Ger partiyên Başûr ne şirîk bin bila helwest daynin

Gelek caran û di nivîsên xwe yên berê de me behsa hevkariya di navbera hêzên herêmî yên Başûr bi dewleta dagirker a Tirk re kiribû. Ev hevkarî wer zêde çû ku em di roja 5 Tirmehê de bûne şahidê qetilkirina bêbextane û namerdane ya Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK´ê Diyar Xerîb. Di çend nivîsên bihorî de min behsa hinek hevdîtinên veşartî yên rayedarên Başûr bi MİT a Tirk re kiribû. Agahî hebûn û min di çend nivîsên xwe de behsa hevdîtinên rayedarên YNK û PDK bi MİT a Tirk re kiribû ku çend caran li bajarê Silêmaniyê jî pêk hatibû. Heta ji ber YNK rê daye ku dewleta Tirk a dagirker êrişî herêmên parastina Medya bike, MİT´ê sipasiya wê kiriye û xwestiye ku ev hevkarî hîn baştir bibe û berdewam bike. Bi taybet di du hevdîtinên meha Gulanê ya li Silêmaniyê de hinek biryar jî hatine girtin. Biryarek ew bûye ku hevkariya li dijî tevgera azadiya Kurdistanê bidome. Ji bo wê jî li herêma Raperîn û Şarbajêr baregehên leşkerî yên dewleta Tirk werin çêkirin. Amadekarî ji bo vê werin kirin. Jixwe em qet behsa firotina herêma Bradostê nakin. Di dagirkirina Başûrê Kurdistanê de her çend ev her du partî xwe wer nîşan bidin ku destê wan tê de tineye jî lê belê agahiyên di dest de tiştekî din dibêjin.

Di destê PKK´ê de jî agahiyên bi vî rengî heta di asta nav de ka kîjan rayedar û kengê bi dewleta Tirk re û li ser çi esasê hevdîtin kirine û Peyman îmze kirine heye. Lê ez wer difikirim PKK wek helwesta xwe ya berê jî, naxwaze ev hêzên Kurdî ji aliyê dewleta Tirk ve werin bikaranîn û careke din rê li ber karesatên cuda vebe. Naxwe ez bawer nakim eşkerekirin û derxistina rûyê rast ê van partiyan gelekî zehmet be. Her du partiyên sereke ango PDK û YNK her wiha hinek partiyên îslamî ku dewleta Tirk wan wek Exvan-birayên xwe hem wek tevger hem wek rêbaz, dibîne, şirîkê komkujî û qirkirina li ser gelê Kurd in. Jixwe ya dewleta Tirk jî dixwaze bike ew e ku Kurdan hîn zêdetir berde pêsîra hev, parçe bike, yekîtiya di navbera wan de xira bike û di vê firsendê de tevahiya Başûrê Kurdistanê dagir bike. Ango di nava hewldanek provakatîf de ye. Herî zêde dixwaze bîne astekî ku PKK biryar bigire ku bi van partiyan re bikeve nava şerekî. Yên herî zêde li Başûrê Kurdistanê li dijî vî şerî sekinîne, Pêşmergeyên Dêrîn in. Ji ber ev ew pêşmerge ne ku bi caran bixwe tevlî şerê birakujî bûne û bedîlên mezin dane. Yên herî zêde vê êşê ji hinavê ve his dikin û naxwazin ev dîroka şûm careke din dubare bibe, dîsa Pêşmergeyên Dêrîn in. Têkoşerê mezin hevrê Diyar Xerîb jî herî zêde hewl dida xwe bigihêne tevahiya civaka welatparêz a Başûrê Kurdistanê û vê rastiyê ji wan re ragihîne û bide famkirin ku dewleta Tirk dixwaze bi lawazkirina yekrêziya di navbera Kurdan de, hêsantir êriş bike. Dewleta Tirk jixwe dewletek komploger e, û ji bo armancên xwe yên qirêj pêk bîne, serî li her cure rêbazan daye û dide. Gelek caran netew li beramber netewan bikar aniye û xwestiye bi bêtifaqiya ku çêdike, xwe bike hêz û desthiltdar. Erdogan îro ji bo xwe li ser piyan bihêle neçare xwîn birijîne û netewan berde pêsîra hev, bira bi bira bide kuştin. Çawa di 9 Çileya 2013´an de di pêvajoya ku hinek hevdîtin di navbera li Îmraliyê pêk dihat, hevrêya herî nêz a Rêber Abdullah Ocalan, jina şoreşger Sakîne Cansiz qetil kirin, di wextekî de ku Kurd dixwazin bi yekrêziya di nava xwe de, dewleta dagirker li ser xaka xwe biqewitînin, saziya Serokatiya Giştî ango saziya Rêber Ocalan kirin hedef. Ev ne tiştek li ber xwe de ye û bi awayekî xwestin di serî de peyamekê bidin Rêber Ocalan. Dixwazin di serî de hewldanên Rêber Ocalan ên ji bo demokratîzekirina Tirkiyê sabote bikin û pûç bikin. Her wiha hewldanên ji bo yekîtiya netewî di van demên dawî de zêde bûye û helwestek hevpar a Kurdan kêm be jî bi taybet a civaka Başûr ji bo yekîtiya netewî derketiye holê. Derket holê ku dewleta Tirk ji demokratîkkirina Tiriyê û yekîtiya di navbera gelên Kurd-Tirk de ditirse û wek lawazî û rizandina xwe dibîne. Ya duyemîn yekbûna Kurdan jî ji bo xwe wek xetereyek herî mezin dibîne. Helwesta îro ya hinek partiyên Başûr jî vê komloya qirêj destek dike û ev jî tê wateya xeflet û cehaletek gelekî mezin.

