Gelên Îranê şoreşa neçûye serî pêk tînin!

Li Îranê dema Şah çû û Xomeynî hat ser desthilatdariyê, di bin navê belavkirin û şandina Îslamê li tevahiya cihanê bi taybet li Rojhilata Navîn li derveyî Îranê rêxistinkirinên cur bi cur çêbûn. Wesiyeta Xomeynî ew bû ku di serî de li Iraq, Sûriye, Lubnan û gelek welatên din ên Rojhilata Navîn hikûmetên Îslamî yên girêdayî rejîmê ava bike. Ji bo wê jî digot, heger em bi awayekî rasterast li wan welatan nebin jî divê hebûna me ya bîrdozî, leşkerî û siyasî misoger hebe. Bi avakirina partiyên navê xwedê lixwekirî yên wek Hizbullahê li welatên cuda û di bin navên cuda de di dirêjahiya zêdetirî 40 salan de rejîmê xwest van xeyalên Xomeynî pêk bîne. Tevahiya şer û nakokiyên xwe hem yên hundir hem jî yên bi derve re li wan welatan meşandin. Ango li wan welatan bi destê Îranê alozî, karesat û krîzên mezin çêbûn, lê li Îranê bi zexteke mezin gel hat birêvebirin. Salek du sal êdî gel rewşa heyî qebûl nekir û nake. Bi salan aboriya Îranê ji bo meşandina şerên li welatên din û birêxistinkirina qaşo Îslamê li welatên derve hat serfkirin. Xelkê xêr ji ti berhemeke sererd û binerd a vî welatî nedîtiye. Hemû bûne çek û lojîstîk û kete xizmeta Sipahê Pasdaran û Sipahê Quds. Bi salan şerê enerjiyê bi her kesî re kir û îdîa kir ku enerjiyê ji bo avadankirina welat bi kar tîne. Paşê xelkê dît ku ji sedî 3´yê enerjiya ku ewqas dîplomatên Îranê pê pesnê xwe didin û qaşo tekoşînê bi Emerîka û Ewrûpayê re dikin jî ji bo xizmeta gel nîne.

Gel bi caran rabû ser piyan û ev rewş protesto kir. Bêguman karesatên di warê mafê mirov û azadiyên siyasî û civakî de jî wek derdê li ser derdan, civaka pirreng û dewlemend a Îranê tengav kir û fetisand. Ji bo dawî li vê rewşê were anîn, gel li gel hemû gefên benê darvekirinê, bi taybetî piştî salên 2000´î daxwaza guhertinên bingehîn kir. Gel her carê di xwepêşandanan de dirûşmeyên ku pereyên me, sermaye û zarokên me nabe ji Sûrî, Yemen, Iraq û Lubnanê re biçe! Her wiha diyar kirin ku ew êdî naxwazin li şûna her kesî di şerê ku nizanin ji bo çi tê dayîn de li welatên cuda cuda werin kuştin. Gelek ciwanên Îranê di bin navê cihada ji bo xwedê de di xizmeta berjewndiyên rejîmê û wesiyeta Xomeynî de hatin kuştin û dane kuştinê.

Êdî welê bû ku ji xelkê Îranê zêdetir êdî xelkên welatên wek Iraq û Lubnanê di xwepêşandanên van du mehên dawî de hawar kirin ku bes bila Îran welatê me tevlîhev bike û wêneyên rayedarên Îranê şewitandin. Qasim Suleymanî lê dîsa li Iraq û Lubnanê di nava liv û tevgerê de bû. Ji artêşa xwe ya veşartî ya li van welatan xwest ku bi çek û şîdetê van xwepêşandanan vemirîne. Wer jî kir û dike. Xetere li ber guhê xwe dîtin ji bo wê jî ketin nava liv û tevgerê. Lê gelên Îranê bi van dek û dolaban aşîna ne. Êdî rejîmê nekarî kîn û nefreta gel a li beramber siyasetên xwe, bişîne derve. Xomeynî digot, divê em şoreşa Îslamî bişînin derve! Bi salan şand derve û welatên xelkê wêran kir û êdî wê nema bişîne derve.

Gel li kolana ye, da ku şoreşa beriya 40 salan kiribû, bibe serî û temam bike. Gel rejîmê bi halê xwe niha qebûl nake, rejîmeke sepandî ye ku ji bo berjewendiyên kulmek îslamiyên xeyalperest jiyan li gel heram kirin. Her wiha gelên Îranê 40 sal beriya niha dawî li sîstema Xosrewanî- Şahenşahî anî. Ew vê pergalê berovajî rastiya xwe ya dîrokî-çandî û demokratîkbûna Îranê dibînin. Her kes bi awayekî dixwaze sûd ji van xwepêşandanên gel bigire. Di serî de divê were gotin ku gelên Îranê dixwazin şoreşa xwe ya beriya bi 40 salan a ku nîvco mabû û temam nekiribûn, bibin serî.

Ev tiştekî ji nişka ve nîne û kes nikare bibêje hêzên ji derve van xwepêşandanan organîze dike. Gelek behane û sedemên tekoşîna gelên Îranê hene, lê azadî û demokrasî mafê gelên Îranî ye ku bi hezarê salan di oxira wê de gelek bedîl dane. Şoreşa ku beriya bi çend salan ji riya xwe ya rast derketibû û jêr berjewendiyên hinek kesan de pelçiqîbû, îro tê zindîkirin û pêk tê. Beriya bi çend salan ango di dema bidawîkirina rejîma Şah de gelên Îranê çi daxwaz dikirin, heman daxwazan îro jî dikin. Rejîma îro nabe li pêşiya van daxwazan bibe asteng, naxwe wê nikaribe xwe li ber pêla hêrs û kîna gel ragire. Dibe ku wek salên bihurî careke din bi îlankirina rewşên awarte û bikaranîna artêşa Besîc û Sipahê çavê gel bitirsîne, lê êdî ji bo gelên Îranî kêr gihiştiye hestî. Gel ne ya heyî ne jî malbatên şahinşahî yên xwe firotine welatên derve, dixwaze. Êdî dixwaze bixwe xwe bi rê ve bibe û dîkatorekî din li ser serê xwe naxwaze. Naxwaze welat wek çawa di dema şah de parçe parçe bû û ji derve re hat pêşkêşkirin, îro dîsa bi destê Sipah û Axûndan were firotin û dizîn.

Daxwazên demokratîkbûna Îranê daxwazeke xwezayî ye û gel wê vê pêk bîne. Bêguman rola Kurdan di vir de diyarker e. Ji ber ku Kurd çawa me di ezmûnên Rojava de jî dît, xwedî projeya çareseriyê ne. Gelek kes niha li Îranê diaxivin lê bi ti awayî projeyeke wan a çareseriyê tineye. Nihêrînên giranbuha bêguman hene, lê ne birêxistinkirî ne, gelekî belav in. Divê her cure nihêrîn û pêşniyazên çareseriyê di bin sîwaneke hevbeş de werin gel hev. Kurd dikarin nakokiyên xwe daynin aliyekî û pêşengiyê ji vê yekê re bikin. Projeya Netewa Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan ji bo rewşa niha ya li Îranê, projeya herî guncaw e. Tenê li ser kaxezê nîne û projeyeke ku pratîk jî bûye.

Yazarın diğer yazıları