkesayetbûn xelas kir, PKK’ê bû. PKK di dema fermanê de (piştî reva hêzên PDK ji meydana şer û tenêhîştina Êzîdiyan) mudaxele kir û bi hezaran Êzîdî ji mirin, dîlgirtin/sebîkirin û derbiderkirinê xelas kir. Şervanên PKK’ê ji Qendîlê bi riya Hewlerê derbasî Şengalê bûn. Gel û hêzên siyasî ew silav kirin. Heta PDK jî wê demê ew silav kirin û Mesûd Berzanî bi xwe çû serdana wan û destxweşî li şervanan kir. 

Lê PKK niha jî li gelek heremên Başûr (Xaneqîn, Kerkûk, Mexmûr û hdw.) şerê DAIŞ mil bi mil li gel pêşmergeyan dike. Çima PDK û Nêçîrvan Berzanî ewqasî bi dijwarî li dijî hebûna wê ya li Şengalê ne û ji bo derketina wê ya ji vê heremê gefên şer dixwin? Sedema vê êrîşa Nêçîrvan Berzanî û PDK ew e ku PKK Êzîdiyan perwerde û hîn dike. PKK Êzîdiyan perwedeyî xwerêxsitinkirin, xwebirêvebirin û xweparastinê dike. 

PKK ji bo Êzîdiyan bû alîkar ku ew hêzek xwe ya eskerî ava bikin. PKK’ê rol da jina Êzîdî ya ku di serdema PDK de an xwe dikuşit an jî dîl diket destê dijmin. PKK kir ku ew jin baweriyê bi xwe bîne û ji bo parastina xwe û gelê xwe qelim û tivingê hilgire. PKK’ê kir ku ew jin baweriya xwe bi jiyanê, ne bi mirinê bîne. 

Nêçîrvan Berzanî ji hebûna Êzîdiyan û Şengalê ditirse. Ew ji bo rê li ber vê yekê bigire, Êzîdiyan li dijî hev sor dike, artêşa Tirk li herema Başîqa ya Êzîdiyan bi cih kiriye û bi gefên şer bang dike. PDK her wiha ditirse ku Şengal piştî rizgarkirina Mûsilê bibe dergehê Rojava ji bo cîhanê û bi vê yekê ew karta “Dergehê Sêmêlka” winda bike. Nêçîrvan Berzanî xwe bi hebûna artêşa Tirkan xurt dike. Ew dema behsa şer dike, ew dizane ku artêşa AKP’ê dê mudaxele bike û li gel wî şerê Êzîdiyan bike. 

Nêçîrvan Barzanî hewl dide Şengalê bi alîkariya artêşa Tirk dagir bike û Êzîdiyan ji holê rake, derbider û bê kesayet bike. Li dijî konsepta şer ya ku baskên alîgerên AKP’ê yên di nava PDK’ê de amede dikin, divê hêzên Kurdistanî û hêzên Êzîdiyan dengê xwe bilind bikin. 

Rêxistinên Êzîdiyan li cîhanê divê têkevin nava liv û tevgerê. Divê li himberî êrîşek muhtemel a PDK û artêşa Tirk li dijî Şengalê, bisekinin. Divê ji welatên Ewropa û Amerîkaye re bêjin, ew çekên ku we ji bo parastina Êzîdiyan û Şengalê dane PDK’ê, niha heman PDK dixwaze wan li himberî Êzîdiyan bikar bîne. Divê hevdîtin û xwepêşandan li Ewropa û Amerîka li dijî êrîşek eskerî ya PDK û artêşa Tirk bên lidarxistin. Qet nabe ku PDK û AKP fermanek/komkujiyek din li himberî Êzîdiyan û Şengalê pêk bînin. Li himberî van tehdîdan divê Êzîdî bikevin nava seferberiyê…

Yazarın diğer yazıları

    None Found