Gerîla derbek giran li eskeran xist

Gerîlayên HPG û YJA Starê li herêma Xakurkê li dijî artêşa dewleta Tirk a dagirker çalakî kirin. Di encama van çalakiyên 29´ê Cotmehê de 15 eskerên Tirk hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser miajrê daxuyaniyeke nivîskî da.

Wê got, “29’ê Cotmehê li herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî artêşa TC a dagirker (gerîlayan) çalakî kirine” û wiha dewam kir:  “Hêzên me komeke leşkerî ya di kemînê de kontrol kirin li derdora Girê Şehîd Axîn û demeke dirêj ew şopandin. Piştî ku leşkerên dijmin bi temamî ketin bin kontrola hêzên me, saet 10:30’î çalakî hate kirin. Ji sê baskan ve li yekîneya dijmin hate reşandin û di encamê de 4 esker hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn. Li heman herêmê yekîneyeke din a dijmin hewl da dest li herêma çalakiyê werde û hêzên me li dijî vê yekîneyê hin çalakiyên sabotajê kirin. Di vê yekîneya dijmin de jî gelek leşker hatin kuştin, lê hejmar nekarî bê tespîtkirin. Artêşa TC a dagirker ku derbên giran xwar careke din hewl da dest li meydana çalakiyê werde û hêzên me ji du baskan ve li yekîneyeke dijmin xistin. Di vê çalakiyê de jî 7 eskerên dijmin hatin kuştin. Yekîneya me ya çalakî kir, bi rengekî serketî li baregehên xwe vegeriya.

Hêzên me saet di 11:00´an de li dijî eskerên li Girê Şehîd Derwêş çalakiyeke sûîqestê kir û di encamê de eskerekî dijmin hate kuştin.

Hêzên me saet di 13:10’an de li dijî yekîneyên dijmin ên li Girê Şehîd Sarya çalakiyek kir. Di çalakiyê de 3 leşkerên dijmin hatin kuştin.

Hêzên me yên YJA Starê 29’ê Cotmehê saet 15:20 li dijî eskerên li Girê Şehîd Şêxmûs bi çalakiyeke sûîqestê eskerekî dijmin kuşt.” 

BEHDÎNAN

Yazarın diğer yazıları

    None Found