Gelo merş û berr tine dibin?

Bi her halî ya teqez ev e, bi bidawîbûna koçeriya ber fireh re, pêdiviya bi berhemên tevnan jî bi dawî bû. Neçar e ku tekstîlên Kurdî veguherin ji rola xwe ya berê ya bikêrhatinê ber yeke bedewî û manedariya çandî ve, weke gelek rêûresmên din ên tevnan ên roja me ya îro.

Li Kurdistana Iraqê Bibîranîn, Şer û Merş sernivîsa gotara Joshua Levkowitz e ku 7´ê Sibatê li ser malpera Middle East Institute hat weşandin. Levkowitz berê xwe daye Muzeya Tekstîlê ya li Hewlêrê ji bo vê meqaleya xwe. Rêveberê muzeyê Lolan Sîpan jê re dibêje, “Çîroka kêmbûna merşên Kurdî yeka xemgîn e lê ne yeka nû ye”.   

Levkowitz dibêje, ev kêmbûna hilberîna merşê, berr û xalîçeyan yekser elaqedarî dîroka Kurdî û arîşeyê ye. Bi vê re jî em bi tiştekî din re jî rûbirû ne, ev yekem car e di dîroka modern de ku Kurd evqasî hukimran in, lê hîna nû bi awayekî hemwext di vê astê de çanda wan kêm dibe, dihele. Levkowitz îşaret bi tehlûkeyeke gelekî mezin dike; “Îro bi tenê çend kesên merşan çêdikin mane û ew tehlûke heye ku ew zanîna xwe nedin nifşên li dûv xwe.”

Rengên xwezayî û hiriya miyan

Li gorî wî, gava mirov li ber hev bigire, merş, xalîçe û berrên Kurdî li gorî yên Tirk û Îranî kêm hatine nasîn; lê ew bi têkilhevkirina zindî a rengan, bikaranîna sembolên dînên kevnar û bi bikêrhatina xwe ya di jiyana rojane de derdikevin pêş. Di van merş û berran de motîfên Zerdeştiyê, resmên heywan û mirovan jî hene.

Ya ku herî zêde di hunerê tekstîla Kurdî de derdikeve pêş ew e ku merşê/berrçêkerên jin ên Kurd, ew deverên vala bi kompozîsyonên xwe mişt dikin, di encamê de merşên rengzindî û xwedî kompozîsyonên gundewarî derdikevin holê. Bikaranîn siyê, û rengên pirteqalî û avorî (pumbe) ji xisletên vê hunerê ye. Sedemên vê yekê jî hêsan in, merş/berrçêkeran rengên tarî û zindî yên di xwezayê de bi kar anîne û pêre jî hiriya miyên çiyayî yên dûv qelew. Ev hirî jî ji bo vexwarina rengên xwezayî ya herî baş e. Levkowitz herî dawî îşaret bi xisleteke din a merş û berrên Kurdî dike: “Pirraniya rêûresmên merşçêkirinê di ´rug belt´ (navê Ingilîzî ku li wê herêma çêkirina merşan tê kirin ku Îran, Kurdistan û Tirkiyeyê jî dihewîne) herî zêde ji bo tîcaretê meta çêkirin, tekstîla Kurdî bi tevnan serê pêşî ji bo bikaranîna di jiyana rojane de hat çêkirin.”

Di nava merşên Kurdî de jî di warê stîl û sedema çêkirinê de di navbera eşîrên koçer û damaniyan de jî cihêtî hene; di vir de jî ew eşîra herî mezin a koçer a li Başûrê Kurdistanê Herkî bi bîr dixe. Li gorî wî koçeran merşên sivik çêdikirin, yên damanî jî karîne merşên girantir çêkirine.

Şer û ji cih û warê xwe bûn

Axir meseleya Joshua Levkowitz jixwe dîroka modern e, di tevahiya dîroka modern de bê hemdê xwe (yan jî bê hemdê Kurdan) gelek caran hatiye birrîn. Bi ser halan de pratîka hilberînê jî bi wî yekê ku eşêran bi hev re bêhtir da û stend, guherî. Ta û benên sentetîk ên ji Inigilîstanê di destpêka sedsala 20´an de mesele bêhtir girift kir. Belkî hêjayî bibîrxistinê be ku Kurd di nava “rug belt”ê de yên dawî bûn ku ta û benên sentetîk bi kar anîn. Li gorî Levkowitz di salên 1950´î de êdî bikaranîna van ta û benan gelekî belav bûye.

Li gorî nivîskarê gotarê, Joshua Levkowitz kêmbûna merş û berrçêkirina Kurdî heta bi destpêka salên 1960´î diçe, ku ji wê demê û pê ve rejîmên li pey hev ên Iraqî heta bi Baesê şerê li dijî Kurdan veguherandin rastiyeke jiyanê; paşê jî ya dibe wiha rave dike: “Ji 1975´an û pê ve, rejîma Sedam Hiseyn, rêze kampanyayên ´Erebkirinê´ birê ve birin, ku bi wan gelek civakên ne li gora dilê xwe ji cih û warên wan kirin, herêm bê mirov û xirab kirin. Kurdên koçer jî di nava vê kategoriyê de bûn, û di encama vê jicihûwarbûnê de wan li wan hat ferzkirin ku dev ji rêûresmên xwe yên mîna berrçêkirinê berdin.”