Li Rojavayê Kurdistanê konferana der barê DAIŞ ê de bi beşdariya gelek kesên ji welatên cur be cur pêk hat. Xala herî esasî û bingehîn di vê konferansê de ew bû ku dewleta Tirk hevkarê esasî yê DAIŞ´ê bûye û divê Erdogan wek sûcdar di dadgehên navnetewî de were dadgehkirin. Ango çawa ku îro çeteyên DAIŞ´ê tên dadgehkirin, kesên ew têr û gurçûpêç kirine jî divê werin dadgekirin. Vê konferansê hişt ku careke din bala her kesî biçe ser hevkariya dewleta Tirk û DAIŞ´ê. Ji bo wê jî rayedarên dewleta Tirk ketine nav panîkeke mezin û bi êrişên cuda û kirinên provakatîf hewl didin ser mijara esasî bigrin. Hem rojeva demokratîkirina Tirkiyê û xurtbûna eniya li dijî faşîzmê di siyê de bihêlin hem jî bala cihanê ya bi ser wan ve hatiye bidin aliyekî. Yek ji van êrîşên provakatîf û namerdane jî şehîdkirina hevrê Diyar Xerîb bû. Lê belê gelê Başûrê Kurdistanê bi helwesta xwe ya di asta raperînê de dikarin van hewldanan pûç bikin. Şehîdkirina hevrê Diyar dikare bibe destpêk û egera derxistina her hêzeke dagirker li ser xaka Başûrê Kurdistanê. Hevrê Diyar yek ji wan kesan bû ku di dema zarokatiya xwe de bû şahidê Enfalkirina rejîma Baas û li ber çavê wî gundên wan hatine şewitandin, kavilkirin û xizm û kesên wî hatin qetilkirin. Ji bo wê jî tevahiya jiyana xwe da têkoşîna li dijî dagirkeriyê û di oxira wê de jî li gel hemû dek û dolab û xetereyan dixwest bi yekîtiyê siya Enfal, kimyabaran û komkujiyan li ser Kurdistanê rabike. Bêguman kesên xayîn û bêbext wê bên cezakirin lê belê ya dewleta Tirk û hinek hêz dixwazin wê nebe. Ew ê nekaribin dijminahiya di navbera Kurdan de kûr bikin. Partiyên destê wan jî tê de heye, wê hesab bidin. Ger ne hevkarê vê sûcê mezin in, bila helwesta xwe li beramber dewleta Tirk û dagirkeriya wê eşkere bikin. Ger bi MİT´ê re di nava hevkariyê de nînin û îdia dikin ku ti hevdîtin û Peyman bi wan re çênekirine, bila derkevin û helwesta xwe li beramber gel eşkere bibêjin. Naxwe bêdengiya wan tê wateya ku ev komkujî erê kirine. Ger şirîkê şehîdkirina bêbextane ya hevrê Diyar Xerîb nînin, bila helwesta xwe eşkere û zelal bikin. Jixwe hevkarî kirine û Peyman jî îmze kirine, ew mijarek cuda lê divê vê eşkere bikin ku wê ji vir û şûn ve vê helwestê nedomînin.

Yazarın diğer yazıları