Gelo Dayika Teresa ateîst bû?

Dîdeban

Li gel tevahiya vedîtinên zanistî û gavên gewr yên di warê zanyariyê de gerdûn hîna jî mîna kûpa sirên ne diyar e. Mirov û mirovahî hîn jî bêrawestan li dû pirsên gelo, çi, ji çi, çima û çawayê ne. Ji mirovê yekê yê hişmend û biaqil heta roja me ya îro ev lêgerîn her dom dike û mirovahî li pey her kûpa ku sirê di nêv de eşkere dike şûn de kûpên din yên tije sir li pêş xwe dibîne. 

Ji ber van sedeman di dîrokê de kes û beşên mirovan yên hizra van pirsan kirîn li ser sê beşan hatîn dabeşkirin. Yek ji wan bawermend in ku bi navê deîst an ku îdealîstiyê jî navdar in, duyem jî ateîst in ku bi Kurdî wek xwedênenas jî dihêne pênasekirin û ya sisêyan jî agnostîk in. Li gorî min beşa yekê jî di nav koma agnostîkan de mirov dikare qebûl bike. Lewre ateîstî angaşt û îdiayên mezin divê û mixabin ew jî mîna deîstan nikarin îdiayên xwe bi bingeh û palpişt bikin. Çawa îspatkirina nebûna heyberekê hinde ne hêsan be, îspatkirina hebûna wê jî hinde ne hêsan e. Lewre mirov dikare bawermendan jî di nav koma agnostîkan de bihejmêre, lê yên ateîst her çiqas jî nekaribin îsbata gelek angaştên xwe bikin, yên di destê wan de heyî made ye. Made li gel felsefeya balkêş a Berkeley jî hîna rasteqînî ye, hîn jî kes nikare xwe li pêş trenekê bigire. Helbet felsefeya Berkeley hinde ne hêsan e, lê mînaka herî dijber a li dijî wî hatî bikaranîn jî ev e. Bêguman dibistanên derbarê felsefe û nêrîna olî de gelek in, lê di encamê de wek me li jor jî behs kirî her çiqas ji aliyê dîtin û hizrî ve cihêreng jî bin bivênevê xwe li yek ji hersê dibistanan digirin. Bawermendî, xwedênenasî ango yên dibêjin ev babet sir e û ne pêkan e ku zelal bibe û bê zanîn.

Dîsa aliyê balkêş yê babetê jî ev e ku di dîrokê de gelek mirovên oldar an ku kesûkarên xwediyê mîsyona bikaranîn û belavkirina olê jî di encamê de xwe avêtine nêv deryaya xwedênenasiyê wisa jî dil û mêjî hêsan kirine.

Di vî warî de li gel gelek mirovên misilman ku piştre vegeriyane, kesayetên ola mesihiyê yên wek Dayika Teresa jî bala mirovan dikişîne. 

Dayika Teresa alban (Arnawid) bû, navê wê yê rast Agnes Gonca Boyacî ye, di sala 1910´an de li Ûskûba Makedonyayê hatibibû dinê. Di 18 saliya xwe de biryar dide ku ji bo bibe rahîbe. Teresa ji mezheba katolîk a mesihiyê ye. Damezrînera cemîyeta xêrxwazan e. Ev cemaet bi destûra Vatîkanê di sala 1950´yî de hat damezirandin. Ev rêxistin bi 12 kesî re des pê kir û li 450 cihên cîhanê çar hezar rahîbe tê de kar kirin. Dayika Teresa di sala 1979´an de ji ber xebatên xwebexşî û xêrxwaziyê layiqê xelata Nobelê hat dîtin. Teresa sala 1997´an li Hindistanê koça dawiyê kir.

Heta vê derê her tişt asahî ye, lê piştî nameyên Teresayê hatîn dîtin û belavkirin cîhana mesihî jî ji kokê ve hejiya. 

 Şeş sal piştî mirina dayîka Teresa ji aliyê Vatîkanê ve pêvajoya pîrozkirin û azîze îlankirinê dest pê kir. Di vê navberê de nameyên wê yên ku bi dirêjahiya çil salan de ji rêveber û keşeyan re nivîsandî hatîn berhevkirin û di pirtûka bi navê “Were bibe ronahiya min” de hatin çapkirin. Vaye erdheja di cîhana mesîhî û heta di ya bawermendan bi giştî de ew kêlî rûda. Di nameya ji rahîb Michael Van Der Peet re nivîsî de wiha gotibû: “Hz. Îsa ji bo we tê maneya evîneke mezin, lê ji bo min valahî û bêdengî ye. Hinde mezin dinêrim lê nikarim bibînim, guhdarî dikim lê nabihîzim. Di dema dua dikim de zimanê min dilebite, lê nikarim bipeyîvim.”

Nakokiyên di ruhê Teresayê de ji van nimûneyan jî pirtir in. Her wiha gava papa Benediktê 16. li Auschwitzê gotî: “Hey Xwedê dema ev komkujî û hovîtî rûdayîn tu li ku bû yî?” Belê, ya rastî jî pirseke baş e, lê bersiv zor zehmet e…Wisa diyar e, wê mirovahî hîn bi dirêjî li ser vê babetê gotûbêjê bike…

Yazarın diğer yazıları