Gel li pişt Leyla ye

“Piştî ku hevdîtina bi Ocalan re hat qutkirin li Tirkiye krîz û kaosê dest pê kir. Pêwiste bi lez tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe.Divê Wezareta Dadê û Meclîs tecrîdê têxin rojeva xwe. “

BÊRÎVAN ALTAN / MA /ENQERE

Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD´ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kiriye ket roja 29’an.

Piştgiriya Çalakiya Leyla Guven û çalakiyên li dijî tecrîdê her ku diçe belav dibe. Piştî li hemû girtîgehan girtiyên siyasî bi dorvegera 10 rojan û bêdawî kom bi kom dest bi çalakiyê kirin. Wekîl û rêveberên HDP’ê jî ketin grevê. Rêxistina HDP’ê ya Mêrsînê di 2’ê Kanûnê de li avahiya HDP’ê dest bi çalakiyê kir û didome. Li Mêrdîn, Şirnex, Wan, Stenbol Amed Riha û Enqereyê parlamenter ketin greva birçîbûnê. Li Enqere Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan û Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî di nav de 10 parlamenteran dest bi grevê kirin.

Tecrîd krîz û kaosê kûr dike

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervin Buldan, derbarê armanca çalakiyê û tecrîdê de axivî. Buldan, diyar kir ku ji 5’ê Nîsana 2015‘an heta niha hevdîtina bi Ocalan re hatiye qutkirin û got: “Piştî ku hevdîtina bi Ocalan re hat qutkirin li Tirkiye krîz û kaosê dest pê kir. Bi girankirina tecrîdê re bi dehan mirov hatin kuştin. Kirîza aborî û siyasî dest pê kir. Ji wê demê û şûnde Tirkiye di nava krîza aborî û siyasî de ye. Bi taybetî dema em li 3 salên dawî yên tecrîdê binerin, nirxandinên Birêz Ocalan derbarê pêvajoyê de rast derdikevin. Dema hevdîtin bi Ocalan re dihat kirin, mirovan bi ewle li pêşeroja Tirkiye dinerîn. Di 7’ê Hezîranê de gelê Kurd û Tirk di şexsê HDP’ê de li Aştiyê xwedî derketin. Lê hikûmeta AKP’ê ev pêvajo xera kir û pêvajoya nû ya şer da destpêkirin.”

Leyla ne bi tenê ye

Buldan, destnîşan kir ku bi tecrîdkirina Ocalan dixwazin Ocalan û gelê Kurd ji hev qut bikin û wiha dewam kir: “Bi milyonan kes dixwazin tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe. Çalakiya grevê birçîbûnê berxwedan û serhildanek e. Siyasetmedarek jin ev çalakî daye destpêkirin pir bi wate ye Em dibêjn Leyla Guven ne bi tenê ye. Daxwaza wê daxwaza milyonan e. Bi milyonan gel li pişt Leyla ye.

Divê meclîs tecrîdê têxe rojeva xwe

Pervin Buldan, êrîşa li ser avahiya HDP’ê ya Mêrsînê jî rexne kir û got,: “Bi van binçavkirinan dixwazin vîna me bişkînin. Ji ber ku îro hem li hundir û hem jî li derve berxwedan heye. Hevalên mey ên hatin binçavkirin îro li qereqolê jî çalakiya xwe dewam dikin.Çalakiya niha me li meclîsê daye destpêkirin sembolîk e. Em dixwazin bi vê çalakiyê tecrîdê têxin rojeva meclîsê.”

Yazarın diğer yazıları

    None Found