Gerîlayekî weke derwêşekî

DÎLAN REŞVAN

Hamza Tolhildan (Gokan Bulut) ji Anatolya Navîn ji malbateke welatperwer e. Wî rastiya Kurdistanê li koçberiya ber bi Ewrûpayê ve nas kir. Li gelek deverên Ewrûpayê xebatên siyasî kirin. Hamza Tolhildan jî ji bo heqîqetê û nirxên gerdûnî bibîne bû gerîla, gerîlatî lêgerîna wî perspektîfa wî bû. Hamza Tolhildan zewicî bû û du zarokên wî hebûn.

Hamza Tolhildan ji bo ku xwe bide ber barê Şerê Gel ê Şoreşger sala 2012´an tevlî nav refên PKK´ê bû û bû gerîla. Hevalên wî ew wekî kesekî gihiştî û xwedî kesayeteke sade nas dikir. Piştî şehadeta wî yên ku ew bi bîr anîn, ew weke kesekî nefspiçûk, dilnimz, karkirî û kedkariya wî dan nasîn. Ew milîtanek e ku xelk jî hez jê dike, ne tenê hevrêyên wî, xelkê Başûrê Kurdistanê jî hez jê dike.   

Em bi Serhat Amed re peyivîn ku qederê du salan tevî wî li heman meydana têkoşînê maye. Serhat Amed ji bo wî dibêje, “Hevrê Hamza, welê weke melekekî bû. Aliyê wî yê kedkar harîqulade bû. Wî hesabê wî karê nedikir. Bi can û ruhê xwe karê xwe dikir, kedkariya wî pirr bi qîmet bû. Hevrê Hamza wekî din pirr zindî bû, tevî ku ber bi navserebûnê ve diçû jî, her liv û tevgera wî hebû. Ruhekî wî yê pirr ciwan hebû. Zivistanî jî qapût li xwe nedikir.

Tevî karê zêde, wî xwe dida ber karên zehmet û giran. Min carinan rexne lê digirtin, bi ya min ne rast bû ku xwe evqasî zêde biwestîne. Ji ber ku karên me têra xwe zêde û giran bûn. Lê wî ti carî ji karê zêde gazin nekirin.

Hevrê Hamza beriya tevlî nav refan bibe zewicîbû, 2 zarokên wî jî hebûn. Lê wî qet behsa vê meseleyê nedikir. Pirr karkir bû û pê re jî pirr bêdeng bû, welê fediyokî bû. Xwedê dizane ji ber ku dereng tevlî nav refan bûbû, pê re telaş û kelecana derengmayînê hebû.”

Ji bo gerîlayên ji Anatolya Navîn jî Serhat Amed dibêje, “Kurdên Anatolya Navîn li Kurdistanê nebin jî, qismî bextê wan xweştir e. Bi sedsalan e, li nav cografyayeke zêhniyeta dijmin lê serwer, wan karî xwe biparêzin. Weke baxçeyekî dora wî çîtkirî. Hawîrdora we tijî çeqel û gur in û hûn li nava baxçe hewl didin bijîn. Hûn xwe radestî wan çeqel û giran nakin. Bi ser van de jî parastina welatparêziyê û heta tevlîbûna nav refan, fedakariyeke mezin e. Ev jî rewşek e ku hêja ye mirov pesnê wê bide. Ez bi dîtina wan kêfxweş dibim. Moral û motîvasyona ew didin cihê ye. Ew tiyê nirxên çandî ne. Ji ber wê bi qedr û qîmetê rêûresmên xwe yên ku wan heta roja me ya îro anî, baş dizanin. Hevrê Hamza jî ji wê deverê bû. Ev xisletên wî jî hebûn. Jixwe Kurmanciya wî jî li wî eşkere dikir; ew bi zimanê wir dipeyivî.”

Serhat Amed wiha behsa bibîranîneke xwe dike, “Kodên cihazên me yên bêtêl hebûn. Me di nava xwe de minaqeşe dikir ka em çi navê kod li cihaza xwe bikin, hevalekî ji nav hevalên nû Sîbel pêşniyaz kir. Min jî got, Hevrê Hamza tu jî navê jinxala min pêşniyaz bike, wê bibe bibîranîna wê. Ew gelekî aciz bûbû, lê hevalê mayîn gelekî keniyabûn. Di civînê de rexne li min girtin, lê yekser behsa meselê nekir got, bi min re bi uslûbekî ne rast dipeyive. Lê ji ber ku gotinên xwe darîçav nekirin, kesî merama wî fêm nekir. Yên ku fêm kirî ji nû ve keniyan.”

Hamza Tolhildan kî ye?

Hamza Tolhildan (Gökan Bulut) li navçeya Konyayê Kuluyê hatiye dinê. Sala 2012´an ji Ewrûpayê tevlî nav refên PKK´ê dibe. Tolhildan 25´ê Tîrmeha 2019´an li Garê di encama êrişeke hewayî de şehîd bû.

Yazarın diğer yazıları

    None Found