Gengeşiya li ser rastiya Newrozê berfireh dibe

Rêzdar Şoreş Reşî bi Tirkî gotareke berfireh li ser Newrozê nivîsîye. Nirxandinên gelek hêja ne.  Dîtîna wî li ser Diyako dicive. Lewra eşîr û mîrîtiyên Medya cara yekem di bin serweriya Diyako de yekitiyekê diafirînin û bingehê serweriya Med datînin. Lê ti dîrokzan behsa şerê Asûran û yê Medan ya wê demê nake, her wisa di ti daneyan de jî tine. Li aliyê din hem gelê çiyayi ye hem jî hê negihiştiye wê astê ku bikane serweriyeke wek Asûran hilweşîne. Birêz Luqman Guldivê jî di nivîsa xwe ya hefta çûyîn de hin aliyên mijarê vekiriye. Em mijarê hineke din vekin.

Li ba Herodot, Ksitas von Kindos û di çavkaniyên Asûran de navê Newroza ku têkiliya xwe bi Kurdan, yan jî bi navê kevn ên Medan re heye, derbaz nabe. Lê em dizanin di baweriya Mardûk de du pîrozbahiyên girîng hene. Têkiliya van pîrozbahîyan bi gera rojê re heye. Ev di nava gelên Arî yên ku wê demê xwedan baweriya Mithra (Mîtra) de jî wek cejna bawerîyê tê pîrozkirin. Yek şeva Yelda (dagera rojê), Cejna Êzî û yek jî destpêka meha nûvejînê ango Newroz û Çarşemiya Sor e.

Yê ku bi zanistî mijar şêlû kiriye, Firdewsi ye. Firdewsî bi navê xwe yê rast Abu-l Qasim Mensûr li gor daneyan di navbera 935-1020 an piştê Mîladê di qesra Sultan Mahmudê Xezneyî de jiyaye. Wî wê demê bi navê “Şahname” berhemekê nivisiye. Ev berhem ji lêkolînê bêhtir, di forma helbestê de ye. Yanê ne lêkolîneke zanistî ye. Bi giranî xewjînî û çîrçîrokên Faris ên wê demjiyanê ne. Fîrdewsî ne dîrokzan e, ew wê demê di nava Kurdan de hîç nayê nasîn. Mînak, Baba Tahîr Uryan jî di heman demê de jiyaye, lê di ti helbest û têkiliyan de behsa Firdewsî nake. Firdewsî 1600 salan piştî serweriya Med jiyaye, Wer xuya ye ku çavkaniyên wî tenê vegotinên Farisan in. Lema mirov dikane bibêje, wî hewl daye ku têgihîştin û ramanên Farisan serdest bike. Faris ji berê ve ketine nava du awa hewldanan, yek Medan wek verziyoneke Persan nîşan dane, a diduyan; Kurd wek parçeyekî Farisan dîtine. Firdewsî mijara Newrozê di vê çarçoveyê de nivîsiye ku rastiya dîroka Kurdan bi Kurdan bide jibîrkirin. Jiwê jî wî Aştiyago wek Azlî Dehaq /Azhî Zohaq bi nav kiriye. Li dijê vê tewnabarkirina Firdewsî, em êdî dizanin ku Aştiyago ne tenê di dibistanên Magiyan de xwendiye, ji Zerdeştê Roştî jî ders girtiye. Mirovekî herî zana, kamil û bi wîjdan e. Ji ber vî aliyê xwe yê baş jî, wenda kiriye. Ji kerema xwe re “Kyropedya” Xenophon (Ksênofon) bixwînin, hûne rastiyê bibînin.

Divê em ne tenê li gotinên A û B binêrin, bi hişmendiyeke zelal û rexnegirî nêzîkê mijaran bibin. Di ronahiya vê dîtinê de em werin Asûran. Asûr gelekî deştî ye, gelên deştî nikanin di çiyan de şer bikin û demeke dirêj di nava çiyan de bimînin. Herî zêde wekî çeteyan êriş dikin, talan dikin û bi şûn ve vedigerin. Mirov vê di nava şerê Enkudo û Gilgamêş de jî bi hêsanî dibîne. Rast e, êrişê Xaltan /Urartuyan kirine, hetanê ber Tuşpayê (Wan) jî hatine, lê nekanîne di nav xaka Urartuyan de bimînin, lema jî ji welatê Xaltan re Urartû (çiyayî) gotine û di divêtiya bi paş ve zivirandinê de mane.

Ji ber ku Hûrî û Mîtanî nêzîkê wan bûn, yanê ew jî gelê deştî bûn, di navbera wan de bi salan bê navber şerên dijwar kudandine. Her çendî gelek caran di navbera Medan û Asûran de şer qewimîbe jî, di ti belgeyê de nanivîse ku Asûrî ketine Paytextê Medan Ekbatanayê. Serweriya Asûran di dema serweriya Medan de gelek melûl e. Kuroş ê Faris serweriya Asûran bi tevahî ji holê radike. Xenophon di “Kyropedya” xwe de şerê Asûran û Kûroş nivîsiye.

Tê zanîn ku li gor salnameya Sumeran ya bi navê Zerwan serê salê roja 21´ê Adarê ye. Ev roj 3000 sal berê jî dihat pîrozkirin. Di baweriya Zerdeştî de jî sere salê, ango yekê meha Ferwerdîn (Newroz) di 21´ê Adarê de dihat pîrozkirin. Hima bigire li tevahiya Kada bakûr ev roja 21´ê Adarê wek destpêka biharê tê zanîn û li gelek cihan tê pîrozkirin.

Wek encam: Bi dîtina min û daneyên heyî, li gel yekîtiya eşîrên Med / Mada afirandina Diyako – ji ber ku yekîtî afirandiye – ya herî zêde nêzîkê hişmendiyê ye; Keyaxares (Keyaxser / Key Xusro / Kavî Vîştaspa) û serhildana wî ya li dij Skîtan, paşî li dagirkeriya Skîtan anîn û ji nû ve Serweriya Med serdestkirin ji bo bingehê Newroza Kurd rastir xuya dike. Peyva “Kavî / Kawî /Kawa”  cara yekem bi aliyê Zerdeştê Roştî ve tê bikaranîn. Key Kavî Viştaspayê ji Zerdeştê Roştî re bûye alîkar jî Keyaxares /Keyaxser bi xwe ye. (Ferrmo li xebata rêzdar Dr. Aziz Cewo Memoyan ya bi navê “Zerdeşt Peximber” binêrin.) Yanê têkiliya xwe bi têkbirina Asûran re tine. Li gel van rastiyan û daneyên berdest, keça Keyaxares Amytis bi Nabukutnazar re dizewice û di nava Asûran de bi navê Samîramîs dibe xwedan hêzeke bi bandor. Nabukutnazar di dema Keyaxser de dibe serwerê Asûran û zavayê Medan. Ango kesayetiya wek Kawa derketiye pêş Keyaxares û Newroza ku bi salan beriya wî dihat pîrozkirin, bi wî re rengê Kurdî / Medyayî wergirtiye.

Rastiya demjiyana me jî ev e; ew jî Newroz bi berzbûna tekoşîna Tevgera Azadî û bi çalakiya Mazlûm Dogan, Zekiye, Rahşan û Semayan wateya xwe ya hemdemî wergirtiye. Êdî ew li tevahiya cihanê wek cejn û roja serhildana Kurd hatiye pejirandin. Careke din Newroz û Hefteya qehremaniyê li gele me pîroz be, şehîdê Nemir û rêber Egîd (Mahsûm Korkmaz) jî bi rêzdarî bi bîr tînim.

Yazarın diğer yazıları