Gomkirina faşîzma AKP’ê di gora betonî de

Evîna azadiyê mezin e, têkoşîna ji bo azadiyê jî, evîna herî mezin e. 

Kurd di derya evîna mezin de ne û di têkoşîna çil salî de, gihane qonaxa “dewr-î sabik”. Îro faşîzma AKP´ê ketiye ber lêpirsîneke mezin.

Gelê Kurd, wê di demeke nêzîk de faşîzma sedsalê di gora betonî de gom bike. 

Evîna mezin a Kurdan li zindana Amedê dest pê kir, bi Zîlan giha mitikê herî jor, bi Axîn Mîrkanan dewam kir, li Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Şinex û Colemêrg, Licê, li zindanan giha qonaxa îro. Ev qonaxa “dewr-î sabik" e!.. 

Ev nêrîna evîna Ferhad e û çiyan qul dike. Evîna Ehmedê Xanî ye û Mem û Zîn, bi hunandinek evîna neteweyî ava dike. 

Evîna mezin, bijartina mezin e û qîma dilsoziyê ye. 

Her evîna mezin destanek e, romanek e. Ev nêrîna şoreşgerî ye û gihiştina armancê ye. 

Kurd, gihane qonaxa hesabpirsînê. Ev qonax piştî têkoşîna çil salî hate bidestxistin û faşîzma sedsalê mahkum dike.

Faşîzma sedsalê, di kesayeta Erdogan, AKP´ê û DAIŞ´ê de derkete holê û li sere gelên herêmê bû bela. Ev bela, hêdî hêdî şaxûbaskên xwe li tevahiya cîhanê belav dike. 

Bi pêşengiya Hereketa Azadiya Kurd, bi felsefeya Ocalan, pêşî li Kobanê faşîzm hate mehkûmkirin. Tevahiya cîhanê, Kobanê wek “bajarê şehîdan” bi nav kir. Mînaka Stalîngradê dan. Lê têkoşîna li Kobanê, ji ya Stalîngradê gelekî cûdatir e. 

Li pey hêzên Stalîngradê hêza dewleta Rûsya û artêşeke mezin hebû. Li pey hêzên Kobanê, ciwan, şoreşger û gelê Kurd tenê hebûn.

Ev evîna mezin bû û qîm-anîna canfedayî bû. Vê evîna mezin, li Kobanê “dewr-î sabik” derxiste holê û faşîzm têk bir. 

Li Şingalê, evîna mezin civaka Êzîdî, bermayiyên Kalê Nuh, zarokên agirê rojê û sozdarên Ahuramazda, xwediyê axa Ahuraî, ji tunekirinê rizgar kirin û wek hêzeke herêmî derxistin holê. Jinên Êzîdî, yên neçar û belengaz, kirin artêş; ciwanên Êzîdî, yên şikestî û bêzar, kirin artêş. 

Evîna mezin ya li Zapê, li Sûr, Cizîr, Gever, Şirnex, Nisêbîn û hwd. kat da, faşîzma herî dirrinde, sergerde û vandalên sedsalê, têk birin. 

Niha, qonaxa “dewr-î sabik e“, faşîzmê li hemberî Kurdan çog berda erdê.

Lihevhatina bi Israîlê re, encama vê têkçûnê ye. Lêborînxwestina ji Rûsya, encama evîna mezin ya ciwanên Kurd e. Çogberdana erdê ya faşîzma Erodgan û AKP´ê wê hê jî dewam bike. 

Enstrumanên di destê faşîzma sedsalê de, El Nusra, DAIŞ´ê û komên çete, tevan, di orkestra faşîzma Erdogan de cih girt, lê xêr nekir. 

Dewr-î sabik, dest pê kiriye û tê wateya ku faşîzma AKP´ê, wê di gora betonî de werê gomkirin.

AKP´e û Erdogan digot, “dema darbeyan derbas bûye”, lê ew bûne darbekar û bûne zarokên Kenan Evren û mîratzadeyên faşîzma 12´ê Îlonê. Di kesayeta faşîzma Erodgan û AKP´ê de, 12ê Îlonê jî wê were mehkûm kirin.

Evîna mezin, “dewr-î sabik” da destpêkirin û wê zihniyeta Îttîhad Terakî jî mehkûm bike. Di dewr-î sabik de, ne dadgehên klasîk, wê dadgehên gel hebin. 

Encam: Felsefeya Ocalan, derfetan nade şoreşa nîvrê, lewra aqûbeta Şoreşa Fransa nayê sere şoreşa li Kurdistanê. Ev jî wê qonaxa “dewr-î sabik” temam bike û faşîzma Erodgan û AKP´ê di gora betonî de gom bike. 

Yazarın diğer yazıları