Girêdana bi welat ve

Di zimanê me de gelek biwêj û galgalên pêşiyan hene li ser xerîbî, dûrahiya ji welat û hesreta ji bo av, hewa, ax û bi giştî surişta welat. Bilbilê di qefesa zêrîn de û axîna wî ya li ser warê wî, ji bo vê mijarê mînakek bi qasî kevirê di enîşkê de lêhatî ye û wek peyveke helbestê ku li ber barê xwe yê hunerî radibe, bi nirx e.

Heger em mijarê ji hev hinekî vejinin û berê xwe berfirehtir bikin, em ê bibînin bê ev mijar çendî li ser jiyana me ya rojane û hunerî xwedî bandor e.

Mînak, vê temaya xerîbîyê herçendî ne biqasî ku di helbestê de bi berfirehî û kûrahiya hestyarî cîhê xwe girtibe jî, lê di gotar, çîrok û romanên nivîskarên dîasporayê û girtiyên azadiyê de yên ku bi hesreta war û çiyayên xwe li ber xwe didin, jî weke mijareke serekî xwe ferz kiriye, xwe ferz dike û dê ji niha û pê ve jî bi berdewamî were emilandin.

Dûriya ji welat, we divê ji ber sedemên aborî û siyasî bin, herwisa jî we divê ji ber wan zextên civaka torevanî ya li ser takekesan be, piştî demekê dibe barekî giran li ser ruhê mirovan.

Jixwe, heger mirov nikaribe her serê salekê yan çend salan carekê here welatê xwe, xizmên xwe ziyaret bike, bi xweşiya xwezaya welêt şa bibe û bi azadî hewa wê bikişîne hinavên xwe û dilê xwe pê şa bike…

Di kelekela germa havînê de xwe li binya sîha darekê dirêj bike û rûyê xwe ji ava kaniyê avrenşandî bike yan jî li serbanekî ji malên gund li binya çirûsîna çavên stêrkên hêvîdar xwe serpişt di nava nivînan de dirêj bike û li melodiya awaza şevê ya bi aheng û lêhatî guhdarî bike…

Dûrahiya ji welat êdî dibe dûrahiya ji jiyanê. Mîna çûkê derbliserîketî li mirovan tê… Di nava vê derûniyê de hemû bibîranînên nexweş ên ku hê ji dema jiyana li welêt bi mirovan re mane, şûna xwe ji yên xweş re dihêlin. Di hiş û binhişê mirovan de tenê kêlîkên têkiliyên xweş ên jiyana li welat dimînin. Ew kêlî her ku sal derbas dibin, seheya desthilatdariya xwe ya di nava ruh de berfireh dikin. Lê vê carê jî ew di forma daxwaza bêderman a veger û dîtina welat de xwe didin der û dibin çavkaniyên êşdar.

Ango, ew tovên bibîranînên tal û tirş hemû yên ku bûbûn sedema veqetîn û sirgûna ji welat, piştî temenekî di nava ruh de pûç dibin, dirizin û diçin. Li şûna wan vê carê jî hesta vegerê û dîtina welêt dibe xwê û dikeve ser birîna ruhî. Li aliyekî din jî, çawa ku wext li her devera dunyayê bi hertiştan dike; xwezaya civakî û jîngehî ya welat jî diguhere; kes û avahiyên dema zaroktiyê an jî dema ciwantiyê jibinî diguhere. Çawa kolan û taxên dema zaroktiyê form diguherin, mal û cîranên mirov jî di nava demê de têne guhertin û bi xwe re têkiliyên nû tînin. Tevî vê rastiyê jî, divê welat berdewam bê serdan nemîne.

Bi taybetî jî divê girêdana zarok û ciwanên ku li dîasporayê çêdibin ji welat qut nebin, ew nebin xerîbê çand û surişta dayik û bavên xwe. Kurdistan divê bi hemû aliyên xwe yên jiyanê têkeve binhişê nifşên nû û ne bi qasî ya salmezinan be jî, bîr û bîranên wan ji bo wê çê bibin. Loma jî divê dayik û bav di her firsendê de zarokên xwe bibin Kurdistanê.

Her bajarekî Kurdistanê bi surişta xwe ya rengîn xwedî taybetiyeke cuda ya bedewiyê ye; çiyayên wê yên bilind ên xwedî hewayeke pak û paqij, çemên wê yên ku avrêj û arava karxaneyên modernîteya kapîtalîst hê tevlî wan nebûne. Dîsa li her bajar û navçeyên Kurdistanê şûnwarên dîroka kevnar û nêzîk tije ne û li benda naskirin û kifşkirinê ne.

Gorên kesayetiyên navdar ên dîroka me ya nûjen û kevn, hêjayî serdanê û naskirinê ne. Li aliyekî din jî, Kurdistan welatekî dagirkirî ye loma jî rojane zor û zextên dijwar li ser şêniyên wê pêk tên anîn.

Li aliyekî berxwedaneke rewa ya azadiyê di her warî de tê meşandin û li aliyekî din jî li dijî vê berxwedanê kirinên xedar û nemirovî yên polîs, esker û kirêgirtiyên kolonyalîstan li kolan û taxan dewam dikin.

Bi qasî ku pêwistiya ciwanan bi dîtina ciyên dîrokî, xweza, naskirina xizm û civata Kurd heye, ewqas jî, divê ew wê zordariya li ser civakê Kurd jî bibînin, hîs bikin û ji bo nehiştina vê zorê li her devera ew lê dijîn hewl bidin, da girêdana wan a bi welat re bibe xwedî wateyeke rast û saxlem.

Yazarın diğer yazıları