Gerîla Kurdistan parast

Çavdêrê Siyasî Elî Mehmud ku yek ji şahidên dema çeteyên DAIŞ’ê êrişê navçeya Mexmûrê kiriye, li ser rol û berxwedana gerîla ya li Başûrê Kurdistanê peyivî. Elî Mehmud li ser hebûna gerîla ya li başûrê Kurdistanê got; ”Dema çeteyên DAIŞ’ê êrişê navçeya Mexmûrê kirin û şer nêzî Hewlêrê bû, tenê gerîla û beşek biçûk ya xelkê xwebexş mabûn. Gerîla Celewla bigre ta Kerkûk, Mexmûr, Şengal û gelek cihên din li dijî çeteyan şer kirin û gelek şehîd dan, lê hîna desthilata Herêma Kurdistanê hebûna gerîlayên PKK’ê li Başûrê Kurdistanê neyênî dibîne û qebûl nake.”

Elî Mehmud ku şahidê dema dagirkirina navçeya Mexmûrê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve, wiha qala wê demê dike; “Tê bîra min dema ku çeteyên DAIŞ’ê navçeya Mexmûrê dagir kirin, 10 ta 12 xwebexşên ji Başûrê Kurdistanê li gel komek gerîla li ser çiyayê Qereçoxê mabûn. Mana wan a di wê demê de gelek giring û bi bandor bû. Ji ber ku wê demê ne pêşmerge ne jî xelkê Mexmûrê li navçeyê nemabûn. Ger em wêneyê wan rojên dîrokî li bîra xwe bînin, wê were dîtin ku gerîlayên PKK’ê berxwedaneke mezin kirin. Di wê demê de jî armanca gerîlayan tenê parastina xaka Başûrê Kurdistanê bû.”

Nêzî Hewlêrê bûbûn

Di dewama axaftina xwe de Elî Mehmud qala metirsiya wê demê ya li ser Hewlêrê jî kir û got; “Ez weke şahidek li ser çiyayê Qereçoxê min dît ku metirsiyek mezin nêzî Hewlêrê bibû. Beşek zêde ya rêya Hewlêr-Mexmûr û Hewlêr-Guwêr hatibû vala kirin. Tenê gerîla û ew koma biçûk ya xwebexşên Başûrê Kurdistanê li wan cihan mabûn. Ji bona wê daxwaz dikim ku gerîla bi heman awayî berdewam bin di parastina xaka Başûrê Kurdistanê de.”  

 NAVENDA NÛÇEYAN


Herî kêm 11 çete hatine kuştin

Li kolana Vêlat a Efrînê û li gundê Tirindê teqîn pêk hat. Doh li kolana Vêlat a li navenda bajarê Efrînê teqînek pêk hat. Li gundê Tirindê jî bi wesayita bombebarkirî li dijî çeteyên Cebhe El Şamiye çalakiyek pêk hat. Hate ragihandin ku di çalakiyê de herî kêm 11 çete hatine kuştin, zêdeyî 20 çete jî birîndar bûne.

Der barê teqîna li kolana Vêlat agahiyên berfireh nehatin wergirtin.

EFRÎN


Ciwan daketin maydanan

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Kantona Qamişlo û Yekitiya Ciwanên Şoreşger a bajarê Kobanê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Kurdistanê meş û miting li dar xistin. Yekitiya Ciwanên Şoreşger a bajarê Kobanê bi dirûşmeya `Ji bo şikandina dagirkeriyê serî hildin` meşek bi meşaleyan orgenîze kirin. Meş ji kolana stasyonê li navenda bajêr ber bi deriyê Mirşid Pinar ve ya li ser sînorên di navbera bajêr û bakurê Kurdistanê de, destpê kir. Ciwanan di meşê de dirûşmeyên şermezarkirina êrişên dagirkeriya Tirk û hedefgirtina sivîl û gundên başûrê Kurdistanê berz kirin. Di meşê de endama yekitiyê Perwîn Bozan axivî û êrişên dagirkeriya Tirk li dijî gelê Kurd û şehîdxistina endamê serokatiya giştî a KCK´ê Diyar Xerîb şermezar kir.

Dagirkerî rûreş kirin

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Kantona Qamişlo jî bi meşekê êrişên dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kir. Meş ji çarxerêya Şehîd Robar a Qamişlo li taxa Rojava ya bajêr ve destpê kir û bi sedan ciwan tevlî meşê bûn. Ciwanan meşale rakirin û bi dirûşmeyan dagirkeriya dewleta Tirk li dijî Başûrê Kurdistanê û Efrînê rûreş kirin. Ciwanên ber bi çarxerêya Osman Sebrî ya li taxa Hîlaliyê ve meşiyan soza mezinkirina asta berxwedanê li dijî dagirkeriya Tirk dan.  

 NAVENDA NÛÇEYAN

Yazarın diğer yazıları

    None Found