Bazirganên Tirk mîrasa Kurdistanê birin

Axir paşê bi Enfalê re û beriya û piştre xalîkirin û xirabkirina 4 hezar gundên Kurdan heye. Baş e, çawa ew mîrasa dewlemend û berhemên wê neman? Li gorî Joshua Levkowitz li pey vê yekê rewşeke komplîke heye; ya pêşî blokada Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ya li dijî Iraqê ya 1991´ê ye ku carekê li Iraqê dida lê du caran li Başûrê Kurdistanê, ji ber ku Sedam Huseyn jî ji aliyê xwe ve ambargo danîbû ser herêmên Kurdan. Ha hingê jî bazirganên Tirk ên ku ji xizaniya xelkê îstîfade kirin, bi dehhezaran merş û berr ji gundiyên pêdiviya wan bi pereyan heye, bi buhayekî gelekî erzan kirîn ji Başûrê Kurdistanê ew derxistin. Levkowitz dibêje, “Ev firotina malan ji êgir, kir ku hin nimûneyên herî bi tesîr ên mîrasa Kurdî ji Kurdistana Iraqî bi temamî bên derxistin.”

Em li Lolan Sîpan vegerin, rêveberê Muzeya Tekstîlê ya Hewlêrê; bi ya wî, tevî hebûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî dibe ku zanîna li ser mîrasa tekstîlê ya Kurd tine bibe. Lolan Sîpan sala 2008´an projeyek bi rê ve biriye ji bo ku ev zanîn tine nebe û 6 merş/berrçêker anîne cem hev da ku 40 jinan fêrî vî kar û hunerî bikin. Bi heman rengî bi qederê 2 hezar nimûneyên li muzexaneya xwe jî, ew dixwaze vê mîrasê biparêze. Lolan Sîpan ji Wezareta Çandê jî gelekî hewl dide ku wan qaneh bike da ku projeyên hilberêna tekstîlê destek bike.

Globalîzasyon û bîra kolektîf

Joshua Levkowitz dibêje, Lolan Sîpan zêde bi hêvî nîne, ji ber ku rêûresmê tine dibin, êdî bi globalîzasyonê dike ku ev leza tinebûnê bi nemana elaqeya ciwanan re qat bi qat zêde bibe: “Herêm bi lez modern dibe, û Kurd jî bi krîzeke nasnameyê re rûbirû ne ku pê re em hindik girîngiyê bi rabihuriya xwe didin.”

Bi ya nivîskar ecêb e ku Kurd bi xurtbûna xwerêveberiya xwe re, niha bi leztir çanda xwe û elaqeya ji bo çanda xwe ji dest didin. Bi ser halan de jî planeke stratejîk a hikûmeta Başûrê Kurdistanê jî nîne. Ew hewl dide wiha ji bo xwe rave bike vê ecêb û sosretê; tecrûbeya dîroka modern a Kurdan kir ku ew saxfilitîna xwe ya jiyana rojana li pêş bigirin. Gelo îhtîmaleke din jî heye, li gorî Levkowitz erê, ew jî ew e ku plannekirin dibe ku ji ber wê yekê be ku Kurd baş pê dizanin xweseriya wan bi xêra hêzên Rojavayî ye û heger ew rêûresmên rabihuriyê yên eşîretan zindî bikin, dibe ku ew sînerjiya xwe ya bi welatên rojavayî re ji dest bidin. Helbet ne diyar e ev ji destdana rêûresma tekstîlçêkirinê wê çawa tesîrê li nasnameya Kurd bike.

Ew peyva bîra kolektîf li vir weke bîreke hevpar a tevahiya civakê, dikare weke faktor bê analîzkirin. Lolan Sîpan bi bîr tîne, gava lawikek bû bi bapîrê xwe re diçû gundê xwe yê li Zagrosan û bi çavê xwe didît ka merş û berr çawa tên çêkirin. Nifşên nû? Sîpan wiha lomeyên xwe dike; “Nifşên ji min ciwantir wê ti carî tecrûbeyeke wiha nekin ku elaqeya wan bi dirûv bike.” Merş û berrçêkirina eşîrî wekî sembolên girîng ên nasnameya Kurdî bên dîtin jî, zanîn û behremendiya çêkirina wê ji holê radibe.

Ji vê jî em dikarin wiha hizir bikin ku jidestdana vê rêûresmê tehlûkeyeke reel jî be, hîna her tişt ji dest neçûye. Hin pratîk dikin ku ev rêûresm bi awayên nû zindî bibe. Weke mînak hin restoranên Kurd êdî weke dekorasyon doza merşê û berrên Kurdî dikin û ev jî hilberînê hinekî be jî teşwîq dike.

Em bi gotinên dawî yê Joshua Levkowitz bi dawî jî bikin, “Bi her halî ya teqez ev e, bi bidawîbûna koçeriya ber fireh re, pêdiviya bi berhemên tevnan jî bi dawî bû. Neçar e ku tekstîlên Kurdî veguherin ji rola xwe ya berê ya bikêrhatinê ber yeke bedewî û manedariya çandî ve, weke gelek rêûresmên din ên tevnan ên roja me ya îro. Dibe ku guherîna ji bikêriya pratîkî ber bi ya xemlê yekane rê be ku ev rêûresma bi diyarker Kurd bê parastin.”

* Wêne ya Muzeya Tekstîla Kurdî ya Hewlêrê ye.

Yazarın diğer yazıları

    None Found