Go ziman tenê ziman ba

Mirov wek hebûneke biyolojîk ji gelek endamên laşî yên cuda pêk tê. Her endamek jî di nava teşeya laşî de xwedî dewreke esasî ye, wek mînak diran, guh, ser, dest û hwd. Lê ji endamên laşê me ziman hem xwedî bi erka xwe ya laşî radibe û hem jî roleke wê ya derveyî wek danîna têkiliyan heye û pê re jî di avabûna tora civakî ya mirovan de pir e. Ango ev piçika goşt a bi qewlê me kurdan a bêhestî, ter û nerm ji bilî bikêrhatina wî yê di karê xwarin û vexwarinê de; her wisa jî xwedî karîna deranîna deng û wergirtina tamê jî ye.

Girêdaneke rasterast a van her du taybetiyên zimanî bi taybetî ya axaftinê bi pêşketina mejî û hestan re jî heye. Ez ê li vir li ser bê ka rola ziman-axaftinê li ser pêşketina hest û ramanê çiqase ye an jî berevaciya vê rola hest û ramanê li ser pêşketina ziman çiqase ye, ranewestim. Û mesela hêk û mirîşkê tevnedim.

Lê em dizanin ku ew mirovên destpêkî yên ku li derdora şikeftên xwe dijiyan û seheya desthilatdariya wan a nêçîrî tenê çend kaş û newal bûn,  di warê pêşketina aqil û hestan de jî xwedî heman derfetan bûn û ev ji bo karîna wan a axaftinê jî derbas dibû. Lê bi demê re mirovan ji sê milan ve jiyana xwe pêş xistin. Raman, hest û axaftin di jiyana mirovahiyê de sê stunên esasî ne ku em gihandine vê asta îroyî.

Me got ku karîna bikaranîna zimanî ya mirovên pêşî gelek sînordar bû. Di wê serdemê de dengên ku ziman derdixist gelek sade û yek tonî bûn.  Û bi îhtimaleke gelek mezin derdê wan zindiyên ku pêşiyên mirovên îro bûne tenê ew bûye ku bi rêya çend dengên bê sîstem (di hêla rêzimaniyê de) diyalogek bi sînor digel hev û din de deyinin. Belkî di dema hebûna xeteriyan û bêhnvedanê de hinek dengên cuda deranîne ku bikêrî wan û wê rewşa ew têde ne hatiye û hew.

Lê di nava demeke dûr û dirêj de ziman bû xwedî pir dengî û pişt re jî, pir zimanî û pir tonî. Dengên cuda yên zimanî bi demê re di forma ziman û devokan de li qalib ketin.  Liqalibketina xweser a her zimanekî bi xwe re jiyaneke civakî ya etnîkî ya di asteke berfireh ya coxrafîk û serhejmariyê de jî bixwe re anî. Loma jî her zimanek xwedî taybetiyên xweser in û ji bo civaka bikaranînerê xwe pîroz in.

Heger em hinekî li fonksiyona din a ziman ku tamwergirtin e jî vegerin. Heman prosesa pêşketina zimanî ji bo tamwergirtinê jî derbas dibe. Li gorî tê zanîn mirovên pêşî piştî seyd û nêçîra xwe goştên xwe dixwarin heta ku zik li xwe dikirin heban. Piştî ku têr dibûn pişta xwe didan xwarina xwe diçûn.

Derdê wan ne ew bû ku ew nêçîra xwe bi awayekî hîjenîk û di şertên tendirust de serjêbikin, goştê wê li gorî cureyên xwarinên îro dabeş bikin; kîjan perçê goşt ew ê ji bo kebab û hamburgerê be, an jî wê ji bo kortik, kutilk û tirşikê bêne veqetandin?

Ev çanda medbexî ya îro ku beşeke gelekî girîng a pênesaya gelan e, di nava pêvajoyeke demdirêj de pêk hatiye. Hema bêje li hemû deverên dunyayê bazareke mezin a aborî li derdora vê taybetiya ziman a tam û çêja dizîvirê. Bi rêya fuar, fîlm, dokumenter û reklaman gelek welat çanda xwe ya xwarinê didin naskirin.

Ji bo taybetiya ziman a axaftinê jî bazareke bi heman herengî heye. Çawa me di destpêkê de îşaret pêkir;  mirovên pêşî dengê xwe di wateya îro de ji bo cureyên muzîkê, xwendina helbestan, gotina çîrok û destanan, nivîsandina wêje û zanistê, pêkanîna siyasetê û hwd. nedikarîn bikar bînin.  Derdekî wê jiyana ew têde dijiyan a bi vî rengê me îro jî tunebû. Jiyan di nava surişteke bisir û raz a dewlemend de biawayekî gelek basît di nava coka xwe de diherikî û diçû.

Ew çanda ku li derdora zimanê me ya axaftin û xwarinê peyda bûye; me bi derbasbûna me ve girê dide. Em bi kîjan zimanan biaxivin û kîjan xwarinên herî xweş bixwun jî em ê wê lezeta ku em ji ziman û xwarinên dayik û welatê xwe distînin nestînin û bi wan tamijkî nebin.

Yazarın diğer yazıları